Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê herkes li rêber Apo xwedî derkeve

06/08/2018
in Uncategorized
A A
Divê herkes li rêber Apo xwedî derkeve
Share on FacebookShare on Twitter

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye û got, “Tecrîd û zexta li ser Rêbertî tecrîd û zexta li ser gelê Kurd e. Têkoşîna dijî tecrîdê her wiha têkoşîna dijî polîtîkayên şer û faşîzmê ye.’’

KCK’ê bang li hemû hêzên demokrasiyê kir ku li dijî zext û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rawestin, li ser vê zemînê têkoşîna dijî faşîzmê tam û watedar bikin.
Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye û got: ‘’Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve nahêlin ku parêzerên xwe bibîne. 2016’an bi encama zexta raya giştî birayê xwe Mehmet Ocalan bi demeke kurt dîtiye. Ne tenê Rêber Apo, 3 girtiyên din yên şoreşger ên li Imraliyê jî parêzerên xwe nabînin. Ev tecrîda giran bi binpêkirina peymanên navnetewî û destûra sazkar a Tirkiyê pêk tê.’’
Di da xuyaniyê de hate gotin, ‘’Mirov çawa nêzîkî rêberê civakekê bibe mirov wiha nêzî wê civakî jî dibe’’ û wiha hat gotin, ‘’Ji vî alî ve nêzîkatiya li Rêbertiyê nêzîkatiya li gel e. Tecrîd û zexta li ser Rêbertî tecrîd û zexta li ser gelê Kurd e. Têkoşîna dijî tecrîdê her wiha têkoşîna dijî polîtîkayên şer û faşîzmê ye.’’

‘NÊZÎKATIYA LI RÊBERTÎ NÊZÎKATIYA LI HÊZÊN DEMOKRASIYÊ YE’

KCK’ê di daxuyaniya xwe de wiha berdewam kır: “Nêzîkatiya li Rêbertî nêzîkatiya li hêzên demokrasiyê ye. Rêber Apo ji bo ku Kurd û hêzên demokrasiyê gihandine hev faşîzma mêtinger a qirker li dijî Rêber Apo bi hêrseke mezin e. Ji vî alî ve tecrîd û politikaya zextê ya li Imraliyê tecrîd û politikaya zextê ya li ser hemû hêzên demokrasiyê ye. Divê hemû hêzên demokrasiyê, sosyalîst û şoreşger zanibin, heta ku mirov li Rêber Apo xwedî dernekevin, li Tirkiyê têkoşîna demokrasiyê û azadiyê wê ne tam û rast be.Têkoşîna demokrasiyê û azadiyê tenê mirov nikare bi Kurdan ve bihêle, têkoşîna dijî tecrîd û zexta li ser Imraliyê jî divê tenê ji Kurdan neye hêvîkirin.

CPT Û KE TECRÎDÊ NORMALÎZE DIKIN

Rêxistinên mafê mirovan, parêzerên Rêber Apo, malbat, rayedarên HDP’ê, gelek sazî û kesên demokrat şoreşger, rêxistinên şoreşger, tevgera jina Kurd tecrîd û zexta li Imraliyê kirine rojev. Di demeke wiha de ku faşîzma Kurd û nirxên Kurdan zêdetir kiriye hedef, rewşa Rêbertî ku Kurd jê re hesas in kirine rojevê. Di rewşeke wiha de kul i ser Rêberê Kurd êrîşên giran hene, derbarê tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd ti agahî tine. CPT û Konseya Ewropa ku di vê mijarê de berpirs in, bi nêzîkatiya xwe zextên li ser gelê Kurd meşrû dikin û tecrîd, zexta li Imraliyê normalîze dikin.

DIVÊ RÊGEZ Û BERPIRSYARÎ WERIN BICIHANÎN

CPT li girtîgehên cuda û li welatên cuda her çendî binpêkirina mafê mirovan ji bo ku li cih bibîne plan kiribe jî, di di nav planê de Imralî tine û ev jî tê wê maneyê ku CPT û Konseya Ewropayê qirkirina dewleta Tirk a li ser Kurdan û tecrîda giran a li Imraliyê dipejirînin. Gotina ‘bêdengî ji pejirandinê tê’ tam li vê helwesta CPT û Konseya Ewropayê digunce. Dewleta Tirk li Imraliyê pêkanînên taybet ê ji bo kesan dike, CPT û Konseya Ewropa jî dema ku mijar dibe Kurd û Rêbertiya Kurd rêgezên xwe ji bîr dike û bi berpirsyariya xwe ranabe.

BÊDENGÎ PEJIRANDIN E

Li Tirkiyê hemû zext, zilm û faşîzm ji ber polîtîka û kirinên li dijî Kurdan ên li ser Imraliyê ne. Bêdengiya li bara zexta li ser Kurdan û Rêbertiya Kuran pejirandina faşîzma li Tirkiyê, pejirandina zilma li ser Kurdan û hêzên demokrasiyê ye. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê helbet ji van saziyan wê bixwaze ku pêgirê rêgezên xwe bin û tişta hewce bikin.
Divê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê vê bibînin; faşîzma li Tirkiyê tenê bi baweriya bi hêza xwe û bi vê çarçoweyê bi têkoşînê dikare were şikandin. Divê were dîtin ku yek ji parçeya girîng ê têkoşîna qelskirina faşîzma li Tirkiyê, xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd û rawesta li dijî tecrîd û zexta li Imraliyê ye.
Ji vê hêlê ve, em bang dikin li dijî faşîzmê divê têkoşîn were dayin, hemû hêzên demokrasiyê li dijî zext û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd ra bin, li ser vê zemînê têkoşîna dijî faşîzmê tam û watedartir bikin.’’

ShareTweetPin

Herî Dawî

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye
NÛÇE

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye

20/06/2026
Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in
NÛÇE

Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in

20/06/2026
19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re
CIVAK Û JIYAN

19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re

20/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
ROJEV

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

20/06/2026
Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
Roja Cîhanî ya Penaberan: Êşa berdewam û hêviyên nû
CIVAK Û JIYAN

Roja Cîhanî ya Penaberan: Êşa berdewam û hêviyên nû

20/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.