Rojnameya Ronahî

Pêşxistina xebatên Şaredariyê valaderxistina armancên DAIŞ`ê ye

Ronaz Silêman/Qamişlo

Di 11`ê Adara 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê êrişek hovane li dijî Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo pêk anî, di encamê de 10 xebatkar û lêvegerên li şaredariyê şehîd bûn. Şahidê buyerê Cemal Xelo diyar kir ku armanca DAIŞ`ê têkbirina destkeftiyên şoreşê bû.

Bi li darxistina Şoreşa Rojava re şaredarî jî hatin avakirin. Wê demê şaredarî li herêmê saziyên sereke bûn ku gel bi rêxistin dikirin û pirsgirêkên wan çareser dikirin. Di nava Şaredariyê de hemû pêkhate ji Kurd, Ereb û Suryan lê dixebitîn. Lewra destkeftiyên şoreşê ji bi xebatên Şaredariyên gel hatin destpêkirin, ji ber vê yekê 11 Adara 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê êrişê Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo kir û di encamê de 10 xebatkar û lêvegerên li şaredariyê şehîd bûn.

Çeteyên DAIŞ`ê komkujî di Şaredariya Gel de pêk anî

Di dema ku şaredarî rastî êrişa çeteyên DAIŞ`ê hat, hêzên parastinê lê tine bû, ji ber ku nû hatibû avakirin. Lewra çeteyan bi hêsanî derbasî avahiya bûn. Êriş di saet 12` nîvro de çebû. Di wê saetê de şaredarî bê deng bû, berî ku çete debas bibin, çavdêrê li ber derî şehîd xistin. Piştre derbasî şaredariyê bûn. Dema derbas dibin kedkarê ku bi navê Fehed Ebdulezîz xwe dide pêşiya wan da ku wan bigre, çeteyek xwe diteqîne û Fehed şehîd dikeve û çeteyan komkujî pêk anîn, bi çekan xebatkarên şaredariyê kirin hedef, bombe avêtin odeyan û mayînên li ser xwe teqandin. Di vê êrişa hovane de, Îbrahîm Ezîz ku di avakirina Şaredariya Qamişloyê de xwedî kedeke mezin bû, Rewşen Mihemed Zekî, Fehed Ebdulezîz, Mûsa Azad Mûsa, Elî Bora, Cîhan Mûrad, Emîna Bîlal, Ferhad Ebdulezîz Osman, Elaedîn Ebdulîllah, Awaz Mehmûd Mihemed û Helebçe Xelîl ku ducanî bû, şehîd bûn.

Domdandina xebatên Şaredariyê valaderxistina armancên DAIŞ`ê ye

Piştî buyera ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê li ser Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo pêk hat, kar û xebatên xwe neda rawestandin, bêtirî xwe bi domandina kar û xebatên xwe armanca êrişê têk bir û peyama xwe da. Niha jî şaredariyên gel li her bajarê hene û bi awayekî baş ji bo civaka xwe kar û xebatê dide meşandin. Ji bo wê jî ev êriş  armanc û îradeya xebatkarên şaredariyê hem jî  yên gelê li herêmê neşikand.

Armanca DAIŞ`ê têkbirina Rêveberiya Xweser bû

Di dema ku êriş li ser Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo pêk hat, Rêveberiya Xweser nû hatibû ragihandin, lewra çeteyên DAIŞ`ê dixwest bi rêya êrişên xwe rêveberiyê bişkînin û nehêlin kar û xebata wê dewam bike. Ev Rêveberî ji bo gelê Kurd û gelên herêmê gaveke dîrokî bû. Êrişa li ser Şaredariya Qamişloyê jî piştî ragihandina Rêveberiya Xweser bû. Armanca komkujiyê jî zelal bû, ji bo ku bawerî li herêmê nemîne, herwiha tirsê bike  nava gel û destketiyên gel têk bibin. lê armanca wan pêk nehat.

Derbarê êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya di sala 2014`an de li ser Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo pêk hat Rêveberê Ofîsa Têliyên Gel Cemal Xelo ku şahidê bûyerê bû ji rojnameya me re axivî.

Cemal Xelo diyar kir ku ew yek ji damezrînerê Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo bû û wiha got: “Ez yek ji damezrînerê Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo bûm ku min di sala 2011`an ve cihê xwe di nava Şaredariyê de digirt. Di roja ku êrişa çeteyên DAIŞ`ê li ser şaredariyê pêk hat, di betlaneyê de bûm, lê di wê rojê de ez çûm Şaredariyê ji ber ku karekî min lê hebû. Dema ku giştim nêzî şaredariyê min dît ku 2 kes li rastî deriyê şaredariyê pevçûn di navbera wan de hebû, di heman kêliyê de 2 kesên din ji aliyê cûda ve derbasî hundirê Şaredariyê bûn û teqîn ji aliyê wan de pêk hat.”

‘Piştî teqînê 2 çeteyên din hatin girtin’

Cemal Xelo da eşkerekirin ku xebatkarên di hundirê şaredariyê de asê mabûn hatin şehîdxistin û wiha got: “Min bi xwe jî alîkarî kir, piştî ku teqîn çêbû min 2 kes jî di hundirê şaredariyê de girt, yek jî bi cilê sporê û yê din jî bi kiras bû, min ew radestî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin. Herwiha gelek xebatkarên ku di hundirê şaredariyê de asê bibûn şehîd bûn,  yên derketibûn li ser belkona Şaredariyê bi riya gel û Hêza Ewlekariya Hundirîn hatin ew rêzgarkirin.”

‘Dewleta Tirk a dagirker piştgirya DAIŞ`ê dike’

Rêveberê Ofîsa Têliyên Gel Cemal Xelo axaftina xwe wiha qedand: “Çeteyên DAIŞ`ê bi van êrişên hovane dixwest vîna gel bide şikandin, di heman demê de, ji ber destpêkirina pirojeya Rêveberiya Xweser jî bû, xwest ev piroje neyê domandin û têk biçe. Ji xwe DAIŞ`ê destekê ji aliyê dewleta Tirk a dagiker ve digire, herwiha piştî êrişa şaredariyê jî gelek êrişên din bi vî rengî ji aliyê DAIŞ`ê bi pêşengiya dewleta Tirk a dagirker ve pêk hat û heta niha jî êrişên xwe didomînin, lê Şaredarî ti çarî hêza xwe neda şikandin û xebatên xwe neda rawestandin, bêtirî wê ji bo tolhildana xebatkarê şehîdên xwe, xebatên erkeftî ji bo xizmeta civaka xwe pêk anîn û berdewamî dan xebatên xwe.”