Yek ji berpirsyarên PADÊ yê Silêmaniyê Şêx Cemal Qasim got, “Li kampên koçberên Êzidî yên di bin desthilata PDK’ê de ferman bi şêwazekî nû didome.”
Di 3’yê Tebaxa 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê li dijî civaka Êzidî qirkirin pêk anî. Bi hezaran Kurdên Êzidî hatin kuştin, zêdeyî 6 hezar jin, keç û zarok ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin revandin û li bazarên Reqa û Mûsilê hatin firotin. Aqûbeta zêdeyî 3 hezar jin, keç û xortên Êzidî yên hatine revandin hê jî nayê zanîn.
Yek ji berpirsyarên Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) yê Silêmanî Şêx Cemal Qasim bi wesîleya salvegera çaremîn a Qirkirina Şengalê axivî û got, “Fermana ku 3’ê Tebaxê rabû ne fermana yekem bû ku li civaka Êzidî hatiye kirin. Em li dîrokê binêrin; ji serdema Osmaniyan heta niha bi dehan ferman li civaka Êzidî rabûn û niha jî li herêma Serhedê, navçeya Wêranşarê yên Bakurê Kurdistanê, dîsa li gelek deveran li dijî Êzidiyan êrîş didomin. Bi qirkirina 3’ê Tebaxa 2014’an re bû fermana 74’an ku li civaka Êzidî rabû.”
Şêx Qasim bal kişand ser roja pêkhatina fermanê û got: “Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, nêzî 20 hezar pêşmergeyên PDK’ê li herêmê bûn. Qaşo wê parastina Şengalê bikira. Mixabin dema çeteyan êrîş kirin, bêyî ku li pişt xwe binêrin û gel biparêzin bi çek reviyan.”
Rêveberê PADÊ Şêx Cemal Qasim destnîşan kir ku dibêjin pêşmerge reviyan e, lê ya rast rêveberên pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ferman da ku pêşmerge vekişin û gel di nava lepên çeteyên DAIŞ’ê de bimîne.
FERMAN LI KAMPAN DEWAM DIKE
Şêx Qasim bal kişand ser jiyana welatiyên Êzidî û ev tişt got: “Bi fermanên li civaka Êzidî rabûn re xwestin ku Êzidiyan ji ol, nasname û çanda wan dûr bixînin. Zarokên Êzidî bê xwendin di nava kampan de hatine bicihkirin. Her wiha welatiyên Êzidî li kampên di bin destihilata PDK’ê de nikarin derkevin derveyî kampan û mîna girtiyan e. Dîsa rêyeke tenê heye ku welatî berê xwe bidin cih û warê xwe Şengalê, lê PDK’ê ew rê jî girtiye. Rê nadin ku Êzidî vegerin Şengal û Êzîdxanê. Ev jî bi xwe re şêwazekî nû yê domandina fermanê ye. Ev jî ya ji hemûyan metirsîdartire. Ji ber ku civaka Êzidî ji rastî û çanda wê tê dûrkirin û helandin.”…ANF






