Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Akademî hişmendiyeke nû pêşdixin

06/08/2018
in Uncategorized
A A
Akademî hişmendiyeke nû pêşdixin
Share on FacebookShare on Twitter

Akademî stûna sereke ya avakirina civaka exlaqî û polîtîk in û roleke girîng di pêşxistina zanista civakê û rakirina hişmendiya desthilatdariyê de dilîzin. Akademiyên bîrdozî yên ku li Bakurê Sûriyê hatine vekirin li ser vê bingehê dixebitin.
Bi pêvajoya Şoreşê re, li Rojava û bakurê Sûriyê akademiyên perwerdeyê hatin vekirin. Akademiyên bîrdozî ku li ser bingeha neteweya demokratîk roleke girîng di birêxistinkirina civakê û xwenaskirinê de dilîze.
Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ‘ê, akademiyên pewerdeyê hatin vekirin û beşeke mezin ji civakê di akademiyan de mezûn bûn.
Akademiyan heya radeyeke berbiçav dikarîbû fikrên paşverû ji hole rake û rastiya jinan bi civakê bide naskirin.
Ji perwerdekarên Akademiya Bîrdozî ya Şehîd Îsmaîl Mûsa, Mehmûd Bekirî derbarê akademiyan de wiha got: “Di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ‘ê ya Minbicê de fikrên DAIŞ‘ê di mêjiyê gelek kesan de hatibûn çandin, vê yekê bandoreke neyinî li tevahiya civakê kir. Akademî bi armanca rakirina van fikran hatin avakirin.”
Mehmûd Bekirî destnîşan kir ku perwerdeyên li akademiyan li ser bingeha neteweya demokratîk, avakirina civakeke exlaqî û polîtîk, wekheviya di navbera jin û zilaman de têne dayîn.
Li bajarê Minbicê bi giştî 7 akademî hene, 4 jê leşkerî ne û yek jî ya jineolojiyê ye.
Ji dema vekirina akademiyan ango piştî rizgarkirina bajar ji çeteyên DAIŞ‘ê, li Akademiya Şehîd Îsmaîl Mûsa ya Bîrdozî 17 dewre hatin vekirin û bi hezaran kes jê mezûn bûn. Her wiha 5 dewreyên perwerdeyê ji bo mamosteyan hatin vekirin, tê de derdora 4 hezar mamosteyan perwerde dît.
Bekirî anî ziman ku armanca pewerdeyan avakirina mirovên azad û civakeke demokratîk û rakirina fikrê nîjadperest û pêşxistina çanda jiyana hevbaş e…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî
ÇAND Û HUNER

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî

20/06/2026
Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye
NÛÇE

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye

20/06/2026
Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in
NÛÇE

Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in

20/06/2026
19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re
CIVAK Û JIYAN

19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re

20/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
ROJEV

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

20/06/2026
Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.