Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êş û Jan

31/03/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Durûtiya Ewropiyan û cîhanê li hemberî Kurdan
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan Şînda

Jiyan du alî ye. Alîyek yê jiyanê xweşî û alîyê din jî nexweşî ye. Xweşî çi qeder rastiya jiyanê ye, nexweşî jî ewqas rastiya jiyanê ye. Jiyan ne bê êş dibe ne jî bê xweşî dibe.

Dema behsa nexweşîyê tê kirin, mirov vediciniqin. Ji ber ku hêza wê xurte û mirovan diêşîne. Ango di bingeh û rastîya nexweşîyê de êş û jan heye. Ji ber ku mirov ji êş û janê hez nakine û ew nikarine zêde xwe li ber bigirine; lewra ew ji wê direvine. Gelo êş tiştek çawa ye û çi di hundirê xwe de dihewîne? Êş, rastîyê di hundirê xwe de dihewîne û ew rastîya mirovan derdixe holê. Rastîya ku êş derdixe holê, rastîya heqîqî ye û ne weke ya xweşî derdixe holê ye. Rastîya xweşîyê, ya sere sere ye û ew ne qayîm e. Lê rastîya ku nexweşî derdixe holê, janê di hundirê xwe de dihewîne û ew ji mirovan di bin ezmûneke rastî re derbas dike. Ji ber ku êş, rayên xwe berdide di nava kûrahiyên dilê û giyanê mirovî de, ew dil û giyanê mirovî dide li ber xinceran, şûran, guleyan. Gurzên ji yên Rostemê Zal girantir li dil û hinavê mirovî diwerîne. Weke danê di conî de, çawa dema mîrkut lê dikeve û qalikê wî danî ji ser dibe û dike pap û danî tazî dihêle, jan jî eyn welê ye; dema ew dikeve di nava dil û giyanê insanî de, esaleta mirovî derdixe holê. Lê ya girîng ew e ku mirov bizanibe ka mirov çi qeder dikare xwe li ber êşê bigire û çawa dikare ji şewqa wê de bê der.

Dema jan dikeve di nava dil û giyanê mirovî, ew mirovî diguvêşe û gelek mirovan jî ji bayê xwe têxe. Li gorî giraniya janê, ew mirovan ji darê dinyayê dike û dinyayê li ber çavên wan reş dike. Cureyên êşê hene ku yek ji wan êşên herî giran jê êşa dil e. Jana ku dikeve di nava dil de, yek ji êş û janên herî giranin ji bo mirovî. Kula dilî, kulekî bê hempa ye û ew yek ji janên ku herî zêde mirovî têşîne ye. Lê ew rastiya mirovî jî datîne li ber çavên mirovî. Ka mirov çi qeder xwedî vîn û bawerî ye û mirov çi qeder dikare li vîna xwe xwedî derbikeve. Ew jana ku êrîşî dilê mirovî dike, dilê mirovî misqal bi misqal, dîrhem bi dîrhem hişk dike. Ew kezeba mirovî dişewitîne, dil û hinavê mirovî dide li ber daxan, lê dilopeke xwîn jî jê nayê. Êşeka din ya herî giran jî êşa kezebê ye ku mirovî li ser rûyê dinyayê ji her tiştî qayîmtir dike. Li gorî kesên ku êşa kezebê dîtine, ew naşibe tu tişteke din. Yan ji tu tişt, tu êş û jan nîne ku bişibe êş û jana wê. Ew ewqasî girane û bandora wê ewqasî zêde ye, giyan, dil û mejîyê mirovî têk dibe. Bê goman ew rastîya xwerî ye ji bo mirovî û çi rastîyên din li ser wê re nîne. Heke mirov ne serwext be, ev êş dikare him ji aliyê derûnî ve û him jî ji aliyê fîzîkî ve xisareke mezin ji bide mirovî. Ya rast ev herdû cureyên êşê jî mirovî di halê xwe de dihelîne û mirovî ji wî halî dibe haleke din.

Belê, divê mirov ji ber rastîyên jiyanê nereve û xwe nede alîkê. Êş û jan çi qeder giran dibin bila bibin, cewherê mirovî dikare wan sivik bike yan jî rê bide ku mirov di nav wan êş û janan de bixeniqe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.