Buroya Ciwanan a Meclisa Sûriya Demokratîk civîna xwe lidarxist û di civînê de biryar hat girtin ku li ser asta Bakurê Sûriyê di çarçoveya çalakiyên pêngava “Serî Hilde” turnuvaya futbolê lidarbixin.
Buroya Ciwanan a Meclisa Sûriya Demokratîk li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî civînek li dar xist. Yekitî û buroyên werzîşê yên Bakurê Sûriyê bi armanca birêxistinkirina turnuvaya futbolê tev li civînê bûn.
Bi însiyatîfa Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) û bi dirûşma “Serî hilde, şer bike û Efrînê rizgar bike” û di çarçoveya pêngava duyemîn a hemleya “Serî Hilde” de ku di 9`ê Hezîranê de hate destpêkirin wê turnuvaya futbolê were lidarxistin.
Di civînê de nîqaş li ser lidarxistina turnuvaya futbolê li ser asta Bakurê Sûriyê hatin kirin.
Her wiha kesên beşdar li ser çawaniya hilbijartina tîman û cihên ku turnuve lê were lidarxistin, pêşniyar kirin.
Di dawiyê de komîteya amadekar a turnuvayê hate hilbijartin. Komîte ji 7 endaman pêk tê. Komîte wê di nava çend rojên pêş de cih û dema turnuvayê diyar bike.
Di vê çarçoveyê de hevserokê Meclisa Ciwanên Sûriyê Yûsif Xilewî diyar kir ku wan hemû nûnerên buro, komîte û yekitiyên werzîşê yên Bakurê Sûriyê dawetî nîqaşên li ser lidarxistina turnuvayê kirine da ku hemû bajarên Bakurê Sûriyê tev li turnuvayê bibin…ANHA






