Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dibistana Şoreşê

04/04/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Sed salên Komara Tirkiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Faruk Sakik

Di 4’ê Nîsanê de Kurd ji bo rojbûna Rêber Apo pîroz bikin, berê xwe didin Amara. Çima û ji ber kîjan sedeman kurd berê xwe didin Amara?

Heger pirtûka nivîskar û şoreşgerê Kurdistan M. Saît Uçlu ya ‘Vejîna li Welatê Rojê Amara’ werin xwendin wê bersiv were dîtin. Em pêşniyar dikin ku derfetên we hebin wê pirtûkê bixwînin. Dema we pirtûk xwendin hûnê di bin navê Amara da Kurdistanê nas bikin. Rêber Apo  nas bikin. Rêber Apo jî di salên zarokatiyê de li ser wê axê li ser wê dîrokê,  li ser wê çandê, li ser jiyana wê civakê dest bi lêgerîna azadiyê dike. Û dibîne.

Rêber Apo di parazmameya xwe de, kesayeta xwe wiha tîne ziman;

Min zanîngeha ‘ilmê siyasî’ ku dihat naskirin û kevn bû, heta sinifa dawî, bi serkeftineke mezin xwendibû. Encam ew bû, qabîliyeta hînbûnê derbeke xedar a mirinê xwaribû…

Paşê min ‘dibistana şoreşê’ hilbijart ku ew jî mîna kevirê aşekî bêrehim bû û jiyan dihêra…

Her tiştî ji vê derê û bi vê biryara ‘dibistana şoreşê’ dest pê kir. Di destpêkê de di vê dibistanê de ew bi xwe perwerde bû.

Doza Kurdistan li vê dibistanê analîz kir. Di vê dibistanê de bû xwedî ezmûneke mezin. Piştî demek bû xwediyê vê dibistanê. Hin ciwanên pê bawerî anîn li dora fikr û ramanên wî kom bûn.  Şagirtên vê ‘dibistana şoreşê’ roj bi roj zêde bûn.

Rojo hat ev şagirtên wî li Kurdistan belavbûn û ramanên vî mamosteyî belav kirin. Encam girtin. Li Kurdistan hişyariyek çêbû û gel jî berê xwe dan vê dibistanê. Piştî demek serhildanan destpêkir. Pêvajoya têkoşîna azadiya Kurdistan dest pê kir. Sal û dem derbas bûn kurdan ew wek rêberê xwe bi nav kirin. Edî ew serok, rêber ê pêşeng bû.

Lê ji vê navendê ji bo şoreşa cîhanê, ji bo çareseriya pirsgirêkên mirovahiyê, ji bo aştî û azadiyê û ji bo paradigmaya Konfedereralizma Demokratîk jî amadekarî dihat kirin.

Ev amadekarî jî gihîştin encamekê. Li Rojavayê Kurdistan sistema rêveberiya xweser ku li ser bingeha vê paradigmayê hatî sazkirin avabû. Ev statuya xweseriya Demokratîk, li Rojhilata Navîn bû emsal. Êdî li her deverî Mamosteyê vê dibistana şoreşê dihat axaftin. Ji bo gelan bûbû hêviyek û ji bo desthilatdaran jî bûbû tirs û xofek. Ditirsiyan wê li her deverî belav bibe û desthilatdariya wan ya zordest ji dest wan here.

Çi kirin? Komployek navnetewî dane destpêkirin. Piştî Rêber Apo dîl hat girtin û radestî Tirkiyê kirin jî nesekinîn. Dozaja tecrîd û hiqûqsiziya li ser wî roj bi roj zêdekirin. Ew li hundir bû, lê li derve paradigmaya wî di çareseriya gelek pirsgirêkan de rêhbertî dikir

Piştî ku Rêber Apo dîl hat girtin, Kurdan rojbûna wî wek rojbûna gelekî qebûl kirin. Ew axa li ser hatibû dinê pîroz dîtin. Ew avahiya lê hat dinyayê wek ziyaretgehekê pejirandin û her sal di 4’ê Nîsanê de di rojbûna wî de, ber bi Amara meşek lidarxistin. Ji çar aliyên Kurdistan û metrepolên Tirkiyê mirov ber bi amara ve birê ketin.

Fikr û ramanên wî, paradigmaya wî li cîhanê belav bû. Li gelek deverên cîhanê pirtûkên wî xwendin, kesên ku ew naskirin ji bo azadiya wî ketin nav hewldanan. Û ji bo azadiya wî ya fizikî di 10’ê Cotmeha 2023’an de pêngavek dane destpêkirin.

Çalakiyên cûr be cûr têne lidarxistin. Herî dawî di berxwedana Wanê de ev hemle derbasî qonaxek nû bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.