Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ihtîmala êrişan mezine, baldarî pêwiste!

09/04/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nikarin hevpeyaman civakî asteng bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Di 31’ê Adarê de li Tikriyê û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên şaredariyan hatin lidarxistin. Dûrî hêvî û nirxandinan û tevî hemû hewldanên AKP’ê û MHP’ê ya destdirêjiya di hilbijartinan de, DEM Partiyê li Kurdistanê piraniya şaredariyan û bi encamekî bilind bi dest xist. Li Tirkiyê jî Erdogan têk çû. Ya herî balkêş jî dema hikûmeta AKP’ê xwest destê xwe dirêjî encamên hilbijartinên Wanê bike, gelê kurd bi yek destî xwedî li dengên xwe derketin û tevahî bajar veguherîn qada têkoşînê. Bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji bo Wanê rabûn ser piyan. Piştgiriya Kurdistaniyan li Rojava û derveyî welat, berxwedana Wanê hîn xurtir kir.

Di encamê de dewleta Tirk a faşist ku tu carî xwe li hebûna gelê kurd ranagire, neçar ma ji lîstikên xwe gavan paş de bavêje. Bi vê xwedîderketina gelê Bakur êdî wê dewleta Tirk nema karibe bi hêsanî qeyûman li şaredariyên Bakurê Kurdistanê bi cih bike. Ev ji bo gelê kurd bû pêngavekî nû ya têkoşîna ji bo azadiyê.

Li aliyê din jî dewleta Tirk ev 3 sal in bi hemû hêza xwe hewil dide li dijî Gêrîla gavan bavêje û qadên gêrîla yên li Başûrê Kurdistanê dagir bikin. Tevî hevkariya PDK’ê û anîna bi hezaran çeteyan bi çekên herî pêşketî yên NATO û bikaranîna çekên qedexekirî, heta niha nikare gavan pavêje.  Berûvajî wê di Newrozê de Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) mizgîniya bidexstina çekên xistina balafirên bê mirov ên dewleta piraniya şerê xwe li ser wê didan meşandin, ragihand. Di heman demê de dîmenên xistina hejmarek mezin a balafirên bê mirov ji aliyê Gêrîla Tv ve hatin weşandin. Ev jî derbeyek din a mezin di pergala faşist a AKP/MHP’ê de bû.

Êrişên wan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê her çendî binesaziya herêmê kir armanc û xwest welatiyan tengav bike, da ku li dijî Rêveberiya Xweser serî hildin, plana wan têk çû. Rêveberiyê karîbû heta radeyekê nehêle pirsgirêk zêde bidin der. Berûvajî wê hevpeymana civakî ya nû hate erêkirin, niha amedekariya lidarxistina hilbijartinên şaredariyan tê kirin. MSD’ê hewl dide di demên pêş de kongreya niştimanî ya muxalifên Sûriyê ava bike. Gelek hêz û kesayetên ji herêmên Sûriyê ku hin ji wan gelekî nêzî Erdogan bûn, lê niha cihê xwe di nava xebatên MSD’ê de digre.

Li kêleka xalên me li jor rêz kirin rewşa aborî ya Tirkiyê berê di rojevê de ye û her kes dizane siyaseta Erdogan lîreya Tirkiyê aniye çi astê. Ev jî herifîna sîstema wan hîn zêdetir pêk tîne. Ji ber wê jî pêwîste di serî de gelê kurd û hemû dostên wan bi hestyariyeke mezin li vê qonaxê binêrin. Erdogan li beranberî rewşa heyî wê hewl bide, berê civaka Tirkiyê bide derve.

Ji xwe di rojeva wan de êrişa berfireh a li dijî Gêrîla û qadên berxwedanê heye. Lê ihtîmala mezin Erdogan êrişan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yan jî Şengalê pêk bîne. Lê ji ber balafirên wan ên bê mirov li Başûrê Kurdistanê bê encam bûne, dibe ku êrişî Bakur û Rojilatê Sûriyê bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.