Reşo Mihemed/ Qamişlo
Kirîza Sûriyê derbasî sala xwe ya 14’an dibe, di pêşveçûna vê kirîzê de hemû gelên Sûriyê rastî qirkirin û komkujiyên mezin hatin. Ji destpêkirina kirîzê û heta sala 2023’an 230 hezar û 224 kesên sivîl hatin kuştin û nêzî 14 milyon weletiyên sûrî jî hatin koçberkirin û hîn jî ev kirîz didome.
Kirîza ku bi Buhara Gelan re dest pê kir
Weke tê zanîn Buhara Gelan bi şoreşa Tûnisê di Berfanbara sala 2010’an de dest pê kir, piştî wê jî hikumeta Misir û Lîbyayê têk çû. Li van welatên ku şoreşa Buhara Gelan dest pê kir êdî gel li dijî hukmetan serhildan li dar xistin. Li Sûriyê di 17’ê Sibata sala 2011’an de, leşkerekî hikumeta Şamê destdirêjî li welatiyekî sûrî kir û lê xist, ji ber vê yekê welatî li taxa Elhuriye a Şamê kom bûn û siloganên wek ‘Gelên Sûriyê rezîl nabin” û ‘Parêzvanê wê dizên wê ne.’ Lê piştî ku Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyê ji bo welatiyê ku destdirêjî lê hatibû kirin, çareser kir û siloganên dijberiyê piştre veguherîn ‘Bi can, bi xwîn em bi te re ne Beşar’. Lê piştî vê bûyerê çalakvanên Civaka Sivîl a Lîbyayê li ber balyozxaneya Lîbyayê ji bo piştgirtina şoreşa Lîbyayê di 22’ê Sibata 2011’an de çalakiyek hat destpêkirin. Di vê çalakiyê de dirûşmên daxwaza azadiyê wek ‘Kanî azadî, desthilatdariya Muamer di navbera me û te de ye’ û ‘Xayîn e yê ku gelê xwe dikuje’ hatin gotin. Li bajarê Deraa yê Sûriyê jî, hêzên ewlekariya Sûriyê di dawiya Sibata 2011’ê de komek zarokên Dibistana Elerbeîn girtin. Ev yek jî bi hinceta ku wan zarokan li ser dîwarê dibistana xwe hevokên weke ‘Gel dixwaze, rejim hilweşe’ û ‘Dora te hat ey doktor’. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev silogan weke sisloganên kesên xwepêşandanên ku li welatên şoreşa Bihara Gelan tanîn anîn ziman, bûn.
Destpêkirin kirîza Sûriyê
Di dema ku ew koma zarokan ji aliyê leşkerên hikumeta Şamê ve hatin desteserkirin û ber bi birin şaxa Ewlekariya Siyasî ya Deraayê ve hatin birin û ketin bin işkenceyê, gelê Derayê ji bo rewşa zarokên xwe bizanibin, derketin qadan. Lê bersiva Serokê Şaxa Ewlekariya Siyasî Atef Necîb yê ku dibe xizmekî Beşar Elesed ji gel û malbatan re ew bû ku vegerin malên xwe, zarokên xwe ji bîr bikin û zarokên din bînin dunyayê. Vê yekê hişt ku rê li ber xwepêşandanên şêneyên Deraayê vebe. Herwiha di 15’ê Adarê xwenîşandana yekem ji aliyê çalakvanên civaka sivîl ve li Bazara Elhimêdiye li paytexta Şamê hate destpêkirin bû şahidê destpêkirina kirîza Sûriyê. xwepêşanderan dirûşmên ku banga azadiyê dikin, di nav de ‘Xweda, Sûriye azadî û bes’ berz kirin. hikumeta Şamê jî ji aliyê xwe ve êrişî xwepêşandanê kir, ew kesên xwepêşindan der belav kirin, û hejmarek ji çalakvanên beşdar dan girtin. Malperên mediyaya civakî yên ku piştgirî didan serhildanên gel, di roja Înê de ya ku diket 18’ê Adara 2011’an, di bin navê ‘Îna Rûmetê’ de bang ji bo destpêkirina xwepêşandanên girseyî li hemû bajarên Sûriyê kirin. Xwenîşandana Deraa bi girseyî bû û welatiyên ku doza azadiyê û qewrandina hikumeta Şamê dikirin ji hêla leşkerên hikumetê ve bi guleyan hatinin hedefgirtin. Piştî wê jî bi hezaran gelên sûrî li tevahiya Sûriyê rabûn xwepêşandana û hikumeta Şamê jî bi firokên leşkerî û hemû cureyên çekên giran bersiva gel dida.
