Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê budçeya şaredariyan bê veqetandin

06/08/2018
in Uncategorized
A A
Divê budçeya şaredariyan bê veqetandin
Share on FacebookShare on Twitter

Welatiyên deverên başûrê herêma Cizîrê daxwaza xizmetguzariyên pêwîst ên wekî kanalîzasyon, ava vexwarinê û paqijiyê dikin. Bi taybet budçeya şaredariyên nû nehatiye veqetandin. Meclisa Rêveber a Komîteya Şaredariyan piştrast kir ku ew ji bo veqetandina budçeya şaredariyên nû di nava hewldanan de ne.
Deverên başûrê navçeya Tirbespiyê bi taybet deverên nû ji destên çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, ji ber kêmbûna xizmetguzariyên sereke astengiyan dikişînin. Bi armanca vejandina van deveran, piştî hilbijartinên dawîn ên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê li van deveran gelek şaredarî hatin avakirin.
Lê ev şaredariyên nû hatine avakirin hê jî budçeyeke wan a taybet nehatiye veqetandin û di encamê de hê jî nikarin xizmeta welatiyan bikin.
KANALÎZASYON TÊK ÇUNE
Yek ji van şaredariyan Şaredariya Ebû Ferih a başûrê Tirbespiyê ye. Welatiyên bajarok daxwaza kêrhatîkirina şaredariyê dikin da ku pirsgirêkên welatiyan bêne çareserkirin. Welatiyê bi navê Ebas Salih diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê binesaziya bajarok têk biriye û bang li aliyên têkildar kir ku di demeke lezgîn de kanalîzasyonê sererast bikin û xizmetguzariyên sereke yên wekî peydakirina ava vexwarinê pêk bînin.
Endamê Şaredariyê Mehmûd El-Helo destnîşan kir ku wan gelek giliyên welatiyan ên derbarê kanalîzasyonê de wergirtine, bi taybet ji ber ku ji bo tenduristiya giştî ya welatiyên bajarok metirsiyek e.
DIYARKIRINA
BUDÇEYAN
Hevseroka Şaredariya Gel a bajaroka Ebû Ferih, Menal El-Helo destnîşan kir ku budçeya şaredariya wan hê jî nehatiye veqetandin û diyar kir ku ew ji bo baweriya gel wergirin di nava xebatan de ne û bang li Meclisa Şaredariyan a Qamişlo kir ku di demeke lezgîn de budçeya şaredariya wan veqetînin da ku bikarin xizmeta welatiyan bikin.
Endamê Rêveberiya Meclisa Şaredariyan a Qamişlo Mesûd Yûsif piştrast kir ku ji bo veqetandina budçeya van şaredariyên nû hatine avakirin ew di nava hewldanan de ne û wê hemû pêdiviyên sereke ji wan re peyda bikin da ku karibin xizmeta welatiyan bikin û pirsgirêkên van deveran çareser bikin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî
ÇAND Û HUNER

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî

20/06/2026
Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye
NÛÇE

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye

20/06/2026
Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in
NÛÇE

Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in

20/06/2026
19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re
CIVAK Û JIYAN

19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re

20/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
ROJEV

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

20/06/2026
Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.