Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyên Êzidî yên gundê Basûfanê neçar dikin ku zarokên xwe bişînin mizgeftan da ku dersên olê bibînin. Her wiha ji ber ku fermanên çeteyan qebûl nekirin gelek şêniyên gund hatin binçavkirin.
Li gorî çavkaniyeke ji gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa diyar kir ku ketîbeya bi navê Feyleq El-Şam a girêdayî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyên Êzidî yên gund neçar dikin ku zarokên xwe bişînin mizgeftan da ku dersên ola îslamê bibînin.
Çavkanî destnîşan kir ku 2 welatiyên gund (A.S. û F.S.) ji ber ku fermana çeteyan qebûl nekir û red kir ku zarokên xwe bişînin mizgeftê, ji aliyê çeteyan ve hatin îşkencekirin.
Çavkaniyekî din ji gundê Kaxirê yê girêdayî navçeya Mabata destnîşan kir ku çeteyên bi navê Ketîbeya El-Hemzat bi sêrkêşiya Ebû Emşa dibistana gund veguherandine dibistaneke leşkerî.
Çavkanî tekez kir ku çeteyan mala welatiyê bi navê Henan Erabo veguherandiye mizgeftê û li wê derê zarokan perwerde dikin. Her wiha çeteyan mala M.K. li aliyê başûrê gund jî rûxand.
Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê navenda Yekitiya Êzidiyan a Efrînê beriya 2 mehan teqandibûn û peykerê Zerdeşt û hemû pirtûkên girêdayî ola Êzdayetiyê şewitandibûn…ANHA






