Rojnameya Ronahî

‘Berxwedana 58 rojan berxwedaneke dîrokî bû û nayê jibîrkirin’

Reşo Mihemed/Qamişlo

Endamê Kombenda Efrînê a Civakî, Xelîl Ne’isan diyar kir ku Efrîn di encama  komployeke netewî de bi destê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve hate dagirikirin. Di heman demê de Ne’isan  da zanîn ku  şervanên QSD’ê û gelê Efrînê li Efrînê  li dijî dagirkeriya Tirk  58 rojan berxwedaniyeke dîrokî kirin.

Di 18’ê Adara sala 2018’an de  Efrîn  ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat dagirkirin. Herewiha têkildarî heman mijarê jî endamê Kombenda Efrîn a Civakî Xelîl Ne’isan bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn jî wiha bû:

Dagirkirina Efrînê dikeve sala 6’an, hûn vê dagirkeriya  ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk hat, çawa dinirxînin?

Di serî de em dizanin ku Efrîn çawa li pêş çavê cîhanê hate dagirkirin û ev yek bi lihevkirina hêzên navnetewî  pêk hat. Hêzên komploger yên ku komplo li ser Rêber Apo dan meşandin, bi komployek din Efrîn radestî dewleta Tirk kirin. Lê komploya li ser Rêber Apo bi dehan caran mezintir bû û dagirkirina Efrînê jî dagirkirina parçeyek ji axa Kurdistanê bû  . Weke em dizanin, berî ku êriş li ser Efrînê were kirin, dewleta Rûsyayê rê li pêşiya dagirkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re vekir. Sedema vê yekê jî ew bû ku Rûsya dewleta Tirk a dagirker ji NATO’yê derxîne. Li aliyekî din jî ji bo ku Rûsya di herêmê de bi rêhetî li gorê berjewendiyên xwe tevbigere û têkiliyên xwe bi dewleta Tirk a dagirker re xurt bike. Êdî di encama vê komployê de jî  Rûsiya xwe ji Efrînê vekişand, derfet ji dagirkeriyê re  vekir û Amerîka jî li ser vê yekê erê kiribû. Herwiha dewleta Tirk bi 72 firokên şer û wekî din bi awayekî hovane êrişî Efrîn û gundewarên wê kir. Dîroka dewleta Tirk a dagirker û Impratoriya Osmanî dagirtî tewan in û kiryarên ku di derheqê gelên herêmê de pêk anîne sûcên dijmirovî ne. Tiştê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li Efrînê kir jî sûcên şer bûn.

Bi dirêjahiya 6 salan li Efrînê kriyarên dijmirovî tên pêkanîn û cîhan bi giştî ji vê yekê bêdeng e, gelo çima?

Dema ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve hatiye dagirkirin, Efrîn û gelê wê ji hemû waran ve rastê qirkirinê tê. Di destpêkê de xwezaya wê dikin armanc û şerekî mezin li dijî xwezaya Efrînê dide meşandin. Weke em dizanin ku darên zeytûnan li cem Efrîniyan pir pîroz e, bi rastî em Efrînî van daran mîna zarokên xwe xwadî dikin, Lê Ev dagirkerî bi hovîtî bi hezarên dare zeytûnên ku temenên wan 100 salî, dibin. Herwiha van daran dikin êzing û dibin bazarên Istanbolê û li wir difiroşin. Li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker di warê kiryarên guhertina demografîk de ji destpêka dagirkirna Efrîn ve heta roja îro jî berdewam e. Dagirkeriya Tirk welatiyên ji Idlib, Heleb û koçberên filestînî tîne û li Efrînê li warê kurdan bi cih dike. Di heman çarçoveya kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê jî, bi awayekî rojane kal, ciwan, jin û zarokan direvînin. Mercê rizgarkirina wan jî pereyên gelek in, em baş dizanin da ku mirovekî kurd jî li Efrînê nemîne ev dagirkerî wisa dike. Ev kiryarên ku tên kirin jî ne bi awayekî veşartî çêdibin lê belê li pêşiya çavên hêzên navnetewî û tevahiya cîhanê diqewimin. Ev bêdengî jî dikeve xizmeta berjewendiyên van dewletên desthilatdar de û ev yek jî dûrî nirxên mirovahiyê ye.

Gelê Efrînê 58 rojan li hemberî dagirkirinê li ber xwe da, ev berxwedana serdemê li dijî dagirkeriya Tirk, çeteyên girêdayî wê û Rûsyayê bersiveke çawa bû?

Berxwedaniya ku 58 rojan li Efrînê li dijî Rûsiya, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hate domandin berxwedaniyeke dîrokî bû. Herwiha ev berxwedanî jî tu caran nayê jibîrkirin, ji ber ku hêzeke wiha mezin ku di nav NATO’ê de dewleta siyem e li gor asta hêza xwe. Di destpêkê de dagirkeriya Tirk texmîn dikir ku ew ê di çend seet an, jî rojên hindik de Efrîn bixe bin serweriya xwe. Lê bi saya YPG, YPJ û piştgirya gel ji hêza xwe ya leşkerî re xewnên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di rojên destpêkê de nehatin pêkanîn. Lê belê şervanên me şerekî bêhempa li hember dagirkeriyê dan meşandin. Baweriya me bi şervanên me hebû û me weke gel piştgirî da rêxistina xwe. Lewma 58 rojan berxwedanî li dijî hêzeke mezin û çekên herî pêşketî hat meşandin. Ev yek jî li asta cîhanê bû rojeveke mezin, cîhan tev matmayî ma ji lehengiya me re. Lê belê di encama komployeke navnetewî  de hat dagirkirin, em vê yekê jî bi tundî şermezar dikin.

Da ku Efrîn rizgar bibe û gelê wê vegerin warê xwe pêwîste çi were kirin?

Bi rastî heta ku Efrîn ji dagirkeran were rizgarkirin pêwîste Efrînî û tevahiya gel kurd asta berxwedaniya xwe bilind bikin. Di heman demê de baweriya bi hêza xwe xurtir bikin. Bila dewleta Tirk a dagirker bizanibe hebûna wê li Efrînê ne mayînde ye û wê rojek were ku Efrîn vegere ji xwediyê xwe re. Hêviya rizgarkirina Efrîn û vegera Efrîniyan li wargehê wan pir e, tu rastî kîjan welatiyekî efrînî were û jê bipirse ew ê bibêje em ê vegerin Efrînê. Ger hêviyeke wisa di dilên me de peyda bibe wê helbet rojek were em weke gelê Efrînê vegerin warê xwe. Tişta ku ji me tê xwestin ku em bikin, xwerêxisinkirin û perwerdekirin e. Rêber Apo jî tekez kirye ku bingehê serkeftinê xweperwerdekirin û rêxistinkirin e. Hetanî em gavên cidî di vî warî de bavêjin em ê bikaribin Efrînê azad bikin. Di destpêkê de ev erk jî dikeve ser milê jin û ciwanan. Bi rastî azadiya Efrînê û vegera li ser axa bav û kalan hesreteke û di dilê hemû Efrîniyan de ye. Ji ber vê yekê jî em ti caran hêviya xwe bi vegera cih û waran qut nakin, em ê her û her ji bo azadiya Efrînê ked bidin.