Rojnameya Ronahî

Gelo wê qad ji Nemrûd û Dehaqan re bê hiştin?

Zekî Bedran

Cejna Newrozê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di asta girseyî û berfireh de hat pîrozkirin. Li tevahî Kurdistanê û derveyî welat  Newrozek bi coş hate pîroz kirin. Lê li Sûriyê wateyek xwe ya cuda û beşdariyek cuda hebû. Cejin ne tenê bû cejna Kurdan, bû cejna gelên din jî. Li hemberî DAIŞ’ê bi hev re têkoşiyan. Rojên bi zehmet derbas kirin. Xwîna wan tevlîhev bû. Heta niha di bin êrişan de tiştên baş û xweşik parve dikin. Gel bi stran û rengên xwe li qadên Newrozê bûn.

Rojhilata Navîn di dîrokê de cara yekeme jin evqas rolek aktîf di pêşketinan de dilîzin û pêşengiyê dikin. Hat dîtin ku dema ji aliyê desthilatê ve netewperestî li gel nayê ferzkirin û li dijî hev nayên tûjkirin çawa dibin yek. Desthilat ji bo ku gelan bixin bin destê xwe de wan li hemberî hev tûj dikin û naxwazin bibin yek. Netew dewlet dixwazin netewên pir navendî û homojen ava bikin. Weke li Tirkiyê û Sûriyê netewdewleta bi armanca yek gel û yek ziman li gelan ferz dikin. Halbûkî ev ferzkirin ne li gorî pêşketinên dîrokî û civakî ye. Xweza û avabûnên civakî ne yekperest in. Li şûna ku gel bi darê zorê yê dewletê û bîrdoziya wê re bên rêvebirin û bi zorê netewek bê avakirin, netewên bi dilxwazî û hevpar bi awayek demokratîk bê avakirin, netew dikarin bi biratî û wekhevî bi hev re bijîn. Ji bo avakirina jiyanek wiha artêş, polîs, istixbaratê, xerckirina bi milyon dolaran ne pêwîst e.

Heta niha li Sûriyê Kurd ne xwedî mafê ku bi nasnameya xwe bi azadî bijîn bûn. Bi awayek beşî jî weke hemwelatiyên Sûriyê nedihatin dîtin. Ji mafê perwerdeya bi zimanê xwe mehrûm bûn. Di bin bişaftinek dijwar de bûn. Ev jî dê di encamê de gelê Kurd bikira Ereb û dawî li hebûna wan bianiya. Dewleta ku pêşengî ji van polîtîkayan re dikir di esasî de Tirkiye bû. Ji dema avakirina komarê heta niha stratejiya “yek ziman, yek gel” esas girt. Jixwe Ermenî, Rûm û Asûrî di qirkirinê re derbas kiribûn. Ev sed sale qirkirina li ser Kurdan jî bê navber didome. Ziman, nasname û çanda Kurdan hatiye qedexekirin û hebûna wan hatibû înkarkirin.

Ev 50 sale Kurd li mafê xwe digerin. Bersiva dewleta Tirk a li hemberî wê dîsa tundî û perçiqandin, rêbazên kevin ên zextê bûn. Nefikirîn ku rêyên zagonî û demokratîk vekin, pirsgirêk bi diyalog û rêyên hiqûqî çareser bikin. Guherînek biçûk jî di hişmendiya sed salî ya înkar û îmhayê de çênebûye. Cîhan guheriye, Kurd guherîne, teknîka ragihandinê evqas pêş ketiye lê hişmendiya înkarperest di cihê de asê maye. Ji bo vê bi dehhezaran mirov hatine qetilkirin, bi milyonan mirov ji axa xwe hatine derxistin. Bi trilyonan dolar ji bo wêraniya vî kerî hatiye mezaxtin, derfetên awarte hatine berhewakirin.

Di şerê li Sûriyê li dijî DAIŞ’ê hatî meşandin de, bi pêşengiya Kurdan rêveberiya xweser a demokratîk hatiye avakirin. Li van herêman ne tenê Kurd dijîn. Bi Ereb, Tirkmen, Ermenî, Asûrî-Sûryanî, û hwd re bi hevre ne. Ya ku di Newrozê de qad rengî kir û Newroz kire cejna hevpar ev gel tevahî bûn. Dewleta Tirk çima ji vê dîmena ku Sûriye veguherandiye qada cejnê û azadiyê bêzar dibe? Erdogan dibêje, “Emê operasyonên li Bakurê Sûriyê nîvçomayî temam bikin”. Dagirkirina Efrîn, Bab, Cerablûs û Serêkaniyê têr nabîne. Dibêje, ezê ji Dêrikê hetanî Efrînê yanî axa Kurd lê dijîn dagir bikim. Çima azadiya Kurdan, bi nasnameya xwe li ser axa xwe jiyîn evqas dewleta Tirk aciz dike? Ji xwe re maf dibîne ku Qibrisa biçûk a 200 hezar Tirk lê dijîn dagir bike û ji wan re dewletekê ava bike. Dibêje bila dewleta Filistînê bê avakirin, lê dema gotin tê Kurdan dibêje bila ew li vê cîhanê nemînin. Li Efrînê şêniya Kurdan serwer bû. Kurdan zarokên xwe bi zimanê xwe didan xwendin. Lê piştî Efrîn dagir kir tişta destpêkê kirî perwerdeya bi zimanê Kurdî qedexe kir. Ne tenê li hindirê Tirkiyê, ji derve jî ziman û çanda Kurdan dike armanc. Qesta hebûna Kurdan dike. Tişta jê re dibêje “Emê dagirkirina nîvçomayî ya li Bakurê Sûriyê temam bikin” tê wateya temamkirina qirkirina Kurdan. Kurd nikarin li herêmên ku Tirkan dagir kirine bimînin. Çeteyên DAIŞ’ê, Ixwanî û çeteyên din dişînin ser serê Kurdan. Milkê wan tên talankirin. Derfeta ku careke din Kurd li axa xwe vegerin ji holê radikin.

Gelo Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê di Newrozê de geş bû û veguherî cejnê xweşike û ji bo gelan baş e, yan jî dîmenê bi balefir û tangan, qetilkirin û wêrankirinê ku veguheriye dojehê? Bersiva ku gelê Sûriyê û raya giştî bide vê pirsê wê rewşa şer diyar bike.

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle