Rojnameya Ronahî

Rihê Newrozê

Farûk Sakik

Newroz xwedî gelek wateyan e. Newroz bi rengên cuda tê pîrozkirin.

Di salên borî de yan jî di demên kevn de wek şahiyek dihat pîrozkirin.

Aliyê Newrozê yê neteweyî zêde dernediket pêş. Wek cejnekî bû.

Her wiha di salên bêdengiyê de ji ber zextên rejimê jî, cejna Newrozê li gelek deveran hatibû jibîrkirin. Heta salên dawîn jî li gorî atmosfera polîtîk tenê komên siyasî ev cejin pîroz dikirin. Û li dora agirê Newrozê govend digerandin. Çend dirûşmên Kurdistanî jî ji bajaran dûr li lûtkeyê çiya bilind dibû.

Lê aliyê Newrozê yê neteweyî nedihat zanîn. Mixabin dijmin û dagirkerên Kurdistanê beriya me, bi aliyê wî yê neteweyî hesiyan. Dijmin, di çîrok-mîtolojiya Newrozê de motivên neteweyî dîtibû. Di salên berê de, beriya Mazlûm Dogan û Rêber Apo wan di polîtîkayên xwe yên qirkirina Kurdan de ev yek nîqaş kiribûn. Ji bo vê yekê jî pîrozkirina vê rojê qedexe kiribûn.

Kurd di 21’ê Adarê de derdiketin serê çiya, agir pêdixistin û li dora vî agirî govend digerandin. Li hin herêma jî diçûn seyranê.

Ev yek wê çima dijmin aciz bikira?

Lê wan dizanîbû rojek kesek wek Abdullah Ocalan wê derkeve û wateya vê rojê biguherîne roja serhildana Kurdan. Di sala 1997’an de li Almanyayê li bajarê Hambûrgê şeva pîrozbahiya Newrozê hebû. Rêber Apo bi telefonê tevlî vê pîrozbahiyê bûbû. Di axaftina xwe de behsa Newroza sala 1973’an dikir:

“Di dîroka têkoşîna xwe de, me gava yekem ev roj, roja Newrozê avêt. Destpêka dîroka PKK’ê ji roja Newrozê dest pê dike. Min digot, em gelek in û gelekî  Kurdistanî ne. Li Enqerê ev rastî înkar dikir. Di 73’yan de li Bendava Çubukê, min got, em ê ji vê rojê ve ji bo welatê xwe kar bikin. Min got em ê koma xwe îro çêkin. Koma Kurdistanî. Di Newroza 73’yan de me got welatê însanan şerefa însan e. Em ê ji bo welat û şerefa xwe têbikoşin”

Rêber Apo çalakiya xwe ya yekemîn pêk anîbû. Li Bendava Çubukê, li paytexta dewleta dagirker, Enqerê, tovê PKK’ê ku wê piştî çend salên din bê damezirandin, çand. Li vir tez û nêrîna xwe ya “Kurdistan mêtingeh e, divê rizgar bibe” hîn vekirî û eşkere gotibû.

Belê bi van gotinan dîroka têkoşînê de gav hat avêtin û heta me dewam kir.

Beriya Rêber Apo jî hin hêz û tevger hebûn. Wan kesan bitenê li dora agir govend digirtin. Lê Rêber Apo koma hevalên xwe girtibû û di rojek wiha dîrokî de gava yekem avêtibû. Mînaka çalakiya Mazlûm Dogan a roja Newza 21’ê Adara 1982’yan jî wiha ye. Hevalên Mazlûm û şahidên wê rojê jî digotin me texmîn dikir di rojek wiha de Mazlûm vê çalakiyê li dar bixe.

Hin hevalên wî li bendê bûn ku bi hev re li dijî wê hovîtîyê berxwedanek bidin destpêbikin. Lê Mazlûm li benda Newrozek din namîne.

Em vegerin roja îro. Her sal Newroz li gorî format, wate û armancê wê destnîşankirine pîroz dikin. Di van salên dawî de ji ber dozaja faşîzmê ya li Bakurê Kurdistan bêdengiyekî mezin çêdibû. Di heman demê de me didît ku ev bêdengî di Newrozan de dihat şikandin. Tişta ku ev bêdengî dişikand rihê netewtiyê ku di agirê Newrozê de veşartî bû. Di Newroza 1982’yan de, Mazlûm Dogan ‘Manîfestoya Bendava Çubukê’ esas girt çalakî li dar xist.

Di roja me de jî gelê Kurd jî peyama Mazlûm Dogan esas digire û qadên Newrozê vediguherîne serhildanan.