Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di hilbijartinan de serkeftina gelê Kurdistanê pîroz be!

07/04/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
1 Mijdarê, Kobanê ket rojeva Cîhanê
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Di hilbijartinên xwecihî yên 3’ê Adara 2024an de, gelê Kurdistanê serkeftinek watedar bi dest xist.

Di van hilbijartinan de, hevbendiya rêvêberiya faşist a AKP-MHP û HUDAPAR a qontra derbeyek mezin xwar.

Di kesayetiya DEM PARTIYÊ de li himber destkeftiyêen gelê Kurdistanê, êdî mirov dikare bibêje, siyaseta qirker-nijadkuj-kujer a dewleta tirk, dikeve qonaxa serberjêr.

Heta 1ê Nîsanê, dîktatoriya AKP-MHPê, li ser civakê di asta herî jor de, xwedî serdestiya siyasî, leşkerî, aborî, îdarî û hwd. ya hemû qadan bû. Belê niha, çerxa çarenûsa siyaset û kiryarên vê diktatoriyê berevajî bûye û berê xwe dayê xerabûnê.

Ev destkevtina bi rûmet a 31ê Adara 2024a, bêgûman encamê biryar û xebata Rêbar APO ya ji NEWROZA 1973an a  Çubuka Enqereyê hat despê kirin û di salên li pey wê de ji aliyê şopdarên wî ve hat dewam kirin e; ev ruh û ev îrade bi evîndariyek canbexşane ji aliyê Mezlûman, Mehsûman, Zîlanan, Bêrîtan û Bêrîvan ve hat mezintir kirin û di 8ê Adar û 21ê Adara 2024an de hat tacîdar kirin e!

Hilbet di vê pêvajoya dirêj de û bi taybetî jî di vê dema dawî de, bi saya serpêhatiyên xwe yên lehengî ve dewlemendkirin û bilindkirina asta stratejîk û tektîkên hemdemî, her wiha bi mizginîya afirandrina çêkên nûjen ên kêrhatîtir ên dijî çekên dewletê, gerîlayên Azadiya Kurdistanê, rola xwe ya taybet a di şoreşa Kurdistanê de dîsa nîşan da û coşa Newrozê û Hilbijartinan bilindtir kir.

Bêgûman rêveberiya dewleta faşîst, li himber vê destkeftiya mezin bêdeng namîne û li goreyî wê amadekariyên xwe yên şerekî mezintir despê kiribû.

Di vê çarçovê de serokê MIT û wezîrên xwe yên şerxwaz, lezgîn xistibû ser rêya diplomasiye ji bo şerê giran li dijî deskeftiyên gel û Tevgêra Azadiyê.

Ew gera wan a DYEyê, Bexdayê, Erbîlê û hwd. ên peywendîdarên vê mijarê, hemû amadekariyên şer bûn.

Her çendîn R.Erdogan di axaftina xwe ya balkonê de, binkevtina xwe veneşart û nerm peyivî jî, lê gefê xwe yê li gelê Kurdistanê dîsa dubare kir, jixwe êrîşên wan ên li hundur di roja yekê de despêkir, li Bedlîsê, Şernexê, Şemzînanê, Qilebanê û hwd.bi rêya dengdana polis û fermandarên leşkerî yên ne xwecih, bi darê zorê şaredarî xistin destê xwe.

Li Wanê mafê Abdullezîz Zeydan ji dest girtin, maf dan nûnerê AKPê, li Hîlwanê encam dan rawestandin, hilbijartin ji nû ve çêdibe û hwd.

Wisa diyare ji derbeyên siyasî, dadigerî û leşkerî, heta qeyûman çi ji destên wan bê wê bikin.

Gelê Kurdistanê û Tevgêra Azadiyê jî bêbersîv nema ye, him li Wanê him li piraniya bajaran xwepêşandanên piştgriyê tên birêvebirin; mafê Zeydan hat standin.

Ev ruhê berxwedêr derbasî qonaxa nuh dibe, wisa xuya ye ku êdî ev ruh, wê di van rojên nasyar ên mîna 8ê Adarê, 21ê Adarê û 4ê Nîsanê, derbasî 1ê Gulanê, 18ê Gulanê, 14ê Tîrmehê, 15ê Tebaxê, 1ê Îlonê, derbasî 27ê Mijdarê û hwd.bibe û bi vî awayî pira rihê berxwedanê û serîhildanê di nava 365 rojên salê de tê ava kirin û di encamê de Şoreşa Kurdistanê pêktê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.