Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Heftiya Qehremantiyê;Lûtke û sembola berxwedanê ye

27/03/2024
in ROJEV
A A
Heftiya Qehremantiyê;Lûtke û sembola berxwedanê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Pêşengên PKK’ê, ji 21 heta 28’ê Adarê navê xwe di nava dîroka lehengiyê de dane nivîsandin û dîrok dane guhertin. Ew zarokên gelê Arî bûn, ji gelê xwe re xizmet kirin û heta roja me ya îro bi rihê wan têkoşîna azadiya Kurdistanê didome.

Qonaxên qehremaniyê yên mirovayiyê hene. Ev qonax bi hezaran sal derbas bibin jî, di hişê mirovayiyê de dibin bingehê wêrekî, rûmet û sekna ku berê xwe daye rojê. Qehremanên gelê Kurd jî navê xwe di rûpelên dîrokê de nivîsîn û hefteya qehremaniyê li ser navê wan hat îlankirin.

Hefteya Qehremantiyê bi Newrozê dest pê dike heta 28`ê Adarê dewam dike

Hefteya QeheremanTiyê di dîroka gelê Kurd de bûye rojek ku mirov ti carî ji bîr neke. Ev roj bû dîroka azadiyê. Rûxme ku derfet û imkanên wê demê gelek kêm bûn jî wan hevalan bi sekin û helwesta xwe ji bêderfetiyê derfet ji gelê Kurd re afirandin. Ew leheng bi xweşîkbûna biharê re dibişkivîn û vedibûn. Roj bi roj berxwedan û têkoşîn zêde dibû. Ji çar kesan destpêkir û heta bi hezaran hatin. Ev kûlîlkek bi navê xwe gelek kulîlk zêde kirin û mezin bûn. Ev kulîlk yek ji wan navê wî Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmûd Zengîn û Eşref Anyik e. Wan di têkoşîna azadiye de canê xwe bi riya qehremaniyê re feda kiribûn.  Dewleta tirkî ya faşist ku digot “Me êdî Kurd û Kurdistan ji holê rakirin” û heta ji xwe re digotin “Me kurd kuştin; me Kurd kirin gorê.” Lêbelê dîsa pîştî gelek salan ji nûve rengê biharê bi têkoşîneke mezin derket holê. Ti zehmetî bê xweşî nabin û ti xweşî jî bê zehmetî nabin, herwiha di rastiya Kurd û Kurdistanê de, bi hev re du kêliyên guhertinê pêk tên. Di her kêliyê de di rastiya gerdûnê de jî guhertinên mezin çêdibin.

Rêwiyên heqîqetê bûn û gihiştin heqîqetê

28`ê Adarê û 18`ê Gulanê bûne pirek ji xelasiya gelan re. Ev pir di pêşengiya Egîd de, cara yekê di 15`ê Tebaxa 1984’an de, guleya yekê di mejiyê nijadperestiya dewleta tirkî de teqand. Vê carê piştî demên gelek dirêj dîsa ji nûve ev deng bû dengê cesaret û hêviyê. Egîd hêviya gelê Kurd wekî ronahiya rojê ronî kir. Egîd bi sedan Egîd gihandin û avakir. Şeva 18`ê Gulanê, Ferhad, Necmî, Mahmûd û Eşref, seat 4`ê sibêhê destên xwe dan hev û wekî ku wê dîlanê bigirin, dîlana azadiyê. Van lehengan ji bo tariya şevê biçirînin û bigihin berbanga sibehê, di berbanga sibehê de bi agirê bedena xwe şeva tarî ronahî kirin, di şeva tarî de stiranên azadiyê gotin. Ji bo rojên zemet xwestin kêliyên rizgariyê û kêfxweşiyê bidin avakirin. Di tariya şevê de li ber ronahiya agirê xwe stiranên cesaret û qehremaniyê digotin “Hevalno eger hûn ji me hes dikin hûnê agirê bedena me netefînin. Em di xwazin ji agirê bedena xwe stiranên azadî û serkeftinê bêjin û em roja ronahiyê ava bikin. Êdî em kêfxweş in ku niha nezî rêheval Mazlûm dibin.”

Di hefteya Qehremantiyê de ev leheng tev ji rastiya jiyanê pelên ji agir bi qasî çiyayên bilind di nava dilê lehengê dilmezin de cesaretekî bilind ava kirin. Ev rastî doza şoreşgerî bi watetir kiribûn û wateya van qehremenan di dîroka PKKê de gihîşt asteke wisa ku ji dijmin re bûye derseke gelek mezin, li hember mirinê jiyana azad û bi wate derxistin holê.

Têkoşîna ji Zindanan heta  Çiyayên Azad 

Bi Kawayê Hesinkar qehremaniya Kurd dest pê kir û bi berxwedana Mazlum Dogan a sala 1982’an li zindana Amedê bû hemdemîn, di 28’ê Adarê sala 1986’an de jî bi Mahsûm Korkmaz li çiyayê Gabar a Botanê li dijî faşîzma leşkerî ya 12’ê Îlonê bi berxwedana gerîlayan bêtir hemdem bû, bû dîrokî. Ji zindan heya çiyê û ji çiyê heya gelê Kurd bû riya azadî û hebûna gelê Kurd.

Fermandar Egîd qehremanê gelê xwe

Şehîd Egîd Tebaxa 1984’an de li gel komek hevalên xwe, wekî fermandarê erkê çalikiyê destpê dike û pêşiya şerê çekdarî vedike. Heval Egîd dibe tirsa dilê dewleta tirkî û kezeba leşkerên tirkî diqetîne. Di demek kurt de heviyek mezin di dilê gelê xwe de ava dike û Şehîd  Egîd dibe qehremanê gelê xwe. Bi lehengî û qehremanî dikeve dîroka Tevgera Azadiyê û dikeve dîlê gelê xwe. De 28’ê Adara  sala 1986 an  de, di  şerekî de li Gabarê  bi lehengî cihê xwe di nav kerwanên azadiyê de digre û digihije asta  şehadetê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.