Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan

03/04/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Çend têbînî der barê rewşa weşangeriyê de
Share on FacebookShare on Twitter

Kemal Necim

Di nivîseke berê ya vê quncikê de me behsa nifşê ciwanan û xebatên çandî û wêjeyî kiribû. Me gotibû ku çalakî û xebatên çandî ji bo ciwanan derfet û jîngehê peyda dike ku nasnameya xwe ava bikin. Her wiha ji wan re karîn û jêhatîbûnê peyda dike ku karibin bi çandên cuda re têkiliyê bikin.  Xebatên çandî yên ji bo ciwanan di pêvajoya pêşdebirina civakan û bidestxistina pêşketinên ku dibin egera pêşketina civakan, pir girîng û pêwîst in.

Her wiha me behsa wê yekî kiribû ku dûrbûna nifşên ciwan ji çalakî û xebatên çandî û wêjeyê mirov nikare tenê weke rûdaneke asayî lê binêre. Pêwîste weke pirsgirêkekê mirov lê binêre û hewil bide sedemên wê bizane û karibe vî nifşê civakê tevlî nava liv û tevger û çalakiya rewşenbîrî û çandî bike. Ji ber ku windabûn û tunebûna nasnameya çandî ya gelan û civakan ji nifşên ciwanan destpê dike, her wiha ew nifş û çîna civakî bêhtir rû bi rûyê hewldanên pişaftin û asîmlasyonê dimîne.

Di vê derbarê de dawiya hefteya derbasbûyî de xebateke girîng û hêja ji bo nifşên ciwan bi encam bû. Encamên pêşbirka kelbesta Kurdî ya Ciwanan hatin eşkerekirin.

Ev çalakî û xebat çar sal in bê navber berdewam dike. Çalakî sala 2021`an ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK`ê û bi sponseriya Komeleya Janê Xelef a Xêrxwaziyê li Ingilistanê tê lidarxistin. Pêşbirk li gorî hinek merc û rê û rêbazan tê lidarxistin ku ciwanên ku temenê wan di navbera 18 û 30 salî de ne û nişteciyê Rojava û Sûriyê ne dikarin beşdar bibin. Her salê jî komîteyeke ji pisporên wêje û helbestê tê bijartin ji bo nirxandina helbestan û destnîşankirina navê sê helbestvanên ku hêjayê xelatê de destnîşan dike. Her sal bi dehan helbestvanên ciwan ên jin û mêr ji hemû herêmên Rojava beşdarî vê pêşbirkê dibin û her carê jî bê alîgirî û cudahî ciwanên ji hemû berêman xelatan werdigrin, ji xwe xelatên pêşbirkê jî dirvanî ne, xelat jî her sal bi ahengeke berfereh û beşdariya ciwanan û rewşenbîran û saziyên ragihandinê radestî xelatgiran têne kirin.

Îsa jî ji destpêka salê ve deriyê beşdarbûna pêşbirkê hate vekirin, 36 ciwanên ji hemû herêmên Rojava beşdarî pêşbirka vê salê bûn ji wan 20 jin û 16 xort bûn.

Ji ber ku ez ji destpêka vê pêşbirkê de, ango ji sala 2021`an di nava komîteya nirxandinê de me, min dît çawa sal bi sal hijmar û asta helbestan zêde û bilindtir dibe. Bi taybet vê salê li gorî nirxandin û dîtina endamên din ên komîteyê jî, pir helbestên hêjayî xelatkirinê hebûn lê komîte neçar e ku tenê sê belbestan hilbijêre.

Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan derfeteke pir girîng û hêja ye da ku ciwan behremendiya xwe pêşkêş bikin, her wiha asoyên afrandinê li pêşiya wan vedike û her ciwanek hewil dide ku bedewtirîn û xweşiktirîn helbest pêkêşî pêşbirkê bike, helbestvanên ku beşdar dibin û yên ku xelata werdigirin dê di pêşerojê de bibin helbestvanên afrêner. Her wiha ev pêşbirk dibe mîna bangekê ji bo hemû sazî û aliyên têkildar ku piştgiriya behremendî û afrêneriya ciwanan bikin

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.