Navenda Nûçeyan
Ji ber êrişa sîber a duh êvarê li ser ajansê çêbû, rêveberiya ajansê daxuyaniyek da û hat gotin ku li hemberî êrişên ku rojnamegeriyê hedef digrin ew ê bêdeng nemînin, karê xwe berdewam bikin û bibin dengê rastiyê dengê jinan û çapemeniya azad.
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber a li ser wan wiha bû:
Di êrişa sîber a duh êvarê li dijî ajansa me çêbû de, gelek nûçeyên ku di servîsên me yên Farsî, Erebî û Îngilîzî de hatibûn weşandin, hatin jêbirin û weşana me demek rawestiya. Di van kêliyên ku koma berpirsyariya êrîşê girt ser xwe, gefên xwe didomîne de, em careke din tekez dikin: Tu êrîşa ku dengê jinan, têkoşîna heqîqetê û rojnamegeriya azad bike hedef, wê negihîje armanca xwe; Tevî gefan jî em ê weşana xwe bidomînin.
Komeke sîber ku xwe weke “Hanzala” û “Eksena Berxwedanê” pênase dike, bi daxuyaniyên xwe yên ku belav kirin gef li Kurdan, saziyên Kurdan û ajansa me xwarin. Di daxuyaniyên mijara gotinê de ne tenê gotinên nefretê, gefên vekirî yên li ser çalakiyên rojnamegeriyê jî hene.
Di encama êrîşa sîber a li dijî ajansa me de, gelek nûçeyên ku di servîsên me yên Farisî, Erebî û Îngilîzî de hatibûn weşandin hatin jêbirin, binesaziya me ya teknîkî hat hedefgirtin û weşana me bi demkî hat rawestandin. Bi saya hewldanên dijwar ên tîmên me yên teknîkî, weşanên me hatin sererastkirin.
Grûpa ku berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe, paşê di peyamên weşandî de diyar kir ku êrîşên sîberî yên li dijî ajansa me dê berdewam bikin û bi îdiaya ku agahdariya cihê saziya me di destên wan de ye, gefên xwe berdewam kirin. Di daxuyaniyên weşandî de gotinên ku gelê Kurd û saziyên wê hedef digrin û her wiha retorîkên tehdîdkar ên der barê pêşketinên siyasî û leşkerî yên li herêmê de hebûn.
Êrişa ku pêk hatiye siyasî ye
Em vê êrîşê tenê wekî êrîşek li ser malperek an binesaziya teknîkî nabînin. Ev êrîş manevrayek siyasî ye ku dengê jinan, têkoşîna wan a ji bo rastiyê û rojnamegeriya serbixwe hedef digre. Ne tesaduf e ku em, wekî ajanseke ji bo dîtina ezmûnên jinan li seranserê Rojhilata Navîn û ji bo zêdekirina dengê jinên ku hedefên şer, tundî, newekhevî û polîtîkayên serdest ên mêran in dixebitin, dibin hedef.
NÛJINHA ajanseke nûçeyan e, bi têgihîştina rojnamegeriya jinan a serbixwe, demokratîk û azadîxwaz dixebite. Xeta me ya edîtorî ew e ku ezmûn, têkoşîn û rastiyên jinan bike navenda xwe, dengê kesên ku nayên bihîstin ragihîne û şahidiya têkoşîna jinan a ji bo azadiyê bike. Ji bo me, rojnamegerî ne tenê ji bo ragihandina nûçeyan e, di heman demê de ji bo îsrarkirina li ser lêgerîna rastiyê û xuyakirina dengê jinên ku di siya şer, zilm û newekheviyê de mane ye. Ji ber vê yekê, em her êrîşa li ser ajansa xwe ne tenê wekî êrîşek li ser saziyeke medyayê dibînin, di heman demê de êrîşek li ser azadiya ramanê ya jinan, mafê wan ê agahdariyê û nirxên civaka demokratîk jî dibînin.
Medya êrîşê rewa dike
Xaleke din a ku fikaran çêdike ew e ku li şûna rexnekirina vê êrîşê yan jî wekî gef li ser azadiya çapemeniyê, hinek dezgehên medyayê bêyî ku wan bipirsin, daxuyaniyên koma ku êrîş pêk aniye belav dikin û wekî çîrokeke serkeftinê yan nûçeya operasyonek pêşkêş dikin. Pêşkêşkirina êrîşek li ser dezgeheke medyayê bi zimanê propagandayê ji bo dubarekirina retorîka êrîşkaran û belavkirina hedefgirtinê xizmet dike.
Erka rojnamegeriyê ne rewakirina gefan e, eşkerekirina rastiyê ye. Nêzîkatiyek ku zimanê êrîşkaran dubare dike li şûna ku hevgirtinê li hemberî êrîşên li ser dezgehên medyayê nîşan bide, zirarê dide azadiya çapemeniyê û etîka rojnamegeriyê.
Em ê weşanên xwe li hemberî gef û zextan bidomînin
Wekî NÛJINHA, em careke din tekez dikin: Em ê dev ji berpirsiyariya xwe ya eşkerekirina rastiya jinan bernedin. Em ê weşanên xwe li hemberî hemû êrîş, gef û zextên ku armanca wan bêdengkirin, nedîtin û bindestkirina jinan e bidomînin.
Em ê teslîmî gefan nebin; em ê berdewam bikin, bibin dengê azadiya jinan.






