Rojnameya Ronahî

Hunera şêwekarî û nasnameya neteweyî

Kemal Necim

5`ê meha Sibatê ya vê salê şêwekarê Kurd Mihemed Salih Mûsa ji nav me koç kir. Her çiqa ew hunermend di nava kurdan de pir nehat naskirin jî, lê di nivîs û gotarên ku piştî koçkirina wî derketine de diyar bû ku ew şêwekarekî astbilind e û hunereke pir bedew afirandiye.

Di çilrojiya şêwekar Mihemed Salih Mûsa de panêlek hate lidarxistin û hunera wî hate gotûbêjkirin. Ji nava mijarên ku hatin gotûbêjkirin jî, nasname û sembolîzma kurdîtiyê di hunera Mûsa de bû.

Ji xwe weke hemû gotûbêjan mijar hevdû dikşînin û mijara nasnameya hunera şêwekarî jî hate gotûbêj kirin. Hate pirsîn ka gelo mirov dikare nasnameya netewî yan nîjadî li berhemên şêwekariyê bike, ango mirov dikare bêje ku ev tabloya şêwekariyê Kurdî ye, yan Fransî ye?

Di nêrîn û gotûbêjan de hate gotin ku nasnameya hunera bedew, ango ya şêwekarî berî her tiştî nasnameya mirovî ye, lê nîjad û netewa kesê şêwekar dikare nasnameya xwe bide berhemê, ango bi rêya tabloya şêwekariyê yê hunermend dikare nasnameya netewa xwe, çand û dîroka wî bide nîşandan.

Hunera bedew (şêwekarî) wekî navgînek ku dîrok û şaristaniya welatekî yan netewekê nîşan dide û jîngeha herêmî û taybetmendiya çandî û civakî radixe ber çavan. Hunermend bi hunerên şêwekariyê cihêbûna çanda netewî ji çandên din dide diyarkirin.

Çawa ku hunera bedew beşeke bingehîn a jiyana mirovî ye beşek ji rewş û hestên wî yên curbecur e, herwiha ew xwediyê roleke girîng e di xurtkirina xwebûna netewî û danasîna şaristaniya welat û netewê de.

Ji ber vê yekê, huner xwedî roleke girîng e ji bo çesipandina welatîbûnê. Bi rêya komek kesên pijart e yên endamên civakê ku bi şiyanên xwe yên di afirîneriyê û şêwekariyê de cihêreng in û bi amûrên xwe beşdarî nivîsandina dîroka welat û netewê dibin, di warên cuda yên siyasî, çandî, civakî, aborî, ramyarî de.

Her çiqas ku mirov nikare hunera bedew bi navê netewkê yan welatekî bi nav bike, lê kesayeta takekesane ya hunermend dikare vê nasnameyê biçesipîne. Ev nasnameya takekesî eger ku hunermend bi awayekî jêhatî pêşkêş bike û bi hêmanên nasnameya xwe ya takekesî yên ku ji hev nayên veqetandin re dilsoz be, herwiha dilsozê jiyana xwe ya rojane, dîroka gelê xwe, mîrateya neteweya xwe û zimanê ku pê diaxive be, dikare bibe mirov û bi rêya nasnameya xwe ya mirovî, dikare bibe nûnerê nasnameya netew û welatê xwe.

Bikaranîna rengan û şêwekirin û nexşandin li gorî hin hêman û rêgez û dibistanên hunerî afrîneriyeke mirovî ye, hemû hunermed li cîhanê hevparê vê afrêneriyê ne. Lê her hunermendek bi rêya nexşandina hin sembolên taybet rewş û hest û daxwaz û xewin û xeyalên gelê xwe û welat û netewa xwe diyar dike. Ango li her devera cîhanê tabloyên ku berxwedan yan şoreşê nîşan didin dikarin bêne nexşandin, lê sembol û reng û reftarên di tabloyê de dikarin nasnameya netewekê nîşan bidin. Cil û bergên portrayên di tabloyê de, dirûvên rûyê mirovan, sembolên xwezayê û şûnwarên dîrokî, hemû dikarin wê tabloya mirovî veguherînin tabloyeke niştimanî.