Ronahî Sadûn/Qamişlo
Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) bi daxuyaniyekê êrişên li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê Jinha şermezar kir û ev êriş weke hewldanek ji bo bêdengkirina dengên ragihandina azad ên ku rastiyê radigihînin û pirsgirêkên jinan û civakê nîşan didin, pênase kir.
Yekîtiya Ragihandina Jinê YRJ’ê bi beşdariya endamên xwe û endamên ragihandina azad, derbarê êrişên ku Ajansa Nûçeyan a Jinê rastî wê tê, daxuyaniyeke nivîskî li pêş avahiya Navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo da û tê de ev êriş bi tundî şermezar kir.
Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Yekîtiya Ragihandina Jinê YRJ’ê bi tundî êrişa sîber a li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê şermezar dike û wê wekî êrişek li ser azadiya çapemeniyê û mafê gihîştina agahiyan û hewldanek ji bo bêdengkirina dengên ragihandina azad ên ku rastiyê radigihînin û pirsgirêkên jinan û civakê nîşan didin, dibîne. Ajansa Nûçeyan a Jinê rastî êrişeke sîber hat û di encamê de gelek nûçeyên bi zimanên Farisî, Erebî û Îngilîzî hatin jêbirin û weşana wê bi awayekî demkî hate astengkirin, berî ku tîmên teknîkî karibin xizmetê vegerînin. Armancgirtina dezgehên ragihandinê bi rêya êrişên sîber, gefê li ser karê rojnamegeriyê yê profesyonel dixwe û sedema astengkirina dezgehên ragihandinê û rê li ber wan bigire ku rola xwe di veguhestina nûçe û agahiyan de ji raya giştî re bicîh bînin.”
Daxuyanî wiha hat domandin: “Grûpa ku berpirsiyariya êrişê girt ser xwe ku xwe wekî “Hindala” û “Eksena Berxwedanê” bi nav dikir, gef li Kurdan, saziyên ragihandinê û rojnamevanan dixwar û ragihand ku ew ê êrişên xwe yên sîber bidomîne, bi îdiaya ku agahiyên wan li ser cihê ajansê hene. Ajansa Nûçeyan a Jinê di daxuyaniyekê de tekez kir ku êriş ne tenê ji ber teknîkî bû, lê belê hewldanek siyasî bû ji bo bêdengkirina dengê jinan û rojnamegeriya serbixwe. Wê tekez kir ku ew ê xebata xwe ya di ragihandina pirsgirêkên jinan, lêgerîna rastiyê û parastina azadiya derbirînê de, tevî gefan bidomîne.”
Daxuyanî wiha bidawî bû: “Ji vê perspektîfê ve, em piştgiriya xwe ya tevahî bi Ajansa Nûçeyan a Jinê û hemû karmendên wê yên jin re radigihînin. Herwiha em bang li rayedar û rêxistinên peywendîdar ên ku azadiya ragihandinê diparêzin dikin ku tedbîrên pêwîst bigirin, da ku saziyên ragihandinê ji van êrişan biparêzin û berpirsiyarên wan hesab bidin. Herwiha em tekez dikin ku êrişên bi vî rengî, dê rojnamevan û pisporên ragihandinê yên jin ji berdewamiya mîsyona xwe ya pîşeyî dûr nexin, lê dê tenê biryardariya wan ji bo parastina azadiya derbirînê û mafê raya giştî yê zanînê zêde bikin. Hêjayî gotinê ye ku Ajansa Nûçeyan a Jinêher tim hewl dide ku ezmûnên jinan ronî bike, têkoşîna jinan a ji bo azadiyê belge bike û roniyê bide dengên ku ji hêla vegotinên serdest ve têne paşguhkirin. Azadî ji bo ragihandina azad û hevgirtin bi Ajansa Nûçeyan a Jinê re li hember hemû rêbazên ku hewl didin dengê rastiyê bêdeng bikin.”