Destwerdana hêzên navdewletî û encamên kirîza Sûriyê heta sala 2023’an
Kirîza Sûriyê şahidê destwerdana aliyên derve ji bo piştgiriya rêjîmê di şerê li dijî gelên Sûriyê û komên çete yên ku piştgiritiyê ji dewleta Tirk, Qeter, Îmarat û hwd… digirin bû. Yek ji van hêzên derve Rûsya û Îran bûn ku van herdu dewletan pirştirtiya hikumeta Şamê dikin û hîna berdewam in di vî warî de. Li aliyê din jî dewleta Tirk, Qeter di asta serke de piştevanî dan komên çete yên weke Artêşa Azad, Cebhet Elnusra, DAIŞ’ê û hwd. Êdî bi domahiya kirîza Sûriyê heta roja îro van komên çete ji aliyekî ve û hikumeta Şamê jî ji aliyekî din ve şerê gelên Sûriyê kirin. Van hêzên derve yên ku destwerdan di dosiyaya kirîza Sûriyê de kirin, her aliyek ji bo berjewendiyên xwe yên taybet, hikumeta Şamê û komên çete yên din kirin weke amûrek. Herwiha bi dirêjahiya vê kirîza ku dikeve sala xwe ya 14’an de hemû aliyan sûd ji vê kirîzê wergirtine û bûne amûra qirkirina gelên Sûriyê. Tora Sûrî ya Mafên Mirov kuştina 230 hezar û 224 kesên sivîl bi belge kir û di nav wan de 15 hezar û 272 kes di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dane. Herwiha ji bilî windabûn û girtina 154 hezar û 816 kesan, nêzî 14 milyon sûrî jî hatin koçberkirin. Li aliyekî din jî kêm 874 êriş li ser navendên pijîşkiyê, hezar û 416 êriş li ser cihê îbadetê, hezar û 611 êriş li ser dibistanan hatin kirine.
Bombebarana hewayî û çekên jehrî
Hikumeta Şamê di pêşveçûna kirîza Sûriyê de çekên giran ji hemû cureyan bikar anî, di nav de çekên şewatkar, mûşekên skod, çekên jehrî, hawin û hwd… Piştî salekê ji kirîzê hikumeta Şamê dest bi bombebarankirina asmanî bi rêya bermîlên teqîner kir. Bombebarana yekem a bi riya bermîlên teqîner di Adara 2012’an de hat pêkanîn. Ev êrişa asîmanî bi riya balafirên cengî bû û hemû navendên sivîlan kirin armanc, di nav de mal, dibistan, rêxistinên civaka sivîl, nexweşxane, navendên bijîşkiyê, bazar, û hwd… ev yek jî bû sedema pêkanîna komkujiyên mezin. Herwiha vê hikumetê bi hovîtî çekên jehrî li ser gelên Sûriyê bi kar anî. Li gor Tora Sûrî ya Mafên Mirovan (SNHR) 222 êrişên bi çekên jehrî li seranserî Sûriyê ji aliyê hikumeta Şamê ve hatin pêkanîn. Di encama van êrişan de 1510 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 11 hezar kesên din jî birîndar bûn.
Şoreşa 19’ê Tîrmehî bû nimûneya şoreşeke serkeftî
Di salên destpêkê ji kirîza Sûriyê de dema ku gelên Sûriyê yên li Şamê, Deraa, Hums, Helebê û hwd… ji bo azadiyê diqêriya, li Rojava agirê şoreşeke berz di dilê gelê kurd geş dibû. Lewma di 19’ê Tîmeha sala 2012’an de şoreşa 19’ê Tîrmehê bi pêşengtiya gelê kurd hate destpêkirin. Çawa ku kirîza Sûriyê dest pê kir, gelê kurd xwe bi rêxistin kir û di dawiya sala 2011’an de Yekîneyê Parastina Gel (YPG) damezirand û bi derfetên kêm ev hêz gel diparast û hin bi hibn qada şoreşê berfirehtir bû. Herwiha di 4’ê Nîsana 2013’an de Yekîneyên Parastina Jinê(YPJ) weke hêzeke fersendeke dîrokî ya jinan hate damezirandin û bi YPG’ê re herêm parast. Pişre jî di 21 Berfanbara 2014’an de Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê bi fikr û ramanên Rêber Apo hat damezrandin. Vê şoreşê ziman, reng, netew, bawerî ji xwe re nekir astengî û hemû pêkhate hembêz kirin. Ev şoreş êdî bû mînaka şoreşên cîhanê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mil bi mil parastina xwe kirin û di 23’ê Adara 2019’an çeteyên DAIŞ’ê têk birin. Hêjayî gotinê ye ku ev şoreş li gel berdewambûna kirîza Sûriyê ya ku li benda çareseriyê ye, li ser xeta têkoşînê dimeşe. Di heman demê de fikr, nirx û berxwedaniya şoreşa 19’ê dibe mifteya çareseriya kirîza Sûriyê, lê hertim hikumeta Şamê hêzên navdewletî hewl didin ku vê şoreşê têk bibin û kirîza Sûriyê bidome û dosiyaya Sûriyê hîn aloztir bibe.