Rojnameya Ronahî

 ‘YPJ’ê bû vejîn û nasnameya jinên azadîxwaz’  

 Birûc Resûl/Qamişlo

YPJ`ê 11`e salên tijî têkoşîn û destkeftiyên mezin li pey xwe hîşt. Di dirêjahiya van salan de şervanên YPJ`ê bûn hêz û nasnameya jinên Kurd û jinê azadîxwaz yên cîhanê. Berdevke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Roksan Mihemed diyar kir ku bi saya ked û têkoşîna Rêber Apo YPJ`ê hat damezrandin û ji bo tevahiya jinên azadîxwaz bû pira azadiyê.

Di nava dîroka her gelekî de jinên şerker ku artêş bi rêve birine, serokatiya êlan kirine, şûrê xwe hildane û di qada cengê de şer kirine, hene. Têkoşîn wan jinan di roja îro de li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) mayînde dibe. Destpêka sala 2011`an bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jin beşdarî nava Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê bûn. Sala 2013’an bi damezrandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re hejmara jinan di nava hêzên leşkerî de zêdetir bû, ji ber vê tabûrên taybet ên jinan hatin avakirin. Yekemîn tabûra jinan li Kantona Efrînê bi navê Şehîd Rûken 13`ê Sibata 2013`an hat ragihandin, duyemîn tabûr bi navê şehîd Edalet li kantona Qamişlo di 9`ê Adara 2013`an de hat ragihandin û sêyemîn tabûra bi navê Şehîd Dîcle li kantona Kobanê di 24`ê Adara 2013`an hat ragihandin. Di 2-4`ê Nîsana 2013`an de şervanên jin yekemîn konferansa xwe li bajarê Dêrikê li dar xistin. Di konferansê de Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê hat ragihandin.

Di nava van salan de YPJ’ê bi lehengî berxwedaniyeke mezin li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyên din ku hewl dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bikin, nîşan dan. YPJ’ê bi pêşengiya jinên Kurd xwe di hemû bajaran de bi rêxistin kir, paşê ji gelek pêkhateyên din bi taybetî jinên Ereb tevli nava refên YPJ’ê bûn. Hêzên YPJ’ê dîroka bi hezaran salan a jinan ji nû ve zindî kir û careke din bi hêza xwe dikaribû hebûna jinan ji tarîtiyê xilas bike. Îro YPJ’ê mohra xwe li dîroka jinan daye û bûye îlham ji tevahî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re.

Roja 4`ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan e, ev roj ji bo Gelê Kurd zayîna jiyana nû ye. Li ser vê bingehê Yekîneyên Parastina Jin biryar dan ku di 4`ê Nîsanê de hêzeke xweser ava bikin û bi vîneke azad, bawerî û cesaret jinan biparêzin. Di vê çarçoveyê de berdevke Yekîniyên Parastina Jin (YPJ) Roksan Mihemed ji Rojnemeya me re axivî.

 ‘4’ê Nîsanê roja vejîn û jidayikbûne hemû jinan e’

Roksan Mihemed di destpêka axaftina xwe de salvegera damezrandina YPJ`ê li tevahî jinan û gelê azadîxwaz pîroz kir û wiha got: “Roja 4`ê Nîsanê salvegera damezrandina YPJ`ê di heman demê de roja rojbûne Rêber Abdullah Ocalan ne, roja vejîn û jidayikbûne hemû jinan e. Ev felsefa û piradîgma îdolojî ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye ji bo hemî gelan û bi taybet ji bo jinan binerxe û bi taybeta ku em hebûn û xwebûne xwe nasbikin, her wiha hêz, dîrok û nasnemeya xwe nasbikin. Ji bo vê jî ev roj roja jidayikbun û vejînek nûye. Damezrandina YPJ`ê di 4`ê Nîsanê de, pêwîstiya ku hatiya damezrandin ku guhertin û veguhertin di hindirê civakê de bide avakirin, di ware fikir, îdolojî, çandî û civakî de guhertin bide çêkirin. Ji ber ku hemî sîstemên desthiledar di ware fikir, fîzîk, dîrok, nasnema û hebûne gel de siyaseteke pir qirêj dane meşandin ku dixwestin gel dûrî rastiya xwe bikevin. Ji ber vê jî ev guhertin pêwîst dikir, siyasetên ku li ser jin dihat meşandin.”

YPJ`ê ji bo jinên cîhanê bû hêz û bawerî

Roksan bal kişand ser girîngiya damezrandina Yekîniyên Parasyina Jin (YPJ)`ê û bi serfirzî wiha got: “Armanca damezrandina Yekîniyên parastina jin YPJ`ê ew e ku parastina mafê gelê herêmê, destpêkirina tekoşîna azadî û mafê jinê, pêkanîna adelatê di hindirê civakê de, her wiha me taybet jin kir hedefa xwe, ji ber ku ji hemû mafê xwe hatibû qutkirin û gelek sînordar mabû, guhertinên hebûn pêwîst dikir ku were çareserkirin ji aliyê YPJ`ê ve ku di warê fikir, felsefî û leşkerî de guhertinek were çêkirin. Bi destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmehê re, pêwîstiya ku me dît, parastina rewa bû ku civakeke demokiratîk û îkolojîk ava bikin. Yekîniyên Parastina Jin YPJ`ê wê çawa karîbû cûdabûne xwe ji artêşên din bide çêkirin; helbet ev di hemû cîhanê de hate raberkirin ku ji destpêka damezrandina wê û heya roja îro pîvanên me ji xwe re esas girtin hem di warê demokiratîkbûna civakê, wekhevî, edalet, îkolojî û azadiya jin de bû. Her wiha pêwîst bû ku em wekî jin xwebûne xwe hîsbikin û nasbikin ku çawa em jin bi fikir, îradeya û nasnemeya xwe tevî vê şoreşê û teoşînê dibin. Ev jî ji bo serfiraziye ku îro YPJ`ê den vede li tevahî cîhanê û bû hêz ji hemî pêkhateyan re.”

