Rojnameya Ronahî

Wêjeya zarokan bi zimanê Kurdî hîna li ser çarlepkan e

Kemal Necim

Piştî ku li Rojava derfetên perwerdeya bi zimanê dayikê çêbûn û nifşek zarokên Kurdan bi zimanê xwe li dibistanan dixwînin, êdî mijara afrandin û pêşxistina wêjeya zarokan jî tê gotûbêjkirin.

Têgeha wêjeya zarokan bi qasî têgeha wêjeyê ne kevn e. Wêjeya zarokan di demên kevnar de ji çîrok, stran û helbestan pêk dihat ku ji bo hînkirin, perwerdekirin û kêfxweşkirina zarokan dihatin bikaranîn. Di sedsala hijdehan de, bi pêşketina têgeha zaroktiyê re, cureyek cuda ya wêjeya zarokan derket ku beşên wê û zagonên wê hatin nîşankirin. Ji van pirtûkan ên herî kevn pirtûkên perwerdehiyê bûn ku behsa reftarên zarokan û tîpên alfabeyê dikirin û gelek caran bi wêneyên lawiran û şînahiyê û tîpan dihatin neqişandin.

Wêjeya zarokan dikare bibe hêza geşbûna giyanî ya rast a zarokan. Ev perwerde, di encamê de, dibe sedema avakirina kesayetiya saxlem a xwedî raman û afirîner.

Her wiha dikare zarokan ji bo cîhana sibe amade bike û zarokan ji hêla derûnî, hestyarî, zanistî û pratîkî de ava dike.

Roleke girîng a wêjeya zarokan di dewlemendkirina zimanê zarokan de heye û ziman jî wek em dizanin, ji nêz ve bi raman û bîreweriyê ve girêdayî ye.

Pirtûkên zarokan, dikarin zarokan derbarê vedîtina tiştên cuda û yên weke hev perwerde dike, her wiha wan ji bo dîtina rast, peydakirina çareyan û derbaskirina aloziyan, temamkirina wêne û xêzkirin û hwd jî pewerde dike.

Wêjeya zarokan çavkaniyeke çandî ya girîng e ji ber ku xwendina berdewam a cureyên wêjeyî yên cihêreng rê dide peydakirina hişmendiya zanîna zarokan. Wêjeya zarokan di jiyana zarokan de xwedî roleke girîng e, ji ber ku hin nivîskaran wiha pênase kirine: “Pêdiviya hiş û xeyalê zarok bi cûreyên cûda heye, weke vîtamînên ji bo ramanê, her cureyek aliyekî ramana wî û hestên wî ye, û xeyalên wî bi hêz dike. Lewma yên ku wêjeya zarokan dinivîsin, divê nivîsên xwe ne tenê bi yek cure û celeb binivîsin û di nava sînorê wêjeya netewkê tenê de nemînin.

Li gorî van agahî û pênaseyan pir diyar e ku ne her nivîskar an wêjevanek dikare bi dahênan û nivîsîna wêjeya zarokan re mijûl bibe. Pêwîste dahênerê wêjeya zarokên xwedî piropriya zanista perwerdeyê be, her wiha der barê cîhan û derûnî û xeyalên zarokan de jî xwedî agahî û zanyarî be. Eger wilo nebe dibe ku berhemên ji bo zarokan têne dahênan bandoreke neyênî li bîrwerî û zanebûn û derûnî û reftarên zarokan bike. Angu mirov dikare bêje ku dahênana ji bo zarokan erk û perpirsyariyeke giran e pêwîste nebe barê her kesî.

Li Rojava di salên dawiyê de hin hewildan û ezmûnên der barê wêjeya zarokan de tên kirin, hin kovarên ji bo zarokan têne weşandin her wiha hin wêjevan û nivîskar rêze pirtûkên çîrokan ji bo zarokan dinivîsin û diweşînin, lê naveroka van berheman berî ku bêne weşandin nakeve ber destên pisporên perwerde û derûniya zarokan.

Tişta pir girîng ku xebatên dahênan û nivîsîna ji bo zarokan bi awayekî takekesane pên neyên. Girîng e ev xebat bi hevkariya di navbera kesên pispor û desteya perwerdeyê de pêk bên.