Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêber APO avakerê jin û jiyanê ye

03/04/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

 Nehîr pale

Zîhniyeta baviksalarî du rê didan pêşiya jinê yan koletî yan jî mirin. Eger jin koletiyê hilbijêre yan jî mirinê hilbijêre, di encama her duyan de wê dawî li hebûna wê were. Jin bimrê jî, ji gotinan xilas nabe û eger sax bimîne û radestî desthilatdaran bibe dîsa rihetî jê re nîne. Di her pêvajoyekê de jina koletî pejirand bi rêbazên cûda ji aliyê mêr ve hatiye bikar anîn û ew rêbaz heyanî roja îro ji aliyê desthilatdar ve têne bikar anîn. Bi taybet jinên ku dikevin xefka mêr de jinên nezanin ku nikarin xwe biparêz in.

Rêber APO di navbera koletî û mirinê de rêya jiyanê nîşanê jinê da, ji bo jin birûmet û azad bijî divê wê riya zirav ku di navbera mirin û koletiyê de ye, hilbijêr e. 68 sale ku Rêbertî li dijî zîhniyeta cinsiyetparêziyê têdikoşe. Di destpêka salên heftê de jin tevlî partiyê bûn, ji malbatê qutbûn û ciyê xwe di nava xebatên rêxistinî de girtin. Qutbûyîna jin ji malbatê şoreşeke herî mezine û gava destpêkê ya têkoşîna jinê bû. Di salên heştê de artêşbûna jin gava duyemîn a têkoşînê bû û niha berferehtir bûye. Rêber APO li pey hevdû berê jinê da heqîqetê.

Li ser asta cîhanê jî sala 1848`an tevgerên jin dest bi têkoşînê kirin, lê belê zêdetirî xwe jinên karker bûn û daxwaza wekheviya di navbera jin û mêr de dikirin û qanûnî têdikoşiyan da ku jin jî di hilbijartinan de dengê xwe bidin. Ne tenê jinên karker pirsgirêkên wan hebûn, pirsgirêkên hemû jinên cîhanê hene û hîna çareser nebûne. Wextê ku saetên kar ên jinên karker kêm bibe yan jî jin di hilbijartinan de dengê xwe bidin têrê nake ku pirsgirêka cinsiyetparêziyê çareser bibe yan jî zîhniyeta mêrê desthilatdar were guhertin. Rêbazên têkoşîna tevgerên jin ên li hemberî sîstema baviksalarî ne têrker bûn. Heyanî niha jî rêbazên tevger û rêxistinên jin têrê nakin ku jin bibe xwedî îrade û hebûna xwe biparêze.

Rêber APO di çareserkirina pirsgirêkên civakî de rol û misyoneke mezin da jinê. Ji bo dîroka jin lêkolînên gelekî girîng kirin û têkildarî jin bi belge agahiyên girîng derxistin holê. Çanda xwedawendan ku mêr tucarî destûr nedida têkildarî wê agahî eşkere bibin, êdî Rêbertî li tevayî cîhanê belav kir. Dîroknas sala 1960 têkildarî jin hinek agahî dan û ew jî gelekî sînordar bûn. Heyanî niha tevayî dewletên cîhanê li dibistanên xwe de cîh nadin dîroka jin an jî têgehekî wisa nadin bikar anîn. Tiştekî bi navê Dîroka Jin tine ye û dema dibîhîzin matmayî dimînin.

Her wiha li Rojhilata Navîn hemû pîvanên di bin navê exlaq û ol de li ser jinê hatine ferz kirin û her tişt li jinê qedexekirine an eyb hatiye dîtin, Rêber APO ew qalib şikandin. Êdî pîvanên jina baş û xurt têne guhertin, berê jina bêdeng di nava civakê de meqbûl bû, niha jina bêdeng zeyîf tê dîtin, li gorî civakê jina teqlîda mêr dike xurt bû, lê niha ew jin di nava jinan de nayên qebûl kirin. Êdî jina têkoşînvan û berxwedêr ku dibe xwedî helwest mînak tê dîtin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.