Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrad Karayilan bi wesîleya salvegera çaremîn a Qirkirina Şengalê peyameke nivîskî ji bo Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê şand. Karayilan di peyama xwe de got, “Kengî neyar êrîşî gelê me yê Êzîdî bike em ê bibin hêza parastina wan. Gelê me yê Êzîdî divê baş bizanibin ne bi tenê ne.”
Karayilan diyar kir ku divê civaka Êzîdî zanibe ku tevgera Apocî bi emir û fermana Serok Apo her tim li pişt wa ne û got, “Kengî neyar êrîşî gelê me yê Êzîdî bike em ê bibin hêza parastina wan. Gelê me yê Êzîdî divê baş bizanibin ne bi tenê ne.”
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrad Karayilan bi wesîleya salvegera çaremîn a Qirkirina Şengalê peyameke nivîskî ji bo Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê şand.
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê bi tevlîbûna pêkhateyên Şengalê ve bi armanca 4’emîn salvegera Fermana 73’an merasîmek li dar xist. Di vê merasîmê de peyama Murad Karayilan şandî jî hat xwendin.
Peyama Karayilan wiha ye:
“Destpêkê em fermandariya we û tevahî endamên YBŞ û tevahî gelê me yê Şengalê bi rêzdarî silav dikin û di xebata we de bi dil û can serketinê dixwazin. Di çaremîn salvegera fermana 73’an de em tevahî şehîdên fermanê û şehîdên berxwedana Şengalê bi rêzdarî bi bîr tînin.
Di 3’ê Tebaxê de bi destê DAÎŞ’ê li Şengalê jenosîdek pêk hat. Em ê kêlî bi kêlî hesabê vê komkujiyê bipirsin û ji vir û pê ve ji bo fermanek wisa dubare nebe tedbîrên pêwîst bigrin.
3’ê Tebaxê roja jenosîd û komkujiya gelê me ye. Bi hezaran însanên me bi awayekî hovane hatin qetil kirin û bi hezaran keç û jinên gelê me yê Êzîdî hatin kolekirin. Ji bo me, ji bo gelê me 3’ê Tebaxê rojeke tarî ye. Lê aliyê vê rojê ya duyem jî heye. Di vê rojê de heman demî li hember jenosîdê û tarîtiyê berxwedana pîroz berxwedana Şengalê dest pê kir. Em baş dizanin ku di hundirê vê berxwedana pîroz de hêza we xwe weke YBŞ di nav şer de ava kir. Di bin ronahiya felsefeya Rêber Apo de li hemberî komkujiyê berxwedaneke dîrokî hat kirin.
Bêguman berxwedana li Şengalê bi rê ketî pêşiya komkujiya sedsalê girt. Ger ne ji vê berxwedaniyêbûna guman hebû ku çeteyên DAÎŞ’ê yê faşîst bi deh hezaran, sed hezaran Kurdên Êzîdî li çiyayê Şengalê qetil bikira û jenosîda herî mezin pêk bihata. Berxwedana Şengalê pêşiya vê girt. Dibe îro her kes li xwe mukir nayê, lê heya dîroka 3’ê Tebaxa 2014’an ti hêzên ku li beramberî DAIŞê berxwe bidana û bi ser biketana tunebûn.
Em serbilind in ku îro paytexta DAÎŞ’ê Reqa ji holê hatiye rakirin û li wir zafera şoreşê bi ser ketiye. Em kêyfxweşin ku hêzên Iraqê jî Musil û deverên din ji DAIŞê rizgar kirin û di Iraqê de serweriya DAIŞê nemaye. Lê em baş dizanin ku DAIŞ hîn bi temamî tune nebûye. Projeya wan a dewletê têkçû, lê DAIŞ hîn ji holê ranebûye. DAIŞ bi tena serê xwe êrîşa li dijî Şengalê pêş nexist, li pişt vê êrîşê dewleta Tirk heye.
A niha jî dagirkeriya Tirk bi tifaqa AKP-MHP, Ergenekon û bermahiyên DAIŞê cardin li ser doza gelê Kurd, li ser Başûrê Kurdistan, li ser Iraqê û Şengalê gefan dixwin û tehdîtan dikin. Serokkomarê Tirk Erdogan xwe weke Siltan Abdulhamîd digre dest û dixwaze Iraqê û Sûriyê cardin têxe bin serweriya xwe. Bi vî awayî îro li ser konsepteke nû tevdigerin. Êrîşên wan ên li ser Efrînê bi temamî di vê çarçoveyê de pêşketiye.
PÊWÎST BE EM DÎSA AMADE NE
Ji ber sedema ku hûn gihiştin asta xwe biparêzin û êdî pêwîstî bi hêzên me nema Tevgera Azadiya Kurdistan paşvekişina hêzên me yê HPG’ê guncav dît. Rast e, em îro ji wir paşve kişiyane, lê em piştrastin ku senger û mewziyên li wir di destê we de ne. Kengî pêwîst bibe em ê cardin li cem we amade bin. Divê hemû gelê me yê Êzîdî bizanibin em weke tevgera Apocî bi emir û fermana Serok Apo her tim li pişt we ne. Kengî neyar êrîşî gelê me yê Êzîdî bike em ê bibin hêza parastina wan. Gelê me yê Êzidî divê baş bizanibin ne bi tenê ne, hêzên xwe yê parastin YBŞ heye. Ger pêwîst bike li pişt wan tevahî tevgera me heye.”






