Rojnameya Ronahî

Bajarvanî û rêveberî

Rohat Bulut

Bi pergala şaristaniyê ya ku herî zêde bi bajarvaniyê pêş ketiye bûye sedema gelek pirsgirêkên kûr. Bi taybetî jî bi endustiyalîzma kapîtalîst re di warê kûrkirina pirsgiran derket lûtkeyê. Dema em bala xwe didin rûpelên dîrokê, dibînin ku di destpêkê de pêwîstiya pergalê bi kedeke mezin a ji destên mirovan hebû ye û ji bo vê jî civakê li bajaran dicivîn e. Dema ku vê pêş dixe jî girseyên bêkar ên ku ji gundan derketine li bajaran kom dike. Di vir de bajarên ku bûne navendên pîşesazî jî zêde mezin bûne û rê li ber pirsgirêkên kûr vebû ye.

Ya rast bi qonaxa ku em gihiştinê ve avakirin û pêşxistina jiyana bajarî ya bi yekpare weke tevneke aborî, civakî, siyasî û çandî bûye feraseta bajarî ya modernîzma kapîtalîst. Ev feraset û nêzîkatî jî rê li ber dawîkirina jiyana civak û mirovahiyê tîne. Di dema ku bejahî ji bo pêşketina bajaran bi plangerî hat valakirin û bajar ji bo karker û bêkaran bûbû warên jiyan û niştecihbûnê, lê êdî ev veguheriye rewşeke dijwar a jiyanê. Wekî mînak dengê zêde, hewaya qirêj û qerebalixiya bajaran hatiye asta tengijîna jiyana civakê û reva ji bajaran.

Bêguman gelek sedemên din hene ku mirov li vir rêz bike. Bajar cihekî zêde navendî ya pergala siyasî û nêzîkatiya çîna bûrjûwaziyê ye. Pergal ji ber ku tenê xwe difikire û ji bilî domandina pergal û berjewendiyên xwe tiştekî din nafikire, pirsgirêkên kûr ên civakî pêş dixe. Jixwe hemû xwezayê wekî qad û mafê xwe yê ku bi hêsanî dikaribe hespê xwe lê bibezîne dibîn e û li gorî dilê xwe talan dike.

Em vê nêzîkatiyê bi zelalî dibînin; yên xwedî hişmendiya serdest û kapîtalîst her tiştî ji xwe re rewa dibînin. Ên ku ji bo berjewendiyên xwe pergala derveyî civakî ya şaristanî û bajarvaniyê pêşxist tu hesasiyeta xweza û civakê li ber çavan negirtin û nagirin. Ji bo berjewendinyên xwe rant û talan kirin. Zirarek mezin dan civak û xwezayê. Hemû qadên jiyanê anîn asta tunebûnê. Ev rewş li tevahiya cîhanê bi heman rengî ye. Lê belê divê bê zanîn ku nebûna xweza û nirxên civakî di bingeha xwe de tê wateya tunebûna mirovahiyê bi xwe. Dibe ku îro hin hawirdorparêz, ekolojîst, dadmend, civakparêz û hwd. li dijî vê pergala kapîtalîst û hişmendiya serdest radiwestin. Lê mixabin têr nake.

Lê belê, pirsgirêkên bajaran ji lêgerîna tedbîran wêdetir, bi rastî jî pirsgirêkên kûr ên têgihiştinê ne. Ev pirsgirêkên mezin û kûr in ku ji aliyê semantîka (epîstemolojî) ya serdestiya pênc hezar salan ve hatine pêşxistin û ji civak û xwezayê dûrketin û dijberiyek dane avakirin.  Ji ber vê yekê, ew ne pirsgirêkên ku bi tedbîrên ji hêla pergalê ve ji nû ve hilberandin û domandina xwe pêşxistiye ji holê bê rakirin e. Ev pirsgirêk encax bi rêveberiyên demokratîk, civakî û ekolojîk bê çaresirkirin.

Heke rêveberiyek wekhev, demokratîk, ekolojîk û azadîparêz nebe dê tu pirsgirêkên civakî yên ji aliyê hişmendiya modernîteya kapîtalîst ve afiriye çareser nebe. Lewma jî divê em di wê ferqê de bin ku jiyan û civakîbûyîn ji bo me mirovan çiqasî girîng e. Her wiha di ferqa vê girîngiya jiyan û civakiyê de pêwîste em hemû qadên xwe yên jiyanê bi xwe biparêzin û bi xwe rêvebibin.