Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
in NÛÇE
A A
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Insyatîfa Sûriyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Insyatîfa Parêzerên Sûriyê bo parastina Abdullah Ocalan, daxuyaniyek hevbeş derbarê mafê hêviyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan û girtiyan dan û tekez kirin ku domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe, deriyên çareseriya demokratîk û dadperwer a pirsgirêka Kurdî digire.

Insyatîva Sûriyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Insyatîfa Parêzerên Sûriyeyê bo parastina Abdullah Ocalan, ji bo cihanîna Mafê Hêviyê jib o Rêber Apo daxuyniyekê hevbeş li ber avahiya Dada Civakî li bajarê Qamişlo dan.

Daxuyanî ji hêla Endama Insyatîva Sûriyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan Şama Mihemed û Hevserokê nsyatîfa Parêzerên Sûriyeyê bo parastina Abdullah Ocalan Mihemed Emên Neîmî, bi zimanê kurdî û erebî hat xwendin.

Pergala tecrîdê qanûnên Ewropayê yên mafên mirovan binpê dike

Di despêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em dixwazin bi bîr bînin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji sala 2014’an ve daxwaz ji dewleta Tirkiyê kiriye ku guhertinên qanûnî pêk bîne û rêzê li vî mafî bigire. Dadgehê diyar kiribû ku pergala tecrîdê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, pîvan û qanûnên Ewropayê yên mafên mirovan binpêdike. Komîteya Wezîran a Encûmena Ewropayê daxwaz ji desthilatdariya Tirkiyê kiribû ku qanûnên xwe li gorî van biryaran biguherîne û ji bo bicihanîna vệ erka qanûnî demeke diyar dabûyê. Piştî ku dema yekem bêyî tu gaveke berbiçav bidawî bû, demeke din a heşt mehan hat dayîn.”

Tevî astengiyên tecrîdê Rêber Apo çareseriyan pêşkêş dike

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Niha em nêzîkî dawiya vê demê dibin, lê hîn jî tu gaveke rasteqîn an guhertineke qanûnî nehatiye avêtin. Di 9,10 û 11’ê vê mehê de Komîteya Wezîran dê bicive da ku asta pabendbûna dewleta Tirkiyê ji bo bicihanîna van biryaran binirxîne û guftûgo bike. Rêber Abdullah Ocalan, di nav 27 salên girtina xwe ya li girava Îmraliyê de, tevî hemû astengî û şert û mercên giran ên tecrîdê, bi berdewamî peyam û hewldanên ji bo aştî û çareseriya demokratîk a pirsgerêka Kurdî pêşkêş kirine.”

Domandina Tecrîdê deriyên çareseriyê digre

Daxuyanî wiha hat qedandin: “Di serdemekê de ku şer, pevçûn û tundûtujî li herêmê her ku diçe zêde dibin, helwest û pêşniyarên wî yên ji bo gelan û pêşeroja herêmê, nîşaneya aqilmendî û berpirsiyariyek bilind e. Em di wê baweriyê de ne ku bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Wezîran, tenê wekî erkeke qanûnî ya dewleta Tirkiyê namîne; ew di heman demê de ezmûnek e ji bo rêzgirtina li mafên mirovan, serweriya qanûnê û pîvanên Ewropayê. Domandina vê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, qeyrana siyasî kûrtir dike, hewldanên aştî û aramiyê têk dibe û deriyên çareseriya demokratîk û dadperwer a pirsgirêka kurdî digire. Li ser vê bingehê, em daxwaz ji Komîteya Wezîran a Encûmena Ewropayê, saziyên Yekîtiya Ewropayê û hemû rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan dikin ku zextê li dewleta Tirkiyê bikin da ku biryarên têkildarî “mafê hêvî” bixe meriyetê, rêzê li pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan bigire û ji bo azadkirina hemû girtiyên ku ev maf wan dihewîne gavan bavêje. Ev yek ji bo afirandina mercên pêwîst ên çareseriya dadperwer û demokratîk a pirsgirêka Kurdî girtîgirekî sereke ye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
‘Piştî azadbûnê em bi hêztir bûne’
CIVAK Û JIYAN

‘Piştî azadbûnê em bi hêztir bûne’

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.