Rojnameya Ronahî

Rêveberiya Civakî û Herêmî

Rohat Bulut

Di navbera rêveberiyên herêmî û yên navendî de her tim pevçûn hene. Civak dixwaze xwe bi rêve bibe û xizmetê li gorî pêdivî û berjewendiyên xwe pêş bixe. Lê belê desthilat jî dixwaze civakê û herêmên civakî bi navendê ve girê bide, li gorî berjewendîyên dewlet û destgilatiyên navendî bi rê ve bibe. Erk û pêwira rêveberiyên herêmî û yên navendî gelek caran tên tevlihevkirin. Em bala xwe didinê, her çiqas rêveberiyên herêmî bi bajaran were nasîn û li ser cewhera şaredariyan xizmeteke civakî pêş bixin jî di bingeha xwe de hemû cihên niştecihbûnê vedihewîne. Em dibînin ku rêveberiyên herêmî, li hemû cîhanê di çarçoveya xizmetguzariya civakî de bi xwe re pergalên cuda derxistiye holê û pêşxistiye.

Belê dibe ku dewlet, desthilat û navendî be û rêveberiyên herêmî yanî şaredarî jî parçeyek jê be. Lê têkiliyên di navbera dewleta navendî û rêveberiyên herêmî li gorî prensîban pêş dikeve. Desthilatî li ser esasê domandina serdestiya xwe siyaset û polîtîkayê pêş dixe, lewma jî neçar dimîn e hebûn û heyîna rêveberiyên herêmî bipejirîn e. Ya girîng ew e ku di çarçoveya berjewendiyên civakî de hevsengiyek pêş bikive. Lê belê, pergalên heyî hewl didin ku têkiliya herêmî-navendê bi piranî bi hin reformên asayî bidomînin. Armanc jê jî ew e ku pergalê di warê desthilatdarî, navgîn û asta nûnertiyê de teng neke û bidomîn e. Li aliyê din aşkera ye ku ji bo civakê pêdiviya rêveberiya herêmî her roj zêdetir dibe. Li gel vê yekê jî têkoşîna ku tê dayîn divê bi zanistî û têgihiştî be. Lewre di têkoşîna guherîna vê pergalê de pêwistî bi nasîna pergalê, xitimîna wê û her wiha pêşxistina çareseriyeke alternatîfî heye. Bi taybetî jî di warê hişmendî de pêwitî bi guherînên bingehîn heye.

Dema em bala xwe didinê dibînin ku li dewletên federal, têkiliya di navbera hukûmeta federal û hukûmetên herêmî de ji dewleta unîter cuda ye. Di vî warî de her pergal ji bo ku îsbat bike ku pêkhateya civakî ya herî guncav e û bipejirîne, ji analîza civakî bigire heta analîza siyasî serî li gelek rêbazan dide. Lê belê, ji bo pergalê nêzîkbûna  demokrasiyê û rêveberiyên herêmî di bingeha xwe de li gorî serdestî, asta egocentrîzmê (xwenavendî) û berjewendiyên xwe ye. Li gorî wê di tercîhên xwe de guhertinê dike û nêzîkî çareseriya pirsgirêkan dibe. Di vî warî de çi di asta herêmî-navendî de û çi jî di asta şaredarî û nêzîkatiya çareserkirina pirsgirêkên bajaran de her tim pergal û rêveberiyên navendî li gorî xwe nîzîkatiyekê nîşan didin. Di bingeha xwe de dewlet û desthilat derfetên di dest de parve nake û ew feraseta ku hertiştî ji dest nede her tim di xwe de dihewîn e. Di rastiya xwe de ev rêbazê meşandina şêwazê wê yê siyeseta desthilatî ye. Lê belê ji bo civakê ya herî guncav di ser şaredariyan de pêşxistina xizmetê û xwe rêve birin e.

Dema em li rista şaredariyan û xizmeta wan a civakî dinêrin, girîngiya wan xwe bi zelalî dide der. Şêweya rêxistinî ya şaredariyan, hêz û erkên wan, li gorî siyaseta civakî pêş dikeve. Hin welat hene ku erk û hêza rêveberiyên herêmî qels û bêwate dikin û bi dewlet û navenê ve girê didin.