Rojnameya Ronahî

Rexnegiriya Wêjeyî û Rexnegiriya Rexneyê

Kemal Necim

Her çiqas kêm û lawaz be jî, lê tevgereke sivik a nirxandin û rexnekirina berhemên wêjeyî li herêmê pêş dikeve, ne bi awayê lêkolînên berfereh lê bi awayên simînarên kurt di der barê hin berhemên wêjeyî yên xwecihî de têne lidarxstin.

Ji wan simaran dawiya hefteya bihûrî yek derbarê nirxandin û rexnekirina berhemeke rexneyî de bû, ango pirtûkeke rexneyî hate nirxandin û rexnekirin, ku ev jî dikeve rêza “Rexnegiriya Rexneyê“ de.

Rexneya wêjeyî xebata vekolîn, ravekirin û nirxandina berhemên wêjeyî ye. Xebata  rexnekirinê jî di çend qonaxan de pêk tê: Dîtin û çavdêrî, vekolîn, şîrovekirin û nirxandin. Di qonaxa pêşî de nivîsa wêjeyî tê xwendin û hewl tê dayîn ku wateya wê were zanîn, di qonaxa duyemîn de jî rexnegir nivîsa wêjeyî analîz dike, hêmanên wê yên bingehîn de ji hev vediqetîne û fêr dibe ku çawa beşan bi hev re girêbide. Di qonaxa sêyem de, rexnegir têkiliya di navbera beş û hêmanan de rave dike û nas dike ku nivîskar çi dixwaze bêje û di dawiyê de jî li gorî têgihiştina xwe ya ji nivîsê bi giştî nêrîna xwe vedibêje.

Ev qonax û rêbaz hemû li gorî hin metod, alav û zanyariyan pêk tên, yên rexnegir jî pêwîst e bê alî li nivîsê binêre. Eger yek ji van hêmanan kêm be, yan alavên ê rexnegir û agahî û zanebûna wî kêm be dê rexneyeke qels û şaş çêbibe. Bi taybet di nava rexnegirên Kurd de dibe ku ev qelsî û şaşî pir derkeve ji ber ku di mijara rexneyê de kesên pispor pir kêm in.

Ji bo ku şaşiyên çalakî û xebata rexneyî nebin rastî û di nava qada wêjeyê de weke rastiyekê belav nebin, pêwîstî bi çalakî û xebata Rexnegiriya Rexneyê heye. Lê ji xwe rexnekirina rexneyên kiryareke lêkolînê ya bi zanebûn û alav û rêbaz e.

Rexnegiriya rexneyê lêkolîneke zanyarî ye ku mijara wê rexneya wêjeyî ye, û rexneya rexneyê li ser lêkolîn û lêkolandina “gotana rexneyî” bi xwe ye, tê wateya lêvegera têgehên rexneyê, avahiya wê ya mentiqî, prensîbên wê yên bingehîn, awayên şirovekirinê, û amûrên pêkanînê ye.

Dibe ku bête gotin ku hîna zû ye qada wêjeya Kurdî têkeve pêvajoya rexnegiriya rexneyê, ji ber ku heta niha qada rexneyê bi xwe hîna lawaz e û bi pergal nebûye. Lê xuyaye û diyar e ku ji ber vê sedemê bi xwe, pêwîstiya wêjeya Kurdî bi rexnegiriya rexneyê heye. Ji ber eger rexne bi xwe lawaz be, hîna neketiba rêya xwe, hîna alavên xwe baş nas nekiribe, dê derbirîn û darazên şaş bike, lewma pêwîst e ku ew berhema rexneyî bi xwe jî têkve ber lêkolîn û nirxandinê.

Di simînara ku me destpêkê behsa wê kiribû de, pir aşkere bû ku gelek boçûn û nêrîn û darazên şaş di wê pirtûka rexneyê de hebûn. Eger ew karê rexnegiriya rexneyê nebûba dibe ku ew boçûn û nêrîn û darazên şaş weke xwe derbasî nava wêjeyê bûbaya.

Rexnegiirya wêjeyî û rexnegiriya rexneyê dê bi hev re pêş bikevin. Pêşketina wan jî dê asoyên nû li pêşiya derbirîna wêjeyî vebike.