Rojnameya Ronahî

Pêwîste biherikin Newroza gelan

Zekî Bedran

Em Cejna Newrozê ya ku di dîrokê de xwedî wateyek kûr e û bi hezaran sale ji aliyê gelan ve nehatiye jibîrkirin pêşwazî dikin. Newroz cejneke ku azadî û ronahî li hemberî zordarî û tarîtiyê serkeftiye. Çawa ku berxwedana Kawayê Hesinkar a li hemberî zilma Dehaq veguherî efsaneyekî, berxwedana Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan a di girtîgehê de li dijî tarîtî û zordariyê bilind bû jî heman encam derxist holê. Vê berxwedanê encama ku faşîzma 12’ê Îlonê dixwest bi dest bixe asteng kir.

Dewleta Tirk encama ku nekarî di 12’ê Îlonê de bidest bixe hewl dide niha bigihê. Gelê Kurdistanê bi xwîn û canê xwe Newroz nûjen kir, weke cejna azadî û berxwedanê pîroz kir. Di salên 1990’an de dewleta Tirk ji bo pîroznekirina Newrozê êrişî gel kir, komkujî pêk anîn. Li gel tevahî qirkirin, êşkence û girtinan jî gelê Kurdistanê dest ji Newroza xwe berneda. Gelê Kurd weke gelê Newrozê hat pênasekirin. Ji bo gelê Kurd lêgerîna azadiyê, berxwedan û hebûn bi Newrozê re bû yek. Li hemberî plana Erdogan û Baxçeliyê ku nûneriya Dehakan dikin, li hemberî stratejiya wan a tunekirina Kurdan û xistina tarîtiyê, Kurdan bi Newrozê re ronahî li her alî belav kir, raperîn û azadiya xwe bê ku tu sînoran nas bike li qadan diqîre. Îro li cîhanê tu gel weke gelê Kurd Newrozê bi coş û weke cejna azadî û berxwedanê pîroz nakin. Newroz li Kurdistanê weke cejnên asayî û klasîk nayê pîrozkirin. Hêzên mêtînger hertim Newroz qedexe kirine û xwestine bidin jibîrkirin. Di salên 1990’an de li Tirkiyê Newroz bi xwîn bûn û dihatin qedexekirin. Faşîzma Tirk niha jî dixwaze Newrozê qedexe bike. Dema nikare vê bike jî herikîna bi milyonan kesî ji bo qadan nake nûçe, ji gel vedişêre û ji nedîtî ve tê.

Baş dizanin ku Newroz ji bo Kurdan tê çi wateyê. Ji ber wê jî dixwazin bîra Kurdan kor bikin. Bi desthilat û muxalefeta xwe li dijî Kurdan dibin yek. Demokrat û muxalîfên wan dema dor tê Kurdan ji holê winda dibin. Piştre yekser dibe mijarek a “Netewî û di ser siyasetê re”! Pirsgirêka herî mezin a dîrokî û siyasî di carekî de dibe mijarek “di ser siyasetê re”! Di rastiyê de aktorên polîtîk, partiyên ku pêwîste polîtîka û çareseriyê hilberînin bi vê helwestê xwe ji nava polîtîkayê derdixin. Mijara herî jiyanî dihêlin bi hêviya bîrokrasiya ewlehiyê yan jî partiyên alîgirên şer. Dema bi rêyên siyasî û demokratîk çareserî nayê çêkirin, canê bi hezaran kes û çavkaniya aboriya welat bi vê pevçûnê berhewa diçe.

Kurdan berdêl da. Hertim qedexe, komkujî, mişextin û biçûkkirin bû para wan. Di cîhanê de di qada teknîkê, polîtîka û aboriyê de gelek tişt hatin guheritn. Lê çarenûsa Kurdan û nêrîna mêtîngeran nehat guhertin. Ji bo vê jî perwerdeya bi zimanê dayîkê û nasname, bi çanda xwe jiyîn, mafên herî xwezayî ji bo gelê Kurd dikin sedemê mirin û komkujiyê. Dewleta Tirk û Sûriyê heta niha jî mafê perwerdeyê yê bi zimanê Kurdî nas nakin. Daxwaza gelê Kurd a herî xwezayî weke parçebûn û terorîzmê pênase dikin. Ji bo perçiqandin, cezakirin û hilweşandina van daxwazan planan pêş dixin.

Dewleta Tirk bê ku tu zagonan nas bike êrişî Kurdan dike. Li Rojava Kurdan li dijî DAIŞ’ê şer kir. Bi deh hezaran şehîd û birîndar dan. Êrişî Tirkiyê nekirin, daxwaza tu axê nekirin. Bi Kiwalîsyonê re bûn yek û ji bo tunekirina DAIŞ’ê xebitîn. Ji bo dewletên Rojhilata Navîn û cîhanê ji belayek mezin xilas bikin di çepera pêşîn de şer kirin. Dijminayiya tu gelan nekirin. Li herêmên ku ji DAIŞ’ê hatin rizgakirin Ereb, Kurd, Suryanî-Asûrî, Ermenî, Tirkmen û hwd bi hev re rêxistin bûn û xwe rêve birin.

Rêveberiya demokratîk a ji bo Rojhilata Navîn heta tevahî cîhanê bibe mînak ava kirin. Gotin tevahî çavkaniyên sererd û binerdên Sûriyê ya hemû Sûriyeyiyan e û bi wî awayî tev geriyan. Dane diyarkirin ku ji bo kombûna Sûriyê û avakirina demokrasiyê amede ne. Ragihandin ku amede ne bi hikumeta Şamê re li hev bikin, li Sûriyê yekîtiyek a siyasî û têkoşînek hevpar a li dijî dagirkeran pêş bixin.

Hikumeta Sûriyê guh neda van pêşniyar û daxwazên erênî yên rêveberiya xweser. Gavek erênî tune ye. Dewleta Tirk jî bi Rûsya û hikumeta Şamê re li hev dike û hewl dide Kurdan tune bike û rêveberiya xweser ji holê rake. Eger em bêjin hewl dide dê kêm bimîne, zextê dike û lez dike. Faşîzma Tirk ketiye pey Kurdan ji axa wan derbixe, tunekirina nîjadî pêk bîne û qir bike. Dixwaze Rûsya û hikumeta Sûriyê jî bike hevkarê xwe.

Weke tê dîtin tora xirabî û tarîtiyê tê hûnandin. Pêwîste li dijî vê serhildana Kawayan a li dijî Dehakan bê birêxistinkirin. Dem ew deme ku Newroz li gorî wateya xwe ya dîrokî û nûjen, weke cejna azadî û berxwedana gelan bê pêşwazîkirin.