Rojnameya Ronahî

20 sal in hişmendiya dewletê ya 12’ê Adarê hîn berdewam e

Dilyar Cizîrî

Piştî têkçûna rêjîma Baas a Iraqê di sala 2003’an de pêk hat, destkeftiyên gelê kurd li Başûrê Kurdistanê bi ragihandina Iraqa Federal a ne navendî tacîdar bû. Kurdên ku di sala 1991’an da herêmên xwe rizgar kiribûn, statuya xwe di zagonan de fermî kirin. Guhertina li Iraqê û destkeftiyên kurdan li wê derê hikûmeta Baasê ya li Sûriyê jî xist bin tirs û fikaran de. Wan jî wiha hesab kir, desthiladariya wan ketiye xeteriyê.  Bi taybet wê demê demek ne dirêj bû Serokê Sûriyê yê Niha Beşar El-Esed hatibû şûna bavê xwe û serokatî bi fen û fûtan wergirtibû.

Di wê atmosfera rêjîma Baas a Sûriyê tê de bû di 12’ê Adara sala 2004’an de alîgirên Partiya Baas bi awayekî plankirî şandin Qamişlo da ku gelê kurd di nav mala wan de çavşikandî bikin. Wan maça fotbolê ya di navbera Tîma Cîhad a Qamişlo û Tîma Fitnê ya Dêrazorê wekî firsed dîtin. Bi hezaran alîgirên rêjîma Baas ji Dêrazor û deverên din bi koç û keviran derbasî stasyona Qamişlo bûn. Beriya Marş destpê bike, dest bi diruşmeyên nijatperestî yên dijberiya gelê kurd dikin, beriz kirin.

Di wê rojê de zarok jî di nav de hejmarek şehîdên Qamişlo çêbûn. Şêniyên Qamişlo bi hewara zarokên xwe yên di stasyonê de asê mabûn çûn, stasyon û herêma derdora wê dorpêç kirin. Hêzên rêjîmê bi hêza artêşa rê vekirin û çeteyên anîbûn stasyonê bi darê zorê derxistin.

Di wê navberê de dema li Qamişlo gel serî hildabû li bajarên din ên Rojava gelê kurd  li dijî sîstema hişk a dewletê serhildanên girseyî lidar xistin. Ji tevahî bajar û gundên Rojava wêdetir jî li Heleb û Şamê gelê kurd li dijî sîstema zalim serî hilda û pergala tirsê şikand. Xwepêşandan bi rojan dewam kir.

Hikûmeta faşist wê demê li hin bajarên Rojava çeteyên xwe di bin navê eşîrên ereban de erkdar kirin, dest bi dizî û talana malên kurdan kirin. Rêjîmê wiha xwest nîşan bide, gelên herêmê li hev ketine û xwe ji berpirsyariyê dûr bixe.

Balkêş bû, gelek eşîr, rûsipî û malbatên erebên herêmê yên bîrwer derketin, malên kurdan parastin û rê nedan destdirêjî hîn zêdetir bibe. Bîrweriya wan û a gelê kurd ne hişt hewldanên tevliheviyê kûrtir bibe.

Hikûmeta Baas piştî serhildanê bi hezaran ciwanên kurd girtin û êşkence kirin. Hin ji wan di bin êşkenceyê  di girtîgehan de şehîd bûn. Hin jiwan jî şûna êşkenceyan di laşê wan de maye.

Bi 12’ê Adarê zemîna bingehîn a şoreşa gel a 19’ê Tîrmehê ya sala 2012’an destpê kir. Lê vê carê gelê kurd hîn zêde bibû xwedî tecrube. Gelê kurd ji aloziya Sûriyê giştî re pêşengtî kir. Dewleta Tirk û çeteyên wê ji Serêkaniyê êriş pêk anîn û xwestin tevliheviyê di navbera pêkhateyan de derbixin. Ew hewldan serneket. Heta niha jî hewldanên hişmendiya dewleta Tirk berdewam dike.

Hikûmeta Şamê jî herî dawî li Dêrazorê xwest di bin navê eşîran tevliheviyê derbixin. Ew hewldana wan jî serneket. Niha jî Hikûmeta Şamê, Dewleta Tirk, Îran û Rûsiya jî dixwazin wê tevliheviyê bighînin encamê.