Li bajarê Hesekê Komxebata Îslama Demokratîk bi armanca şîrovekirina wateya Îslama demokratîk hate lidarxistin. Di komxebatê de girîngiya lidarxistina Kongreya Îslama Demokratîk hate destnîşankirin.
Komxebata Îslama Demokratîk roja 4’ê vê mehê bi dirûşma “Ji Perspektîva Îslama Demokratîk ber bi înşaya civaka exlaqî û polîtîk “ bi beşdarbûna bi sedan şêniyên Hesekê û oldaran li hola Selam a bajarê Hesekê hate lidar xistin.
Endamê Yekîtiya Oldarên Musilman a herêma Cizîrê Nûredîn Şakir axaftina destpê kir û dest nîşan kir ku di salên derbasbûyî de li Rojhilata Navîn gelek kom bi navê îslamê derketin, lê di rastiya xwe de ji baweriya îslamê dûr in, ew dijminên îslam û mirovahiyê ne, armanca wan reşkirina ola îslamê ye.
Nûredîn Şakir komkujiya ku çeteyên DAIŞ‘ê 3‘ê Tebaxa 2014‘an Ii dijî gelê Êzidî yê Şengalê pêk anî ûn şermezar kir û hemû mirovên ku di komkujiyê de şehîd bûne bi bîr anî. Şakir her wiha peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku ji Kongreya Îslama Demokratîk ku li Amedê re şandibû xwend.
Di komxebatê de, endamê Yekîtiya Oldarên Musilman Mazin Mihemed li ser demokrasî di Îslamê de diyar kir ku hêzên serwer wateya demokrasiyê bi desthildardarî û dewletê ve girêdidin, modernîteya kapîtalîst ku qaşo banga demokrasiyê dikin hewl didin civakê bihelînin û bê îrade bikin.
Mihemed got, “Divê wateya rasteqîn a demokrasiyê û têkiliyên di navbera Îslamê û demokrasiyê de ji civakê re were danasîn.”
Seroka Buroya Karûbarên Olî ya Hesekê Ezîza Xenafir jî got: “Îslam banga wekheviya di navbera jin û mêr de dike. Qûrana pîroz jî mafê jin misoger dike.”
Ezîza wiha got, “di zilma di dîrokê de ya li ser jinan di serdema niha de dîsa xwe dubare dike, mafên jin jê dest hatiye girtin. Di Qûranê de qala mafê jin hatiye kirin, lê mixabin civakê di piratîkê de ev rastî berevajî kiriye.”
Endamê Yekîtiya Oldarên Musliman Heysem Ehmed jî destnîşan kir ku girêdana îslamê bi tundiya li cîhanê nîn e û got, “Îslam ola aşîtî û lêborînê ye, ne ola kuştin û tundiyê ye.”
Komxebat bi nîqaşên li ser girîngiya lidarxisitna kongreya Îslama Demokratîk, belavkirina çanda lêborîn û aştî û demokratiyê bi dawî bû…ANHA






