Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Rê û resmên Meha Remezanê

12/03/2024
in NÛÇE
A A
 Rê û resmên Meha Remezanê

????????????????????????????????????

Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Melek/ Qamişlo

Welatî û firoşkarên bajarê Qamişlo diyar kirin u ji ber buhayê bilind yê kelûpelan her kes di meha Remezanê de zehmetiyan dikşîne û gotin,  ji ber têkçûna nirxê lîreya Sûrî û êrişên dewleta Tirk a dagirker piraniya malbatan di milê aborî de zehmetiyên mezin dibînin.

Li tevahiya cîhanê muslman her sal meha Remezanê bi kefxweşî û coşeke mezin pêşwazî dikin, herwiha di vê mehê de rojiyê digrin. Li gorî ola Îslamê meha Remezanê mehekî pîroz e, ji ber ku di vê mehê de Qur’ana pîroz daketiye. Lê li tevahiya Sûriyê û li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê welatî di vê mehê de zehmetiyên mezin dibînin, ew jî ji ber rewşa aborî ya xerabe û buhabûna kelûpelan e.

Di derbarê pêşwazîkirina meha remezanê de û buhayên kelûpelên xwarin û vexwarinê firoşkar û welatiyên bajarê Qamişlo ji rojnameya me re axivîn.

firoşkerê sebzeyan Mustefa Ebdulbaqî diyar kir ku meha Remezana sala par û ya îsal pir ji hev cuda ye û wiha got: “Îsal buhayê sebze û goşt û tevahiya kelûpelan pir bilind bûye. Ji ber wê welatî bi zehmetî rojiya xwe derbas dikin. Kirîna sebzeyan kêm bûye ew jî  ji ber buhayê wê yê bilind e. Rewşa Remezana îsal ji sala borî pir cuda ye ew kêfxweşî û amadekariyên ku berê dihatin kirin îsal ew qas nayê kirin. Ji ber bilindbûna nirxê dolar her tişt buha bûye û bazirgan jî dema ku nirxê dolar bilind dibe ew jî buhayê tiştên xwe zêde dikin lê dema ku dadikeve jî lê nirxê wê bilind dihêlin.”

Di heman mijarî de firoşkarê Xurmeyan yê bi navê  Mihemed Şepal ku li bazara bajarê Qamişlo kar dike derbarê hazirtiyên meha remezanê wiha got: “Buhayê xurmeyan bi taybet ne bilind e û hemwelatî dikarin bi hêsanî bikirin. Cudahiya di navbera buhayê cureyên sebzeyan û tiştên din de heye mîna buhayê goşt, sebze û şêranî, lê tiştên ku ji meha Remezanê re pêwîstin buha tên firotin. Sala par jî buhayên tiştan bilind bû lê îsal pir zêde ye û gelek kes nikarin pêdiviyên xwe yê jiyanî pêk werînin. Êrişên dewleta tirk jî roleke pir mezin di vê yekê de dilîze, êrişên dewleta tirk jî bandorê li aboriya civakê dike ji ber êrişên wan li ser binesaziya herêmê hemwelatî bê elektrîk û  petrol û gelek tiştên din mane, ji ber vê yekê yên ku gelek zirar gihandiye me dewleta Tirk a dagirker e ku hem bi êrişên xwe hem jî bi dorpêçên xwe gel dike armanc.”

Di heman çarçoveyê de welatiya bi navê Hosa Xilêf da zanîn ku ji ber bihabûna nirxên xwarin û vexwarinê hemwelatî pir astengiyan dikşînin û wiha got: “Piştî daketina nirxên lêreya Sûrî li beramberî dolar, Li bajarê Qamislo buhayên kelûpelên xwarinê û sebzeyan gelek zêde bûne. kesên feqîr nikarin rojiya xwe bi awayekî baş biqedînin ji ber vê yekê banga me ewe ku hinek ji nirxên xwarin û vexwarinên remezanê dakeve da ku her kes karibe ji xwe re bikire. Ji ber krîza aboriyê ya li Sûriyeyê û ji ber êrişên  li herêmê û hilweşîna lîreya Sûriyeyê dabînkirina pêdiviyên Remezanê zehmet in.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.