Rojnameya Ronahî

Plana Aloziyê Dixebite

Zekî Bedran

Dewleta Tirk a dagirker ji bo êrişa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê amedekariyên didomîne. Biryarên xwe li ser ragihandinê jî tînin ziman, raya giştî ya derve û hindir ji vê re amede dikin. Herî dawî Erdogan got, “Emê bibin kabûsa yên dixwazin terorîstanê ava bikin”. Tirkiyê beriya niha jî hinek herêm dagir kir. Cihê ku dagir kiriye weke axa xwe bikar tînin. Dema mercan ava bike dê dagir bike. Ev berê li cihên weke Hatayê pêk anî. Niha tunekirina nîjandî jî li vê zêde kiriye. Dixwaze herêmê ji Kurdan paqij bike.

Erdogan bi hikumeta Sûriyê re hevdîtin pêk anîn û dixwest ji bo hilweşandina rêveberiya xweser lihev bikin. Lê Beşar Esad ev nepejirand. Dema dagirkerî didome, Tirkiye derketina ji Sûriyê goftogo nake û demekî ji bo vê diyar nake, hevdîtina Esad dagirkeriyê rewa dike. Rûsyayê ji bo van hevdîtinan hewl da û hîn jî hewl dide.

Her çendî hevdîtin weke xwesteka Erdogan çênebûn jî, bi hewldan û kordîneya Rûsyayê hevdîtinên di navbera Tirkiye, rêveberiya Şamê û Îranê de didomin. Li hemberî Rêveberiya Xweser navendên operasyonên hevbeş hatine avakirin. Weke tê fêmkirin parvekirinên istixbaratî jî zêde bûne.

Sedemê vê hevkariyê ewe ku plana aloziyê ya Erdogan jê re dibêje “kabûs” xistine dewrê. Rêveberiya Sûriyê di rewşa niha de nikare bi awayê leşkerî êrişî rêveberiya xweser bike. Rewşa wê ya aborî pir xirab e. Nikare leşkerên xwe jî biparêz e. DAIŞ û komên din êriş dikin û kom bi kom leşkerên wan dixin. Dewleta Tirk jî leşkerên Sûriyê dike armanc. Rêveberiya Şamê heta niha ne bersivek dayê ne jî hewldanek cidî kiriye. Li şûna vê êrişên dewleta Tirk ji xwe re dike derfet û dixwaze bibe hevkarê plana tunekirina rêveberiya xweser. Li şûna ku bi rêveberiya xweser re bicive û li hev bike, lihevkirina bi Erdoganê faşîst re hildibijêre. Îran jî bi awayek aktîf di vê planê de cih digre. Dê dewleta Tirk êrişî cihên weke Minbicê bike û artêşa Sûriyê jî bikeve bajêr. Bi vî awayî dê QSD bimîne di navbera du agiran de. Dê hinek aliyên Ereb jî bixin tevgerê û QSD neçar be ji Minbicê derbikeve. Dê tevlîheviyên hemşêwe li Dêrazor û Reqayê jî derbixin. Heman demê de ji bo ewlehiya li Qamişlo, Hesekê jî di nav de tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin dê bi giranî kar bikin. Dê Rûsya van tevlîhevî û êrişan kordîne bike.

Tirkiye bi çeteyên destê xwe û hêza xwe nikare encama dixwaze bidest bixe. Li hinek herêman her çendî zorê bide jî dê şer dirêj bike û berteka gel çêbibe. Di dagirkirina Serêkaniyê de ev yek bi gotina “Em di cîhanê de tenê mabûn, kesî alîkarî neda me” îtiraf kiribû. Li gel piştgiriya PDK, DYE û NATO’yê û erêkirina wan li Başûrê Kurdistanê encama ku dixwest bidest nexist. Niha ji bo PDK’ê bixe şer û hikumeta Iraqê jî bike hevkar hertim hevdîtinan çêdike. Li Sûriyê jî dewleta Tirk ji bo tunekirina rêveberiya xweser hewl da bi Îran, Sûriye û Rûsyayê re li hev bike. Weke tê dîtin hinek tişt bidest xistiye. Li gel nakokiyên di navbera van hêzan de jî ji bo tunekirina Kurdan û tunekirina avabûna demokrasiyê bûne hevkar. Balkêş e, dewleta Tirk a dixwest Esad hilweşîne û welatê wî dagir bike, niha Esad bi dewleta Tirk re li dijî Kurd û demokrasiyê bûye yek!

Rûsya, ji bo DYE yê ji Sûriyê derbixe dixebite. Eger DYE derbikeve dê Rûsya petrola Sûriyê bikar bîne. Di vê mijarê de bi hikumeta Şamê re lihev kirine. Jixwe Îran her çendî bi DYE yê re ne di nava şerekî fermî de be jî, hertim di navbera wan de şer heye. Hikumeta Şamê jî ji bo xwe ji vebijêrkek demoratîk û daxwaza rêveberiya xweser xilas bike li atmosfer û derfetek wiha digere. Heman demê de dê hewl bide herêmên di aliyê petrol û çandiniyê de dewlemendin bixe destê xwe û rewşa xwe ya aborî sererast bike. Dewleta Tirk jî ji bo ji Kurdan xilas bibe dê destkeftiyên bi berdêlên pir mezin hatine qezenckirin ji holê rake. Dê di navbera xwe de lîstoka qezençkirinê bilîzin. Dê armanca wan a hevbeş ew be ku bi Kurdan û gelên demokrasiyê dixwazin bidin windakirin!

Em diyar bikin ku PDK jî beşdarî vê hevkariyê bûye. Qet nebe pêwîste raya giştî ya Kurd vê bizane. Çawa ku PDK dagirkerî û êrişên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê rewşa dike û di cîhanê de ji bo Erdogan xebatên dîplomatîk dide meşandin, li Rojava jî heman karî ENKS dike. ENKS jî êriş û dagirkeriya Tirk bi PKK û YPG re radigihîne. Yanî, Tirkiye ji bo komkujiyên xwe mafdar derxe û doza Kurd terorîze bike dixe çarçoveya têkoşîna li dijî teror û PKK’ê. ENKS jî avê dixe aşê Tirkiyê. Dibêje, “Eger PKK û PYD nebûya Tirkiyê êrişî Rojava nedikir” û bi vî awayî ji derve û hindir re propogandayan dike. Dîplomasiya Erdogan dimeşînin. ENKS’ê nekarî bi rewşa xwe ya heyî bibe hêzek a Rojava. Di destê PDK’ê de bûye amûrek erzan. Eger xwedî li Rojava derbiketiba û biba xwedî vîn, li hemberî komkujiyên li ser gel nedibû temaşevan. Hinek rêveberên wan ên ji derve dema dewleta Tirk fermandarên QSD’ê qetil dike keyfxweş dibin. Nayê bawerkirin lê rastî ev e. ENKS ya ku li PDK’ê dinêre û dibe sîbera wê êdî fêm bikin!