Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li hember qutkirina avê li Şehbayê; Altirnatîvên çareseriyê

06/04/2024
in NÛÇE
A A
Li hember qutkirina avê li Şehbayê; Altirnatîvên çareseriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Zêdeyî 2 mehane ku av ji aliyê UNICEF av li ser koçberên Efrînê yên li herema Şehbayê hatiye qutkirin. Hevserokê Komîteya Avê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Sîdo Henan diyar kir ku bi hatina demsala havînê re wê rewşa kampan aloztir bibe.

Zana Roj/ Şehba  

Di çarçoveya siyaseta dorpêça hikumeta Şamê li ser gelê Efrînê li herema Şehbayê, rêbaz û pilanên nû li ser gelê heremê tên meşandin. Yek ji wan siyasetan jî qutkirina avê li ser û bi taybet li ser gelê kampan de ku ji 6 salan ve berxwedaniyê dikin. Weke ku me dabû diyar kirin di 15 ê Sibatê de ji aliyê Rêxistina UNICEF ve biryara qutkirina avê li ser tavahî herema Şehabyê hat standin û ev biryar di cih de ket meryetê.

Biryara qutkirina avê bi siyaseta dorpêşa hikumeta Şamê ve girêdayî ye. Di sala 2022 an de av bi temamî li ser gundên heremê qutkirin. Rûxmî ku tê zanîn herema Şehbayê heremek binasaziya wê di encama şerên ku hatine rûdan de, ne saxleme û rûxandiye. Av bi giştî li heremê kêm e û bîrên ku hene jî demkî ne. Bi giştî lêi herema Şehbayê peydakirina av paqij ji xwarin û vexwarinê re pir zehmet e.

Têkildarî berdewamkirina qutkirina avê li ser heremê ji aliyê Rêxistina UN ê ve hevserokê Komîteya avê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Sîdo Henan  ji rojnameya me re axivî.

`Qutkirina avê yek ji siyasetên dorpêçê ye`

Sîdo di destpêkê de anî ziman ku biryara qutkirina avê li ser koçberan ne di cih de ye û ev yek ji pilanên siyaseta dorpêça Hikumrta Şamê ye û wiha pê de çû: “Siyasetên hikumeta Şamê yên ji bo bêzar kirin û îradeşikandinê li ser gelê Efrînê li herema Şehbayê zêdetirî 6 sala ye tê domandin. tavahî siyasetên ku dane meşandin bandora xwe li ser gelê heyî nekiriye û têkbirina pilanên tê meşandin tekez kirine. Hikumeta Şamê vê carê jî bi qutkirina avê ya ku bingeha jiyanê ye dixwaze bigihîne hin armancên xwe. Biryara qutkirina avê li ser gelekî ku rewşa koçberiyê de jiyan dike ji xwe ne rewa ye û pîvanên mirovî û exlaqî bin pê dike”.

`Zehmetiyên cidî wê derkevin`

Sîdo diyar kir ku qutkirina avê wê rê li ber zehmetiyên cidî di kampan de vebike û wiha got: “5 kampên ku gelê Efrînê tê de jiyan dikin hene, derbaskirina avê ji bo kampan divê rojane bê kirin. rojane zêdetirî 4,750 bermîlên avê ji aliyê rêxistina UN ê ve derbas dibû, rûxmî ku pêwîstiya gel ji viya zêdetir bû. Lê di sala 2022 an de bi gîştî av li ser heremê kêm kir”.

Sîdo wiha dirêjahî da axaftina xwe: “Kampên koçberan em xixwazin nexweazin rewşên wan taybetin. Em mecbûrin her roj pêwîstiyên wan yên rojane temam bikin. Di demsala zivistanê de pêwîstiya zêde bi avê nîne, lê demsala havînê bê av derbas nabe. Bi taybet di kampan de kêmkirina avê divê neyê kirin û ji 6 salan ve em hewil didin ku bi carekî av li ser kampan neyê qutkirin. Ger ev biryar bi vî awayî û bê çareserî bê berdewam kirin em bawerin wê rewşa kampan zehmetir bibe û rê li ber kirîz û nexweşiyên cidî bê vekirin”.

‘Derfetên heyî têra çareserkirinê nakin’

Her wiha Sîdo anî ziman ku ew hewil didin rêbaz û pirojeyên peydakirina avê li heremê dikin û wiha got: “Bê guman rewşa ku tê jiyan kirin cidî ye, lê ji aliyê me ve hemû hewildanên çareserkirina vê yekê tê kirin. Niha rojane nêzî 1700 bermîlên avê li ser her kampekê tê belavkirin. Bi giştî ji Til Rifet heyanî Fafînê 18 menhelên avê di destê me de hene û nîzî 170 aliyatên ku wê avê li ser giştî gundên heremê belav dikin hene. Lê weke ku tê zanîn em rojane kirîza tunebûna sotemeniyê jiyan dikin. ji bo ku ev menhel û aliyat bi awayekî aktîv kar bikin pêwîstî bi sotemeniyê heye.”

Rêbazên çareseriyê

Sîdo wiha axaftina xwe domand: “Ji bo derbas kirina vê rewşê em weke komîteya avê ya navendî her wiha bi Desteya Deredariya heremê û bi alîkariya Heyva Sor A Kurdî  re em li ser peydakirina riyên çareseriyê û pirojeyên nû dixebitin. Yek ji wan jî hin menhel hene divê ji nû de bên çêkirin, her wiha kolandina bîran wê were kirin, di heman demê de em hewil didin careke din bi rêbaza enerjiya rojê ji bo av derxistinê bixin meryetê. Lê tavahî rêbazên ku em hewi didin bikin wê ne têrker bin ji ber herem di bingeh de feqîrtiya avê jiyan dike.”

Di dawiyê de Sîdo banga hemû aliyên têkildar kir ku ji rewşa heyî re bibin çareserî û wiha got: “Li hember rewşa ku li herema Şehbayê û bi taybet di kampên koçberan de tê jiyan kirin. Em hemû rêxistinên mirovî yên navnetewî sûcdar dibînin. Ji erka wan ne ji vê rewşê re bibin hêza çareserî û rê nedin ku siyaseta Hikumeta Şamê jiyana mirovahiyê bixe xeteriyê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.