Gerîlayên HPG’ê li Şirnex, Colemêrg û Sêrtê li artêşa Tirk xistin. Di çalakiyan de herî kêm 14 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev daxuyanî da:
Artêşa TC a dagirker bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov û wesayitên zirxî roja 2’ê Tebaxê li herêma gundên Şavte, Sêkranê û Şêrvanê dest bi operasyonê kir. Hêzên me heman rojê saet 11:30’î li dijî yekîneyeke operasyonê çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de roja 1’ê Tebaxê saet 02:10’an li herêma Navyana Şêxa ya Şirnexê li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker a li ser girekî nêzî Girê Misto bû, çalakiyek pêk anîn. Ji çar baskan ve li çeper û stargehên dijmin hate xistin û 8 çeperAên dijmin ên li ser gir bi temamî hatin rûxandin. Cebilxane û dozereke li ser gir jî hatin rûxandin. Di çalakiyê de 11 leşkerên dijmin hatin kuştin û gerîlayên me çûn ser hemû cenazeyan. Çekek BKC jî ji ser cenazeyên leşkeran hate rakirin.
Sibeha 2’ê Tebaxê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de li dijî leşkerên li ser girê Şehîd Sorxwîn çalakiyek hate kirin. Bi derbên xurt 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.






