Rojnameya Ronahî

Rizgarkirina Efrîn kilîta çareseriya aloziya Sûriyê ye

Dilyar Cizîrî

Dewleta Tirk a dagirker 6 sal berê di roja 18’ê Adarê de Efrîna ku 58 rojan di çarçoveya Berxwedana Serdemê de têkoşînek bêhempa nîşan da, dagirkir. Bi dagirkirina Efrînê re bi sedan komên çete yên ji herêmên din ên Sûriyayê wekî Xûtaya Şamê, Dera, Hema, Humis û her wekî din ku di encama lihevkirina di navbera Rûsiya-Tirkiyê de hatin derixistn, li Efrîn hatin bi cih kirin.

Gelê Efrînê bi şervanên xwe YPG/YPJ’ê berxwedana xwe ya li dijî dagirkeran di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê dewam kir. Bi hezaran şêniyên Efrînê li Şehbayê di kampên koçberiyê de man, hêzên rizgariya Efrînê jî bi çalakiyên xwe yên bi wate bersiva dagirkeran didin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê jî di vê demê de bi lez ketin tevgerê da ku demografiya Efrînê bidin guhertin, şêniyên wê yên resen bi hemû rê û rêbazan dûrî warên wan bixin. Ji bo wê jî destê çeteyên xwe berda ku hemû sûc û binpêkirinan li Efrînê pêk bînin. Ji talan û wêranê bigre, heta kuştin, êşkence, revandin, dizî û her tiştekî kirêt ku tê bîra mirovan li dijî şêniyên Efrînê pêk tînin. Bûyera kuştina zarokê 16 salî Ehmed Mamo dilopek ji behra sûcên li Efrînê têne kirine. Heta darên zeytûnan ku jêderek bingehîn a jiyana şêniyên Efrînê ne, ji kok radikin. Rojane raporên birîna darên zeytûnan ji aliyê saziyên mafê mirovan ve têne belavkirin.

Di heman demê de ev şeş sal in bi sedhezaran malbatên çeteyan di wir de têne bi cih kirin, kampên mîtingeriyê bi riya hevkariya Qeter û hin komeleyên Filistînî, Komeleyên Kiwêtî ava dikin. Tevî zor û zehmetiyên me li jor beşekî wê rêz kirin, şêniyên Efrînê li Şehbayê di hemû şert û mercên jiyanê yên dijwar de di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de, berxwedanek bêhempa nîşan didin.

Berxwedana Efrîniyan bi afînerî û xuliqkariyê dewleta Tirk û hikûmeta Şamê tirsandiye, wan fam kiriye sîstema li Efrînê û rêveberiya li wir hatibû avakirin erşê desthildariya wan hejandibû, ji lewra plan û dijberî li dijî wê pêş xistin. Wan dijberiya bi hev re heta van kêliyan didomînin.

Niha û di dema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di salvegera şeşan a dagirkirina Efrînê de dibêje, ew ê hemû tiştî bixin xizmeta rizgarkirina Efrînê, ev peyam giringiya Efrînê di herêmê de nîşan dide. Niha mijara Efrînê ne tenê girêdayî gelê Rojavayê Kurdistanê ye, berûvajî mijara çareseriya li Efrînê wiha lê hatiye ku bandorê li tevahî xaka Sûriyê dike.

Bi hêsanî mirov dikare bêje, heger Efrîn ji dewleta Tirk û çeteyên wê neyê paqijkirin, wê ne pêkanbe aloziya Sûriyê ya 13 sal li pey xwe hiştiye çareser bibe. Cihê Efrîn û girêdana wê bi Heleb û Idlibê stratejiyek mezin dide herêmê. Di aliyê din de ezmûna rêveberiya xweser ya 7 salan li kantona Efrînê zemîna hevsengiyan zelal nîşan dida.

Ji ber wê jî dema Rêveberiya Xweser, YPG, YPJ’ê û piraniya saziyên Rêveberiya Xweser bi israr behsa giringiya rizgarkrina Efrînê dikin. Ew gihane wê baweriyê ku heger Efrîn rizgar nebe, wê aloziyên bigirêk ên Sûriyê çareser nebin.