‘YPJ`ê bû sembola azadiyê û rizgariyê li tevahî cîhanê’

Roksan Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Şoreşa 19`ê Tîrmehê guhertine pir mezin da çêkirin ku îro jin di hemû qadan de cihê xwe digire, di hemî cîhanê de rengê jinê derneket pêş û hete ku girîngî ne didan jinê, lê şoreşa Rojava guhetina ku çêkir, jin ji nû ve vejîn kir û bû naskirin û azadiya hemî cîhanê. Di şerê Kobanê de YPJ`ê di wê şerî de serkeftin têde mesoger kir, her wiha li hemberî çeteyên DAIŞ`ê şer kir ku artêşên mizin û xwedî teknîk nikarîbûn li hemberî DAIŞ`ê şer bikin. Bi pêşengtiya YPJ`ê çeteyên DAIŞ`ê li Kobanê hatin şikandin û dawîkirina wan hat. Yê rola herî mezin ku di şer de leyist YPJ`ê bû, fermendar û şervanên YPJ`ê di vir de sekin, fikir, îrade, îdolojî, cesareta xwe û şerê ku daye meşandin, her wiha bi wê berxwedanê û wê hêzê ku bi girêdana axa xwe ve û welatparêziyê ve Kobanê û hemî herêman hatin rizgarkirin ji çeteyên DAIŞ`ê. Ji ber vê yekê êdî YPJ`ê bû sembola azadiyê û rizgariyê li tevahî cîhanê.”

‘4`ê Nîsanê vejîna jiyana nû ye’

Roksan diyar kir ku 4`ê Nîsanê zayîna jinên Kurd e û wiha domand: “Me bi saya bîrdoziya Rêber Apo hebûna xwe bihêztir kir, ji ber vê roja 4`ê Nîsanê roja zayîna gelê Kurd e. Bi taybetî weke jin heger em binirxînin, ji zayîna gelê Kurd zêdetir 4`ê Nîsanê ji bo me jinan vejîna jiyana nû ye. Damezirandina YPJ`ê di heman dîrokê de ye, ji ber vê 4`ê Nîsanê ji bo me xwedî girîngî û wateyeke mezin e. Ez weke kesayet nasname, hebûn, fikir û vîna xwe di nava refên YPJ`ê de dibînim. Ji lewre çawa ku Rêber Apo kedeke mezin ji bo me jinan da, em ê weke şervanên YPJ`ê ji bo azadî û parastina civaka xwe têbikoşin.”

‘Jin dikaribû zincîra koletiyê bişkîne’

Roksan Mihemed serkeftinên ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi dest xistine wiha anî ziman: “Avakirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jinên Kurd pêk hat, ji ber feresata xwe ji neteweya demokratîk digirt. Bi hezaran pêşengên jin, bi hêviya şoreşa Kurdistanê pêk were bedelên pir mezin dan û YPJ’ê jî li Rojavayê Kurdistanê li ser vê felsefeyî meşiya. Destkeftiyên ku ketin destên YPJ’ê di gava yekem de Neteweya Demokratîk ava kir. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek sazî û dezgehên ku neteweya demokratîk esas digrin hatin avakirin. Ev gav di nava civakê de bingeh û hêviyek mezin ava kir ku hemû pêkhate cihê xwe di pergala Neteweya Demokratîk de digrin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê eşkere kir ku civak vedigere ser koka xwe. Îro jin dikarin bi awayekî rehet zincîrên koletiyê bişkînin û weke çemekî bêsînor biherike. Bi pêşengiya jinên Kurd şoreşa Rojavayê Kurdistanê bûye navneteweyî.”

YPJ bû hêviya hemû jinan

Berdevka YPJ`ê Roksan Mihemed di dawiya axaftina xwe de girîngiya rola Yekîneyên Parastina Jin di nava civakê de wiha anî ziman: “YPJ`ê ji bo hemû jinan bû cihê baweriyê, meraqa jinan di nava YPJ’ê de heye. Çima bi taybetî roja damezrandina YPJ’ê di 4’ê Nîsanê de ye? Ji ber hebûna Rêber Apo hebûna tevahî jinan e. Jinan artêşa xwe avakirin û xwedî li parastina tevahî jinan derketin. Ji bo vê jî ev damezrandin ji bo jinan nûbuneke. Di nava şerê Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî de YPJ`ê rola xwe lîst. Di heman demê de bi bîr û bawerî li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wê şer dikin, di nava şeran de rengê jinan li pêş e. Dema gel li artêşbûna jinan mêze dike wê demê bandoreke mezin dide avakirin, dema dijmin bi çavên xwe dibînin jin li hemberî wan şer dikin wê demê tirs bi wan re çêdibe. Çeteyên DAIŞ’ê jî di nava şer de digotin divê em bi destên jinan neyên kuştin, bi taybetî dema dengê tilîliyên jinan dihatin.”