Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

NY: Êrişên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şerin

12/03/2024
in NÛÇE
A A
NY: Êrişên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şerin
Share on FacebookShare on Twitter

Komîteya Lêpirsînê ya NYˊyê ya taybet bi Sûriyê di raporeke xwe de diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî stasyonên enerjiyê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikevin xana sûcên şer û binpêkirina qanûna mirovî ya navnetewî ye.

Komîteya Lêpirsînê ya NYˊyê ya Kar û barên Sûriyê îro raporek da. Komîteyê di raporê de diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikevin xana sûcên şer.

Di raporê de hat diyarkirin ku artêşa Tirk a dagirker li dijî deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî stasyonên enerjiyê êriş pêk anîn. Di encamê de mîlyonek welatî ji av û kehrebeyê ji bo çend hefteyan mehrûm man. Ev jî binpêkirina qanûna mirovî ya navnetewî ye. Bi êrişên balafirên bêmirov jî gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da. Ev jî sûcên şerin.

Di raporê de paşguhkirina dosyeya zarokên DAIŞ’ê ji aliyê civata navnetewî ve hat behskirin. Endama komîteyê Lynn Welchman di raporê de got: “Cîhan dixwaze vê yekê ji bîr bike. Lê ev 5 sale DAIŞ li Baxoza Sûriyê têk çûye. Hîn jî nêzî 30 hezar zarok di girtîgeh û navendên perwerdekirinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de girtî ne. Ew zarok di dema kontrola herêmê ji hêla çeteyên DAIŞ’ê de bûn qurbanî.”

Lynn Welchman wiha domand: “Em bang li her dewletekê dikin ku rê bidin zarokên xwe, herwiha zarokên Sûriyê yên ku li kampan dimînin ku vegerin welatên xwe û ji bo ji nû ve bi cih kirina wan di nav civakê de tedbîr bên girtin.”

Komîte dê rapora xwe di 18’ê Adarê de pêşkêşî Meclisa Mafên Mirovan bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.