Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mizgîniya Tevgera Azadiyê Misogeriya Pêşeroja Birûmet e

31/03/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Share on FacebookShare on Twitter

Fener…

Idrîs Henan

Mehek zêdetir agirê Newrozê şewqa xwe li her derê belav bûye û tarîtiya di quncik û koşeyan têk biriye. Êdî tiştek bin cilê nemaye, Newroza îsal bersiva hemû dudiliyên sergeşt bû. Çeja li Newroza  2024`an zêde bûye, mizgîniya Gerîlayên Azadiyê bû. Lew re, Newrozeke afrîner, xwedawendî û vejîner bû. Bi dehan milyonan Kurd, Kurdistanî û dostên wan li tevayî dunyayê bi ruhê berxwedana Îmraliyê Newroz pîroz kirin. Agirê Kawayê hemdem, Mezlûm Dogan û qêrîna zayîna yekem a Egîdan bi mizgîniya bidestxistina fûzeyên  xistina balafirên bêmirov û xistina 15 celebên balafirên bêmirov, geş û bilind bû. Bi wê mizgîniyê re, giyana tolhildêr û berxwedêr mezintir bû. Bi gotinek din; çawa ku berxwedana Mezlûman û Egîdan naveroka têgihaştina şoreşgerî ya Tevgera Azadiyê diteyisîne, Mizgîniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastina Gel HPG jî, zîrweya wê naverokê ye.

Di demekê de ku tecrîda li Îmraliyê girantir bûye, sîstema îzolekirinê li tevayî beşên jiyanê kengere bûye, dagirkerên Kurdistanê û cehşokên Kurdan li ser têkbirina têkoşîna gelan a  azadî û demokrasiyê di nava têkîlî û hevkariyê de ne, berxwedana Kurdan li çar beşên Kurdistanê bi ser dikeve û li tevayî dunyayê belav dibe, mizgîniya Newrozê ya Hefteya Qeheremaniyê hat. Aliyê wê zeman mekan ve, gelek girîng û watedar e ku helwesteke xof û tirsê di dilê dagirkeran de çêdike. Ji ber ku di wexteke wisa de ku dagirkerên Kurdistanê û ezbeniyên wan amadekeriya oparasyonên qirkirinê dikin, ev mizgînî weke hedekî şoreşgerî yê ku hevkariya wan vala derdixîne, derkete holê. Her wiha, aliyê stratejîk a pêvajoya dîrokî ya têkoşîna gelan a ji bo azadî, xilasî û demokrasiyê ve, pêngaveke zanista şoreşgerî ku li dibistana şoreşgerî ya cîhanî de zêde bû. Ango; zanista bi paradîgmaya misogerkirina azadiyê, bi vê mizgîniyê tacîdar dibe û çi rê û rêçikên têkoşîn, berxwedan û vîna xilasiyê hebin, bi cîhana berxwedêr re hate parvekirin.

Mizgîniya Tevgera Azadiyê ya Newroza 2024`an, belansa diyalektîka dualîteyên çêkirî û ferzkirî sererast kir û hemû nelirêtiyên hebûn, tûşî ji nû ve hesabkirin û fikirînê kirin. Yanê; diyalektîka civakî ku dîrok bi zanista gel aniye vê kêliya îro, ji nû ve xistiye meriyetê û li beramberî çêkiriyên modernîteya zor û şîdetê, xuliqkariya xwezayî ya modernîtaya demokratîk a dayîksalariyê vejand. Ji ber vê jî Newroza îsal cudayî hemû Newrozên derbasbûyî ye ku yekem car e, di dirêjahiya dîrokê de, gelê Kurd insiyatîfê ji destê celadên xwe digire û wan dajo koşeya tarî ya wendakirinê. Pratîka artêşa dagirker a faşîzma tirk li çiyayên Herêmên Parastina Medya, wendabûna mijara gotinê isbat dike.

Rûyê dîtir a vê mizgîniyê jî ew e; ku hemû hewldanên faşîzma tirk yên reşkirin û bêbandorkirina Tevgera Azadiya Kurdistanê aliyê siyasî, leşkerî, dîplomasî û civakî ve, badilhewa çûn. Ev mizgînî ne tenê meseleyekî leşkerî ye, meseleyek di eslê xwe de polîtîk e ku serketina senteza azadiya gelan a bi pêşengiya paradîgmaya Rêber Apo pêş ketiye nîşan dike. Ji xwe hembêzkirina navneteweyî ya hemleya; Azadî ji bo Rêber Abdulah Ocalan, Çareseriya demokratîk ji doza Kurd re, wê serkeftinê bê şîrove rave dike. Îroj ev serkeftin di karakterê Newroza îsal de, bi mizgîniya Tevgera Azadiyê re xwe li hemû meydanên siyasî, dîplomasî û leşkerî dide der. Ango; îroj cîhana ku di çirava kaos û aloziyên çêkirine de, vekeviziye, bi mecbûrî berê xwe ber bi Îmraliyê ve ye. Çinku ti rê ji bilî Îmraliyê li ber wan nemaye. Mizgînî jî di wê wateya polîtîk û leşkerî de stratîjk û di wextê de ye ku pêşeroja azad a gelekî hatibû keviyê tunebûnê misoger dike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.