Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Meclîsa Giştî ya Şengalê hate ragihandin

04/08/2018
in Uncategorized
A A
Meclîsa Giştî ya Şengalê hate ragihandin
Share on FacebookShare on Twitter

Bi boneya salvegera êrîşa li ser Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an li Şengalê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Rayedarên PADÊ, TAJÊ, Meclîsa Damezrîner a Şengalê û Êzidiyên li kampa Serdeştê, parlamentera Êlihê ya HDP’yî Feleknas Ûca, heyetên Suryanî, Asûrî, Keldanî yên ji Bakurê Sûriyê û Mûsilê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û Meclîsa Giştî ya Şengalê hat ragihandin.

Şêniyên Şengalê di salvegera çaremîn a Qirkirina 3’ê Tebaxa 2014’an de Meclîsa Giştî ya Şengalê ragihandin.
Bi boneya salvegera êrîşa li ser Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an li Şengalê meşeke girseyî hat lidarxistin. Rayedarên Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzîdxanê (TAJÊ), Meclîsa Damezrîner a Şengalê û Êzidiyên li kampa Serdeştê, parlamentera Êlihê ya HDP’yî Feleknas Ûca, Berpirsyarê Partiya Bêt Nahrên a Suryaniyan Yûsûf Yakûp û heyetên Suryanî, Asûrî, Keldanî yên ji Bakurê Sûriyê û Mûsilê hatin tevlî çalakiyê bûn.
Jin û zarokên ji nava lepên DAÎŞ’ê rizgar bûn, yên ku hîn xizmên wan dîl girtî ne û Şengaliyên piştre li cih û warê xwe vegeriyan cihê xwe li refên pêş ên meşê girtin.
Di meşê de wêneyên jin û zarokên di komkujiyê de dîl hatin girtin, hatin hildan û dirûşmên “Bimre Xiyanet”, “Bijî Serok Apo” hatin qîrîn.
Girseya gel dema ku gihîşt ber avahiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê nûnerê PADÊ axivî û destnîşan kir ku Êzidî êdî civakeke azad e û amade ye.
Parlamentera Êlihê ya HDP’yî Feleknas Ûca jî bi navê KCD, DBP û HDP’ê axivî û diyar kir ku gelê Şengalê bi tenê nîne, hemû Êzidiyên li çar parçeyan pê re ne. Ûca destnîşan kir ku wê kiryarên DAÎŞ’ê ti carî ji bîr nekin û diyar kir, heta ku jin û zarokên êsîr bên rizgarkirin wê têkoşîna xwe bidomînin.
Ûca işaret bi girîngiya pêkhatina yekîtiya Êzidiyan kir û got, “Ji bo naskirina vê fermanê me gelekî hewl dan, lê bersiva neyînî hate dayin. Cîhan tev li pêşberî vê qirkirinê bêdeng ma. Ancax em dikarin xwedî li hev derkevin. Ji bo vê jî divê em yekîtî û têkoşîna xwe geş bikin. Heta ku em jinên xwe yên di destê wan de ne rizgar bikin, sekn wê li me nebe.”
Piştî axaftinan damezrandina Meclîsa Giştî ya Şengalê hate ragihandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye
NÛÇE

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye

20/06/2026
Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in
NÛÇE

Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in

20/06/2026
19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re
CIVAK Û JIYAN

19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re

20/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
ROJEV

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

20/06/2026
Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
Roja Cîhanî ya Penaberan: Êşa berdewam û hêviyên nû
CIVAK Û JIYAN

Roja Cîhanî ya Penaberan: Êşa berdewam û hêviyên nû

20/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.