Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo parastina gel em herdem amade ne

06/08/2018
in Uncategorized
A A
Ji bo parastina gel em herdem amade ne
Share on FacebookShare on Twitter

Fermandariya Giştî ya YPG’ê têkildarî komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya 25’ê Tîrmehê ya li ser gelê Suweydayê daxuyaniyek nivîskî parvekir û êrîş şermezar kir.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê têkildarî komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya 25’ê Tîrmehê li ser gelê Suweyda ku têde 250 kes hatibû qetilkirin daxuyaniyek belav kir û sersaxî ji gelê Dûrzî re xwest û êrîş şermezar kir.
Fermandariyê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:
“Di êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî gelê Suwêyda ya 25’ê Tîrmehê de zêdetirî 250 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes brîndar bûn. Her wiha bi sedan kes ku piraniya wan jin in ji alî DAIŞ’ê ve hatin revandin. Ev komkujiya ku êrîşên întîxarî yên li pey hev û gulebarana bêserûber pêk hat, ji alî me ve bi xemgîniyeke mezin hat dîtin.
Ev êrîş rûyê rast yê DAIŞ’ê careke din raxist holê û pêwîstiya tunekirina vê koma terorî bi awayekî vekirî derxist holê. DAIŞ hîn jî weke tehdîdeke li hember gelê Sûriyê û hemû Rojhilata Navîn hebûna xwe didomîne.
HER DEM EM AMADE NE
Weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG), hewldanên me yên domandina têkoşîna li hember DAIŞ wê ji her demê bêhtir bidome. Weke hêzên parastinê YPG-YPJ, şerê me wê li her dera ku terora DAIŞ’ê lê heye, bidome. Em biryardariya xwe ya parastina gelên Sûriyê ku gelê Durzî jî di nav de careke din diyar dikin û dibêjin ger pêwîstî hebe wê Yekîneyên Parastina Gel li her derê ji bo parastina gel amade be. Ev êrîş di nêrîna me de bi qasî êrîşeke li ser Cizîr û Kobanê giran û biêş e.
Em ji gelê Durzî re sersaxiyê dixwazin, kesên ku di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye
NÛÇE

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye

20/06/2026
Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in
NÛÇE

Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in

20/06/2026
19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re
CIVAK Û JIYAN

19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re

20/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
ROJEV

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

20/06/2026
Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
Roja Cîhanî ya Penaberan: Êşa berdewam û hêviyên nû
CIVAK Û JIYAN

Roja Cîhanî ya Penaberan: Êşa berdewam û hêviyên nû

20/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.