Rojnameya Ronahî

Rihê Serhildana Qamişlo

Farûk Sakik

Ji 20’ê Adara 2003’yan heta 1’ê gulana 2003’yan ji aliyê Amerîkayê û hevalbendên wê ve li dijî Iraqê şerek dest pê kir. Piştî şer û dema ku rejîma Sedam Huseyîn bi dawî bû, kaoseke mezin li Rojhilata Navîn dest pê kir.

Roj hat me dît ev kaos derbasî herêmên Kurdistan jî bûne. Dagirkerên Kurdistanê, li dijî  êrişên welatê wan pêk dihatin, bêdeng diman û di dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan de israr dikirin.

Di 12’ê Adara 2004’an de li Qamişlo dema ku tîma Fetwa ya ji Dêrazorê û tîma Cîhad a ji Qamişlo dest bi maça futbolê kirin, li dijî Kurdan êrişan dest pê kir. Polîs û leşkerên rejîma Baas jî li şûna pêşî li êrişan bigirin, yekser êrişî xelkê Qamişlo kirin. Di encama gulereşandinê de 2 jê zarok 9 sivîl qetil kirin.

Piştî demek li seranserê Rojavayê Kurdistan serhildanan dest pê kir. Bi taybetî di merasiman de gel li şehîdên xwe xwedî derdiket û tevlî merasiman dibûn. Rejîmê dest bi êrişan kir û 36 kes şehîd bûn. Ev rihê li Qamişlo dest pê kir di gelek demên stratejîk de ji têkoşîna Kurdan re pêşengtî kir.

Çirûska Şoreşa Rojava jî ji Qamişlo dest pê kiribû. Herkes behsa sala 2011’an bike jî lê bingeha  vê şoreşê dema ku ev komkujî veguhêrî serhildanê. Di sala 2011’an de dema şerê Sûrî dest pê kir, kurdên Rojava bi rihê Qamişlo, xeta sêyemîn tercîh kirin. Îlankirina rêveberiyên xweser li kantonên Efrîn, Kobanê û Cizîrê di sala 2014’an de ji bo gelê Kurd û gelên herêmê gaveke dîrokî bû. Her ku şer li tevahiya Sûriyê dewam dikir,  gelên Rojava bi rihê Qamişlo, xwe bi rêxistin kirin û rêveberiya xwe îlan kirin. Bi îlankirina kantonan re êrişan jî dest pê kir. Di destpêkê de El Nusra û piştî demek jî çeteyên DAIŞ’ê êrişî van kantonan kirin.

Heger piştî komkujî û serhildana 12’ê Adarê pêdiviyek bi ewlekariyê nedîtina û YPG-YPJ’ê nehatina avakirin wê Kobanê rizgar bibûya? Na…

Îro tehdîd û metirsiya li ser Rojava bê sekin dewam dike. Di serî de dewleta Tirk a dagirker û hin hêzên hegemon dixwazin sîstema bi paradîgmaya Rêber Apo hatî avakirin ji holê rakin. Dixwestin wek Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hin deverên din jî dagir bikin. Heger rêveberiya xweser bi rihê Qamişlo, di warê dîplomasiyê de, ewlekariyê û aborî de hin tedbîr negirtina me yê nikariba pêşî li êrişên Tirkiyê yên dagirkeriyê bigirin. Ew rihê berxwedana 12’ê Adarê îro li asîmanên Rojava belav bûye. Dewleta Tirk bênavber û bêsînor êrişî sîstema xweseriya demokratîk dike. Lê hay wan jê tune ku ew sîstem bingehek xwe ya dîrokî heye. Bi tang û topan ev sîstem nayê ruxandin.

Berevajiyê rûxandinê, dema ku li jor balafirên dewleta Tirk bombebaran dikirin, li jêr rêveberên xweseriya demokratîk ‘hevpeymana civakî’ îmze dikir. Dema dewleta Tirk a dagirker, binesaziyên heremê serûbin dikir, rêveberiya xweser jî li aliyek xebatên, ji nû de avakirina binesaziyan dimeşand. Dema ku dewleta Tirkiyê ji bo êrişên xwe, li hin hevalbendan digeriya,  Amerîka, Rûsya û Îranê re dest bi danûstandina kir, rêvebriya xweser li Ewrupa di nav xebatên dîplomasiyê de bûn.

Dema ku hêzên koalisyonê li hember DAIŞ’ê bêdeng bûn, QSD’ê dest bi operasyonê li dijî DAIŞ’ê kiribû. Dema ku li herêmên hatine dagirkirin, sûcên li dijî mirovahiyê pêk dihatin, hêzên YPJ û YPG ji nû de bi rêxistin dibûn. Hêzên rizgarkirina Efrînê operasyon li ser hev li dar dixistin.

Ev rih, rihê serhildana Qamişlo ye. Tu hêzek nikare li hember vî rihî encamê bigire.