Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
in JIN
A A
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa

Endama Meclisa Ciwanan a Demê Leyla Firat da zanîn ku wan li hember Şerê Taybet û ji bo doza Rojîn Kabaîş kampanyaya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne” dest pê kirine û diyar kir ku li dijî Şerê Taybet ku ji aliyê dewletê ve tê meşandin divê ew têkoşîn bikin.

Ji aliyê ciwanên Bakurê Kurdistanê ve bi taybet bi insiyatîfa ciwanên Dem Partî kampanya li dijî Şerê Taybet û turnûvaya futbol û volaybolê ji bo Rojîn Kabaîş wê wê bê destpêkirin. Girêdayî vê mijarê Endama Meclisa Ciwanan a Demê Leyla Firat bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Hemleyek li dijî Şerê Taybet ji aliyê ciwanên Bakurê Kurdistanê ve wê bê lidarxistin hûn dikarin li ser naveroka vê kampanyayê biaxivin û armanca we di demeke wiha de Ji vê yekê çi ye?

Em wekî meclisa ciwanan ya DEM’ê  turnûvaya futbol û voleybolê li ser navê “Rojîn Kabaîş” bi dirûşmeya “CIWANÊN KOMÎNAL LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET LI QADA NE” li Amed’ê lidardixin. Turnûva ew ê di meha Pûşperê de destpê bike. Serlêdanê tîman heta 1’ê Pûşperê bû. Ji 60 tîma zêdetir serlêdanê turnûvaye çêbû. Rojên pêş de ew ê turnûvayê me destpêbike.

Armanca turnûvayê me li hemberî Şerê Taybet tekoşînê mezin kirine. Wekî tê zanîn li Kurdistanê taybetî jî li Bakurê Kurdistanê şerekî kur tê meşandin. Bi taybetî jî li ser ciwanan û jinên ciwan têne meşandin. Pergala serdest bi polîtîkayên Şerê Taybet dixwaze ciwan têxe bin kontrolê. Bi vî awayî gelek amûran bikar tîne ev amûr wekî; madeyê hişbir, medya civakî, çand, huner, popîlîzm, werzîş û hin amûrên dîtirin. Em jî li hemberî van polîtîkayan bi rexistinkirina xwe bibin bersiv û hemberî van têbikoşin, turnûva jî bi van armancan destpekir. Armanca me ew e ku yek hevalekî me jî di bin bandora Şerê Taybet de nemîne û werzîşek bi axlaqî û polîtîk pêşbixe.

– Bi hemdemiya vê kampanyayê re wê turnûva ji bo Rojîn Kabaîş were destpêkirin, gelo hûn dikarin zêdetir şîrove bikin, her wiha têkiliya wê bi kampanya Şerê Taybet re heye yan na û ger heye çawa ye?

Me xwest turnûvayê li ser navê Rojîn Kabaîş darbixin. Ji ber ku Rojîn jinek ciwan ya Kurd bû. Xwendekara zanîngehê bû û 2 roj paşê ku çû Wanê hat qatilkirin. Wekî tê zanîn zilamê serdest û pergala wî xwest ser wê mijarê bigire û malbatê bêdeng bike lê heta îro têkoşîna malbat û gel nehişt ew mijar ji rojevê derkeve. Em jî dixwazin bi turnûvayê wî mijare hertim di rojevê de bihêlin û hetanî kûjerê wî derkeve holê ew ê têkoşîna me berdewam bike. Em dizanin ku armanca Şerê Taybet a sereke jin û ciwan ji aslê xwe durxistin, cewherê xwe wundakirin û ji axlaqê durbûyîn e. Qatilkirin û ser dozê girtin jî bi wê ve girêdayî ye, di bingeha her qatilkirina jinekê de Şerê Taybet, merê serdest, kujerê kastîk heye. Berxwedan û tekoşîna me li hemberî wan tê her tim bidome.

– Di vê pêvajoya hesas de gelo erka li ser milê ciwanên Kurd û Jinên Ciwan çi ye?

Wekî tê zanîn bi banga Rêber APO ê ku 27’ê Sibatê ya 2025’an re pevajoya Aştî û Civaka Demokratîk hate destpêkirin û em dizanin ku di vê pevajoyê de erk û berpirsiyartî li ser milê ciwan û jinan ne. Jin pêşeng e, ciwan jî dînamîzm û tevgera civakê ye. Civak herî zêde ji ciwanan bandor dibe, ji wan hêz digre û baweriya xwe ji ciwanan tîne. Ji ber wê yekê berpirsiyartiya ciwanan jî zêde ye. Hewce ye ku ciwan jî wî berpirsiyartiyê hildin û gor wî bimeşin. Erka ciwanan di serî de rêxistina xwe ava kirin û civake rexistin kirine. Em jî wekî ciwanên Demê di vê pêvajoyê de li hemberî Şerê Taybet her tim li qadan bin û heta ku Aştî û Civaka Demokratîk ava bibe wê her tim têkoşîna me berdewam û xurtir bibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.