Piştî ku bajarê Efrînê hat dagirkirin dibistan hatin rûxandin, zarokên Efrînê yên li herêma Şehbayê dîsa careke din dest bi perwerdeya xwe kirin. 723 zarokên Efrînê li Dibistan Ehdes ya ku ji ber şer ruxyaye û rêjîm û çeteyan weke navendên xwe jî bikaranîne, dest bi perwerdeya xwe kirine.
Zarokên Efrînê ji bo fêrî zimanê xwe bibin û ji xwendina xwe qut nebin, li nav kavilan û li ser hesîran dixwînin.
Li koçberiyê di nav kavilan de 723 zarokên Efrînê tenê ji bo fêrî zimanê xwe bibin, têne wê dibistanê. Dibistana Ehdase; di wextê rejîmê de girtîgeha zarokan a Helebê bû û çeteyên DAIŞ`ê jî di navbera salên 2014-2015`an de wek navend bi kar anîn. Jixwe heyanî ku ev herêm rizgar dibe girtîgeha Ehdas ji gelek aliyên xwe ve di encama şer de dirûxe û gelek ziyan dibîne.
Dibistan 6’ê Hezîranê vedibe û zarokên Ehdasê 500 m dimeşin heyanî digihîjin dibistanê. Li dibistana Ehdas şagirtên refa yekemîn heyanî refa 12`emîn dixwînin.
Şagirtên dibistana seretayî saet di 07:30’an berê xwe didin dibistana xwe. Derfet kêm in û ew zarok neçar dimînin heyanî saet 11:002’an di bin wan kavilan de û li ber germahiya rojê bixwînin.
Şagirtên dibistana navîn û amadehî jî, ji saet 15:00’an diçin dibistana xwe û heyanî saet 17:00’an dixwînin. Li ser materyalên Rêveberiya Xweser û ji refê 4`emîn êdî şagirt li gel zimanê kurdî fêrî zimanê Erebî, Fransî û Îngilîzî dibin.
Materyal weke pirtûk ne tenê li gel şagirtan, di destê hemû mamosteyan de jî nînin û hejmareke mezin ji mamosteyan materyal girtine ser telefonên xwe û ders didin şagirtan.
Zarokên Efrînê yên di encama dagirkeriya dewleta Tirk koçberî herêma Şehba bûn hesîr li refên xwe yên bê derî û pencere radixînin û bi mereq li mamosteyên xwe guhdar dikin.
Ezmûnên dibistana seretayî bi dawî bûne yên refa 7, 8,10 û 11`emîn jî ji 1`ê mehê heyanî 10`ê mehê didomin û refên 9 û 12`emîn jî wê 11`ê mehê dest bi ezmûnên xwe bikin…ANHA






