Monday, May 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Têkoşîna jina Kurd çavkaniya azadiya jinên cîhanê ye

10/03/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Desthilatdarok neyarên qewmê xwe ne
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs Henan

Çawa dibe 8’ê Adarê, tavilê têkoşîna jina Kurd a xwedî hişmendiya pêkvejiyanê tê bîra mirovan. Jina Kurd a ku pala ezmûna xwe daye felsefeya Rêber Apo, ji hemû dunyayê re bûye çavkaniya wekhevî, edalet û serkeftinê. Ev yek jî bi saya ramanên Rêber Abdulah Ocalan ku jin ji bin nîrê hişmendiya desthilatdariya zilamperest xilas kiriye û bi baweriya ku jin dikare paralelî mêr, hemû aliyên jiyanê bi rê ve bibe pêkan bûye. Tabî ne birêvebirineke xwe spartiye elimandinên dewletparêz, lê li ser bingeha xweseriyeke demokratîk a hevbeşbûna jiyanê ye.

Nêrîna li ser pêşengiya jina Kurd ji têkoşîna azadiyê re, êdî li dunyayê hevbeş bûye û kesek nikare tecrûbeya têkoşîna Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmê bi giştî, derveyî vê pêşengtiyê binirxîne. Çendîn nirxandinên dixwazin keda jinê desteser bikin hebin, dîsa jî nikarin destkeftiyên bi pêşengtiya jinê bi dest ketine ji nedîtî ve bikin. Lewe re, li hemû dunyayê weke tecrûbeya kêmdîtî ya bê mînak û bê hempa têye nirxandin. Ev yek jî gelek eşekere bi wergerandina ramanên Rêber Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe daye der ku li ser bingeha şoreşa azadî, demokrasî û wekheviyê ava bûye.

Di bingeha şoreşa ku jin pêşenga wê ye de, ne tenê destkeftî hene, lê belê mekanîzmaya pêşxistin û birêkûpêkirina van destkeftiyan jî heye. Ev yek jî siya xwe avêtiye hemû beşên civakî yên siyasî, aborî, leşkerî, ewlehî û dîplomasî û bi rêxistinbûyîna xwe, bi şiklên cuda cuda yên xweser re teşe li ser erdê girtiye. Îroj jî jin di bin sîwana wan teşeyên xweser de dicivin bê ku guh bidin cudahiyên olî, rêolî û etnîkî; tenê li ser hêmana Netewa Demokrtîk dicivin.

Bê guman fikra Rêber Apo bandoreke mezin li dewlemendkirina fikrên jinan û xurtkirina rêxistinên wan ên çalak dike. Taybet jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku azadiya jinê, wekhevî û jiyana hevbeş li wir ava dibe. Li vê herêmê, jinan bi saya fikrên Rêber Apo gavek mezin di têkoşîna xwerizgarkirina ji şîdeta sermayedar û çewsandinê avêtine. Bi van metodên têkoşîna azadî û demokrasiyê re, ji malbatê bigire heya zihniyeta mêrparêz a ku civakê bi rê ve dibe, xwe xilas dike û bi têkoşîna xwe, ji nû ve teşeya jina azad a xwedawend ava dike û jiyanê li ser bingeha hevbeşiya herdû cinsan dadimezirîne. Ev yek jî ancax bi rêveberiya jina dayîk a ku Me`yên wê hatibûn desteserkirin, ji nû ve, di cokên jiyana xwezayî de biherike.

Ji ber vê xisûsa têkoşîna xwe spartiya fikrên Rêber APO, terora DAIŞ’ê û êrişên dagirkeriyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serperştiya jinê hatin têkbirin. Ev yek jî isbat dike ku dunyaya sermayedar nikara şewqa heqîqetê bi bêjinga desthilatdariyê xwe veşêre. Ji ber vê jî, tecrûbeya jina Kurd, li cîhanê bûya çavkaniya îlhamê û veguheriye paradîgmaya têkoşîn û parastina nirxên mirovahiyê.

Îroj, tevayî cîhan, dema ku dibêjin 8’ê Adarê, jina Kurd tê bîra wan. Ev roja ku bi keda jinê hatiye van kêliyan, bi têkoşîna jina Kurd a li dora fikrê Rêber Apo mezin bûye, bi wate, naverok, cilûberg bûye.

Post Views: 49
ShareTweetPin

Herî Dawî

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.