Rojnameya Ronahî

Têgehên cinsiyetparêz çarenûsa jinê diyar dikin

Nehîr pale

Sîstema dewletê bi riya zimanê civakê fêrî têgehên cinsiyetparêzî  kiriye, ji aliyê zihnî ve gelek bandora wê li ser civakê heye. Têgehên mîna; jina berdayî, jinebî, jina di malê de mayî, fahîşe, qehbik û hwd. têne bikar anîn û ev têgeh di nava civakê de eyb nayên dîtin, her kes asayî lê dinêre. Civak ne tenê wan têgehan dide bikar anîn, li gorî wan nêzî jinê dibe û çarenûsa wê diyar dike. Ne bese her tiştê jinê eyb tê dîtin; wê her tim bi hinek têgehan didin nas kirin. Ji xwe ev têgeh ji bo mêr nayên bikar anîn. Jinên tên berdan dîse bi destê mêr dikevin vê rewşê, yên hevjînên wan mirîne ne sûcê wane, ya nezewicî ye misoger sedemên wê hene. Çima hemû pirsgirêkan bi jinê rave dikin? Tu kêmasî di mêr de nayê dîtin û çi pirsgirêk derbikeve jinê sûcdar dikin. Eger mêr jinê berde, eger mêr bimre, eger bi hev bikevin hemû tiştî dixin sukra jinê de.

Gelo buyerên tûndî, tecawiz û kuştinê çiqasî çavkaniya xwe ji van têgehan digrin? Mirov ji bo ku şad bibe gelek teşeyên çûkan dixin qefesan û wan fêr dikin ku eger ji wê qefesê derbikevin wê bimrin. Jina berday, jina hevjînê wê miriye yan di malê de maye êdî li ser zîhniyeta ew fêrkirine dimeşin. Zagonên civakê ji wan re diyarkiriye pêk tînin, ji ber ew difikirin ku tu şensê wan yê dîtir tine ye.

Ev jin ne jiyan dikin, her roj hêdî-hêdî di fikir û ruh de têne kuştin. Rêbazên gelekî hişk bi van jinan re didin bikar anîn. Beşek ji van jinên berdayî hîna temenê wan gelekî biçûke, şûna ku malbata wan berpirsyartiya wan rabike û destûr bide çavên wan li dûnyayê vebe, hîna temenê wan 12 salî ye wan dizewicînin û temenê wan naghîje 14 salî tên berdan û wan tavêjin ser dayîk û bavê wan. Dayîk û bav êdî keça xwe bar li ser xwe dibînin, qedexe ye ku ji malê derbikeve, nabe ku kesek wê bibîne û jêre li mêrekî digerin. Carekê, du caran, sê caran, çar caran û heyanî 5 caran keça xwe dizewicînin. Ji van jinan gelek kesan dawî li jiyana xwe anîn, ji ber nema dikarîbûn tehemul bikin.

Dema mirov buyerên wisa dibîne tu nikare wate bide civakê ku çima wisa li jinê dike. Tu ji xwe dipirse gelo dil û wijdanê bavê wan tine ye ku wan dixe vê rewşê de. Êdî ew jina ku malbata wê wisa li serê wê dike, di ruh de hatiye kuştin, bêçare ma ye, tu hêviyên wê namînin ku birûmet bijî û çarenûsa xwe radestî civakê dike. Piştre jî dema ku ev jin dawî li jiyana xwe bîne, guneh dibînin û eger ji malê bireve yê wê bukjin. Tu şensî nadin wê ku riya xwe hilbijêre.

Jina temenê wê 18 sal derbas kiriye û nezewicî ye, qey sûc kiriye? Dibe ku gelek sedem hebin nezewicî be, lê wê rehet nahêlin, gunehê xwe pê tînin, her didin riwê wê û şerê taybet li ser didin meşandin. Jinên temenê wan 18 sal derbas kiriye dixin rewşa ji xwe fedî bike.

Ji ber van têgeh û ferasetên civakê jin her tim rûbirûyî buyerên gelekî giran tê û nizane xwe biparêz e yan berpirsyartiya xwe rabike.