Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Astengkirina Tevgera Azadî cihê fikaran e

06/08/2018
in Uncategorized
A A
Astengkirina Tevgera Azadî cihê fikaran e
Share on FacebookShare on Twitter

Endamê Serokatiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Hisên Kerkûkê diyar kir ku dûrxistina wan a ji hilbijartinê wê komîsyona hilbijartin û dadgehê jî bixe nava fikaran.
Biryar e ku di 30’ê Îlonê de hilbijartinên dema 5’an a Parlamentoya Herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) pêk were. Bi giştî 28 lîsteyan xwe ji bo beşdarbûna hilbijartinê amade kirine. Tenê rê nehatiye dayîn lîsteya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê beşdarî hilbijartinê bibe, bi hînceta ku fermîbûna Tevgera Azadî nîne beşdar bibe. Lê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê mafê fermîbûnê ji komîsyona serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê girtiye û weke partiyekî siyasî hatiye naskirin. Mafê karkirinê li tevahiya Iraq û Herêma Kurdistanê heye.
Endamê Serokatiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Hisên Kerkûkî têkildarî astengkirina li pêşiya partiya wan axivî û got; “Rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê hatiye rawestandin. Ji sala 2014’an parlamentoya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin. Cihê serokatiya Herêma Kurdistanê vala maye. Herêm rastî krîza aborî û siyasî ya dijwar hatiye. Me jî weke erkekî exlaqê siyasî bi armanca çareseriyê projeyek ji bo xilaskirina Herêma Kurdistanê ji vê rewşê pêşkêş kir. Me xwest beşdarî hilbijartinên 30’ê Îlonê bibîn. Lê mixabin Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê bi biryarekî siyasî Tevgera Azadî asteng kir û rê neda beşdar bibe.
Hisên Kerkûkî wiha got; “Ne dengdana li herêmê û ne jî komîsyona serbixwe ya hilbijartinê serbixwe ye ku bi hevbeşî li gel wezareta navxweyî bê planekê Tevgera Azadî ji hilbijartinên herêm dûrbixe.’’
Hisên Kerkûkî Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) sûcdar dibîne ku nehiştiye Tevgera Azadî beşdarî hilbiajrtinan bibe û wiha got; “Biryara PDK’ê siyasî ye û dixwazin vêya bikin qanûnî. Aliyên siyasî yên ku dibêjin em demokrasiyê dixwazin li beramberî vê plangeriya dijî Tevgera Azadî ji derveyî Nifşê Nû ti aliyên din helwest nîşan ne dane.”
Endamê Desteya Serokatiya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî herî dawî wiha got; “Qedexekirina beşdarbûn a Tevgera Azadî ji bo hilbijartinên parlamentoyê wê komîsyona hilbijartin û dadgehê jî bixe nava fikaran. Piştî goftûgoyên di nava partiyê de em ê di demek nêzîk de helwest û nirxandinên xwe yên di derbarê hilbijartinên parlamentoyê de eşkere bikin.”…ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye
NÛÇE

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye

20/06/2026
Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in
NÛÇE

Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in

20/06/2026
19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re
CIVAK Û JIYAN

19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re

20/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
ROJEV

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

20/06/2026
Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
Roja Cîhanî ya Penaberan: Êşa berdewam û hêviyên nû
CIVAK Û JIYAN

Roja Cîhanî ya Penaberan: Êşa berdewam û hêviyên nû

20/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.