Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

LI DIJÎ KOMKUJIYAN HEVGIRTIN Û BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ

16/03/2024
in Uncategorized
A A
LI DIJÎ KOMKUJIYAN HEVGIRTIN Û BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ
Share on FacebookShare on Twitter

Roja 16’ê Adarê yek ji wan rojên bi êş û jane di dîroka Kurdan de. Komkujiya Helebçe komkujiya li dijî mirovahiyê ye. Binpêkirina nasnema û mafê gele kî ku 50 miliyon derbas kiriye. Hêzên desthilatdar û serewer ku armanca wan a sereke ew bû ku Kurdan qir bikin, napalma (kîmyasal) ku bikaranîn jî ne tenê xweza, giha, keskahî şewitand hetanî bi hestiyên zarok, yextiyar, dayik û ajalan jî şewitand.

Her dem dîrokê şahîdiya vê rastiyê kiriye ku li hemberî tû komkujiyan Kurdan devji nasnama xwe berneda ne, dev ji doza azadiyê berneda ne, devji şoreşa ku her demê hebûna kurdan wekî mirov diparêze berneda ne. polîtîkayên qirker hetanî roja me ya îro jî berdewam e.

Em polîtîkaya Rêjîma Iraqê  û hêzên faşîst ku destek dane vê komkujiyê pêk bînin wekî hêzên Kûrdistan dagirkirine Rêjîma Baas û faşizma Turkiyê û îranê  şermezar dikin. Em hemû şehîdên Helebê bibîrtînin, ser saxî ji malbatên wan re dixwazin. Hîna jî ew siyasetên dewletên dagirker li ser Kurdan bi alîkariya pîlanên navnetewî dixwazin vîna Kurdan lewaz bikin, di heman demê de perçebûna Kurdan ji bona wan esas e. armanca sereke ku çanda Kurdî, nasnema Kurdî, hebûna Kurdî ji hole rakirin. Bi hemû rê û rêbazan vê armancê dixwazin bighînin serî. Rastiyek weha şênber heye ku ger hêza berxwedaniyê nebe, wê gelek komkujiyên mîna yên Helebçe pêk bên. Gava em temaşa dikin ku hêzên navnetewî bê deng in, ev tê wê wayetê ku ew jî hevkarê van pîlansaziya ne, her çendê ji derve de bi zimanê wekhevî, demokrasî, biratiya gelan ban bikin jî, lê di rastiyê de û li pişt perdê piştgiriya van hêzên qirker dikin.

Li ber çavê cîhanê Kurdistanê welatê hemû pêkhate, netew, ol, çand û nasnema ye, hate perçe kirin. Niha jî li ser xaka me em dibînin li Rojavayê Kurdistanê li Efrîna dagirkirî, Serê Kaniyê, Girê Spî çendîn kiriyarên dûrî mafê mirovan pêk tên, hetanî ji pîvanên mirovahiyê derketiyê, têne bi karanîn. Ev hîna dide nîşandan ku hişmendiya desthilatdar bi israre di polîtîkayên xwe yên qirkirinê de, di pêkanîna komkujiyan de. Lewra ger em bixwazin di vê rojê encamên dîrokî derxînin, pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiyê heye, ji av û hawayê bêhtir, ji demên derbasbûy bêhtir. Ger Kurd hevsengiyê di nav hev de neparêz in, ger jin yekîtiya keda xwe, hişmendiya xwe ya azad nekin yek, wê ne yek Helebçe bi ser me de were, wê bi dehan komkujî berdewam bin.

Şoreşa jinê di hinavê şoreşa Kurdistanê de afirî. Bi vîna jina azad mezin bû, berfireh bû, xwe gihandiye ruhê têkoşîna bê hempa. Bi keda gelek şehîdên qehreman. Lewma şoreşa jina azad, şoreşa sedsala 21’ê ye. Bûye mînak ji jinên cîhanê re, bi têkoşîn û berxwedana gelê ku ji bo azadiya xwe têdikoşe li himberî siyasetên, perçebûn, koçberî, qirkirinê ye.

Em wekî Meclisa Kongra Star bang li gelê Kurd dikin ta ku bibe yek û xwedî li îrada xwe derkevin ku cardin qirkirin û koçberî çênebin.

Em tevahî şehîdê komkûjiya Helebçe bi minetdarî bibîr tînin û soza têkoşîn û berxwedanê  ku kûjerên xwînmij hesab bidin û dawî li qirkirinê bînin, didin.

Silav li giyanê pakî şehîdên komkujiya Helebçe

Post Views: 66
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.