Rojnameya Ronahî

Murîdî

Sîpan Şînda

Di dîrokê de ol, yek ji girîngtirîn pergalên cîhanê ne. Civakan di dîrokê de her tim ol û bawerî ji xwe re çêkirine û li gorî rêgez û qaîdeyên wan jiyane. Bi pirranî ji ol û bawerî di jiyana civakan de bûne rêber û serdest û gelek caran jî civak li gorî rêgezên olan hatine birêvebirin.

Dema qala olan û pergala wan tê kirin, bê guman çend hîmên wan yên bingehîn û taybetmendiyên wan hîman têne bîra mirovî. Di dîroka olan de yek ji pergalên wan yên herî girîng û giranbiha jî murîdî ye. Murîdî, pergala olî ya rayên wî di nava civakê de xurt û qayîm dike ye. Ya rastî ol bi riya murîdan xwe li ser piyan digirine. Murîdên pêximberan bi dilsozî bi wan ve hatine girêdan û doza wan di nava civakan de belav kirine. Piştî pêximberan jî, kesên ku li ser dewsa wan çûyîn û ew temsîl kirîn, ji xwe re terîqet çêkirine û murîd jî li dora terîqetên wan kom bûne û şûna pêxemberan bi wan ve hatine girêdan. Girêdana murîdan jî ne girêdaneke ji rêzê ye. Girêdaneke heta mirinê ye. Murîd, ji beriya her tiştî û her kesî navê serokê terîqata xwe tînine ziman û wan li ser her tiştî re digirine. Ew ewqasî bi dilsozî bi terîqat û serokê wê ve girêdayî ne, li gorî wan ji xeynî gotin û rêgezên wan çi rastî nînin. Ew bi çav girêdayî, bê hizir kirin, bê gengeşî û rexne kirin bi wan ve girêdayî ne. Ji ber wê pergala murîdîyê ji bo olan û terîqetan pergaleke bê hempa ye. Ew dizanine ku dema murîd li dora wan neman, çi qîmetê bawerîya wan jî namîne. Ji ber wê, ew murîdên xwe bi awayekî bêyî ku li himberî wan, bawerî û bîrdozîya wan bêne, perwerde dikine. Ji ber ku ew dixwazine piştî ew mirin jî murîdên wan li ser dewsa wan biçine û doza wan heta hetayê bijî. Ji xwe murîd jî vê yekê dikine û ew dikevine di emrê ol û baweriya xwe de. Li gorî wan riya herî rast ya wa ye û divê ew ji wê rê dernekevine. Dema yek ne li qirdê wan biaxive jî ew hema xwe nerazî dikine. Ew behrekî mezin yê jiyana xwe li ber baweriya xwe de didine. Ew heta mirinê leşkerên baweriya xwe ne.

Lê di roja me de gelek bîrdozî û partiyên siyasî jî hene ku ji xwe re murîd çêkirine. Heta murîdîya wan ji ya ol û terîqetan bûrîye û hişktire jî. Qet çi tehmula wan nîne ku tu li himber serê derziyê jî behsa bîrdozîya wan bikî. Ew jî murîdên terîqetan bê tehmiltirin. Başe, ez murîdîya oldaran fêm dikime; jiber ku di olan de rexne kirin nîne û nayê qebûl kirin; tenê îtaet kirin heye. Lê gelo ka çi li vayên din ketîye? Gelo çire tehmula wan ji rexnan re yan ji hizrên cuda re nîne? Mixabin îro çi ferqa wan bîrdozî û olan ji hev nemaye. Ew jî eynî weke ol û baweriyan xwe bê kêmasî dibînine û naxwazin çi kes tiştekî ne li gorî dilê wan bêje.

Lê heke hinekan xwe û bîrdoziya xwe bê kêmasî dîtin û deriyê xwe ji rexneyan re girtin, wê  demê ew bîrdozî ber mirinê ve diçe.