Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rûken Ehmed: Newroza 2024’an wê bibe Newroza Rêber Apo

16/03/2024
in NÛÇE
A A
Rûken Ehmed: Newroza 2024’an wê bibe Newroza Rêber Apo
Share on FacebookShare on Twitter

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed wiha got: “Newroza sala 2024’an wê bibe Newroza Rêber Apo. Divê em li hemû qadan daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bikin.”

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed diyar kir ku bi Şoreşa Rojava re Newroz veguheriye rengê xwişk û biratiya gelan û li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûye. Rûken Ehmed wiha got: “Em ji Newrozên ku li ber zilmê dihatin pîrozkirin, gihiştin pîrozbahiyên Newroza bajar lê tên xemilandin. Afîşên ‘Newroz Pîroz Be’ li her bajarekî hatiye daliqandin. Em ji Newrozên Qedexekirî, ber bi Newrozên azad ve meşiyan.”

Rûken Ehmed ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku Newroz rojeke nû ye ku serhildana li dijî tarîtî, zilm û bêedaletiyê çêbûye; Newroz lûtkeya têkoşîna ji bo azadî, demokrasî, edalet û wekheviyê ye. Rûken Ehmed ev tişt got: “Bi berxwedana li zindana Amedê Newroz hîn bi watetir bû. Mazlûm Dogan di hucreyeke yekkesî de, bi sê zilkên şixartê Newroz pîroz kir û agirê Newrozê bi agirê bedena xwe gur kir. Newroz bi hevrêyên mîna Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî û Bêrîvan re gihişt lûtkeyê. Van hevrêyan bi gotina ‘hûn dikarin Newrozan qedexe bikin, zilmê bikin lê hûn nikarin ruhê me yê berxwedêr dîl bigirin’, bedena xwe dan ber agir.

Rûken Ehmed bi bîr xist ku Newroz mîna li Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê jî bi şert û mercên zehmet tê pîrozkirin û destnîşan kir ku bi Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012’an re Newroz veguheriye rengê xwişk û biratiya gelan û li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûye. Rûken Ehmed ev tişt got: “Em ji Newrozên ku li ber zilmê dihatin pîrozkirin, gihiştin pîrozbahiyên Newroza bajar lê tên xemilandin. Afîşên ‘Newroz Pîroz Be’ li her bajarekî hatiye daliqandin. Em ji Newrozên Qedexekirî, ber bi Newrozên azad ve meşiyan.”

‘Newroza îsal jı bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê pîrozkirin’

Rûken Ehmed anî ziman ku pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bi Newrozê re gihiştiye lûtkeyê û got: “Îsal ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd tê pîrozkirin. Ev pêngav wê bi Newrozê re bigihije lûtkeyê. Armanca me di sala 2024’an de pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Paradîgmaya Abdullah Ocalan bû gerdûnî. Gelên cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşin.”

‘Em biherikin qada Newrozê’

Rûken Ehmed qala girîngiya tevlîbûna Newrozê kir û ev bang kir: “Newroz roja bilindbûna dengê azadiyê; roja bi dawî anîna li tecrîd, zilm û desthilatdariya mêtinger e. Lewma divê her kes bi vî ruhî biherike qada Newrozê. Divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li qada Newrozê dengê xwe bilind bikin

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.