Monday, May 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jin û emeliyatên estetîkê

31/03/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Zozan CIzîrî

Jinan di her pêvajoyeke dîrokê de girîngî dane aliyê hisn û cemalê. Ev taybetmendî wek parçeyeke xwezaya jinê ne pirsgirêk e, ne jî nîşaneke bêhêziyê ye. Berevajî nêrandineke li jiyan, civak û xwezayê ye. Ango jin ji ber girîngiya dane jiyanê her tim hewl dane xwezaya dewrûber û sekna xwe bi xeml û xêz bikin.

Mixabin roja îro ji ber bandora propagandayên modernîst gelek jin ji vê taybetmendiya xwe ya xwezayî dûr ketine û ketine pey emeliyatên ciwankariyê. Bedena jin ku bi xwe çavkaniyeke xweşikbûn û bedewiyê ye, tê dîtin ku herî zêde jin berê xwe didin navendên ciwankariyê, rojane li ber deriyê dermanên çêkirî yên sîstemê pere dirijînin, bêy ku bizanin derî li nexweşiyên derûnî û fizîkî vedikin. Bi ser de ger em behsa bedewiya fikrî û ruhî bikin, nakokiyek cidî bi navê dûrketina ji xweza û xweşikbûna jin derdikeve pêşberê me.

Tê dîtin ku li gor cinsê zilam bêhtirê xwe jin serî li emeliyatên difna xwe biçûk bikin, hinarkê rûyê xwe tijî bikin, zikê xwe biçûk bikin û hwd. didin. Jixwe dema temen dibe 40 salî, êdî pirsgirêka qermîçokan tam dibe nexweşiyeke derûnî. Vê carê ne emeliyatên estetîkê, ne jî dermanên ciwankariyê têrê nakin. Bandora vê derûniyê dibe sedem ku gelek jin xwe kirêt, kêm û nexweş bibînin. Lewre dema yek jê re bêje “tu xweşik î” rûyê wê geş dibe, dema bêje “çima ev dera te qermiçî ye” cîhana wê ya derûnî hildiweşe, paşê welê dibe ku hinek ji ber eynê ranabin. Li pey vê lêgerîn û hewldana bedewiya şiklî-sînaî êdî girîngiya pêşketina fikrî û felsefî li dawiyê dimîne. Ev jî wek kiryareke hişmendiya modernîst a mirov ji aliyê wateyî û zanistî dûr dixe, dike civakek mezaxker a hundirê xwe pûç û vala derdikeve holê.

Tam jî di vê xalê de ji bo jin li cewherê xwe vegere û nebe pêlîstikeke sîstema yekdestdar a zilam prensîbên Bîrdoziya Azadiya Jin ku Rêberê Konfederalîzma Demokratîk Rêber APO 8’ê Adara 1998’ê eşkere kiribû, girîngî û derbasdariya xwe ya ji bo roja îro bi me dide hesîn. Wekî Rêber Apo destnîşan kirî, yek ji pênc prensîbên Bîrdoziya Azadiya Jinê prensîba etîk û estetîkê ye. Şaristaniya serdest a zilam û kapîtalîst pîvanên bedewbûnê bi awayê ku bedena jin ji fikir, hest û ruh veqetîne pêş dixe. Ev prensîb hewl dide ferd û hebûnên kolektîf ên bi azadî, rêxistinî, têkoşîn û xweseriyê hatine afirandin biparêze. Li gor vê prensîbê bedewiya ruhî, fikrî û hestiyarî yekpare ye. Azadiya fikir û ruh a bi ked û hewldanê tê bidestxistin, însan bi tevahî spehî dike. Ji bo mirov jiyanê jî xweşik û bi estetîk bike, pêwîste xwe ji her cureyên têkiliyên serdest-bindest, kirêtî û qirêjiyên dagirkerî û desteserkirinê afirandine pak bike.

Wek tecrûbeyek li ber çavan tê dîtin ku, jinek di warê laş de çiqas xweşik xuya bike jî, lê gava nekaribe bi du gotinên watedar hest û nêrînên xwe îfade bike, tu qîmeteke wê xweşikbûna laş namîne. Jineke bi fikra ezezî tenê li ber bejn û bala xwe bikeve, lê tu girîngiyê nede xweşikbûna jiyanê û xwezayê pir cihê xwe nabîne, heta tenê wek jineke ji rêzê tê dîtin. Lewre her jinek ji bo di nav çerxên sîstemê de nehele şert e bizane xweşikbûna bingehîn, xweşikbûna fikrî û ruhî ye, zerafet û ziraviya jiyanî ye.

Post Views: 43
ShareTweetPin

Herî Dawî

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.